Duşem , Pûşper 24 2019
Destpêk / Lêkolîn / “Şerê Newala Qeremûsê” di Klama Salihê Beynatî de

“Şerê Newala Qeremûsê” di Klama Salihê Beynatî de

Puxte: Folklor, ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet vedîkole, tomar dîke û radîgihîne nifşên dî. Berîya wêjeya nivîskî ev kar bi gotin û bi hostetîya di honandina peyvan de girîngîya dengbêjî û dengbêjan derdîkeve pêşîya me. Emê di vê nivîsê de li ser van mijaran, bi taybetî li ser dengbêj Salihê Beynatî û di kîlama wî ya bi navê ‘Şerê Newala Qeremûsê’ rawestin[1].

Peyvên Sereke: Folklor, Dengbêj, Dengbêjî, “Şerê Newala Qeremûsê”

Zeynep Sultan Atlı
Zanîngeha Bîngolê
Enstîtuya Zimanên Zindî
Şaxa Makezanista Ziman û Edebîyata Kurdî
Xwendekara Zîman û Wêjeya Kurdî
zeynepsultan04@gmaîl.com
Ev nivîs ji malpera Kovara Zaremayê hatiye wergirtin.

Destpêk

Dengbêjî rebazeke forma di folklora Kurdîîya devkî de ye. Di çanda Kurdî ya devkî de dengbêjî di qadeke girîng û bilind de ye, heman demê de em dibînin ku cihê berhemên nivîskî digire û berpirsîyarîya karê ragihandinê jî hildide li ser milên xwe. Bi taybetî jî ji bo gelên bindest em dikarin bibêjin giringîya dengbêj û dengbêjîyê hewce ye ku di qadeke dî de were nirxandin. Di nav Kurdan de jî ji ber ku çanda nivîskî kêm an jî dereng dest pê kirîye çanda nivîskî pêş neketîye giringîya cureyên vegotinê derketîye pêş. Bi vî awayî dengbêj wek bîra ziman, çand û dîroka Kurdî ne.

Bi kurtî, gele Kurd erdnigarîya xwe, jîyana xwe ya civakî, ecibandin û hestên xwe jî di nav de hemû pêvajoya jîyana xwe bi çanda dengbêjîyê anîye ziman. Îro jî dema em li ser kîjan efsane, destan û bûyerên lehengîyê lêkolînê bikin, em dê rastî berhemên dengbêjan bên. Ji bo gele Kurd kilamên dengbêjan belgeyên dîrokî ne. Hemû kitekên jîyana Kurdan bi alîkarîya van kilaman ji nifşekî gihaye yê din[2].

Mîjarên dengbêjîyê her çiqas curbecur bin jî mîjarên wek şer, evîn, qehremanî û h.w.d. hevpar in. Em ê jî di vê nivîsê de ser mijara şer rawestin û di kilama Salihê Beynatî ya bi navê  “Şerê Newala Qeremûs” ê de tehlîla mijarê bikin.

1. Jîyana Salihê Beynatî

Li gundê Beynatê di sala 1938an de ji dayîk bûye. Ew du xwîşk û du bira bûne. Salih di xortanîya xwe de, rênçberîya mala xwe û paleyî dike. Wî karê bizehmet wek pisporekî dikir. Zêdetirî wî karî ji bo Şêx Ezîz ê Baxça re û her wîha ji Mehmûd Axayê Kêlî re dikir. Şêx Ezîz, dema hêzên Kurdan di sala 1925an da li Ferqînê dixin bin destê xwe, wî dikin dozgerê Ferqînê. Dema ku Şêx Seîd û hevalên wî tên îdam kirin, Şêx Ezîz dibe fîrarê dewletê.

Şêx Ezîz xwe nade dest û Salih jî bi salan li cem wî dimîne. Ev bûyer di jîyana Salih de bandor dikin. Salih bi vî awayî heman demê de kilamên sîyasî jî dibêje. Di salên 1950yan de Salih li gundê Qeremûsê dema paletîyê de ilham digire û dest bi dengbêjîyê dike.

Di sala 1971ê de esker desthilatdar in. Esker, Salih digrin û tînin tehqîqê ango bo lêkolîna sîyasî ya baregeha Dîyarbekirê. Mehmûd Axayê Mihemed Axa, li pey Salih tê Amedê û wî ji destê eskeran xelas dike. Li gora dewletê, sedem ew bû ku Salih Kurdînî kiribû. Salih di wan deman de strana Şerê Zîlanê gotibû. Lê dema ku em behsa Zîlanê dikin, em ne behsa Zîlana Serhedê dikin. Behsa Zîlana ku li rojhilatê Malabadê ya Farqînê dikeve. Di mabeyna xelkê Bekira û dewletê de, li gundê Zîlanê şer derketibû û alayîyeke esker kuştibûn û xistibûn çemê Malabadê.

Tê gotin ku wê demê, Emînê Perîxanê jî ji Binxetê/Surîyê zivirîbû û bi tevî eskerê Tirk re hatibû şerê Bekira yê ku li devê çemê Batmanê qewimîbû. Mala Salihî, ji sala 1968an heya sala 1976an li navenda Farqînê bû. Sedem jî zarokên wî diçûn xwendegehê. Tevî ku mala wî li Farqînê bû, dîsa ew diçû gund û karê Mehmûd Axa dikir. Paşê Salih mala xwe tîne Malabadê û li wir dijî. Salih, ji mîdeya xwe nesax e. Pençeşêr e tê Dîyarbekirê û li wir di sala 19/05/1984 an de, li Malabadê wefat dike. Gora wî li Malabadê ye.

1.1. Ji alîye dengbêjîyê ve Salihê Beynatî

Zêdetirî di bin bandora Dengbêj Reso de maye. Seîdê Ûsman jî li ser wî bandor kirîye, li ber destên wî xwe pêşxistîye. Di dîwana Mihemmed Axa de dengbêjî kirîye. Klama wî ya ewil ‘Bedew Bedew’ e. Ev klam klama wî ye û li ser evîna xwe nivîsîye. Yekem car bi klama ‘Koçero’ meşhûr dibe. Du re ‘Newala Qeremûsê, Têlî’ distirê. Strana wî ya herî girîng ‘Şerê Newala Qeremûsê’ ye.

1.2. Kilamên Salihê Beynatî stirîye

Mala Nasir, Koçero, Fermane, Hebîbaye, Filîtê Qûto, Resûlê Zava, Bavê Mistê, Heyla Dayê, Yaman Yaman, Heso Îbrahîm, Seyîdê Nado, Sebra Dila, Feyzo Bavê Îpekê, Fadile, Xazo, Xanê, Siloyê Sadiqi

2. Dîroka “Şerê Newala Qeremûsê”

“Ev klam li ser 3 kesên ji mala Elîyê Ûnisê ku li Newala Qeremûsê ketibûn şer hatîye gotin.        Li gundê Qoca Îsmaîlê Biro hebû. Ew jî zavayê mala Elîyê Ûnis bû. Du bira û mamê wan têne mala Îsmaîl. Dibêjin ku ji me re rêberek bibîne da em derbasî Sûrîyê bibin. Li heman gundî Sebrîyê Hecî Ûsiv hebû. Îsmaîl, jê dixwaze ku ev her sê (3) malxezûranê wî derbasî Binxetê bike. Sebrî jî diçe qereqola Sînanê û gilîyê[3] wan ji dewletê re dike.

Qereqola Sînanê, xeberê dide qolordûya Dîyarbekirê. Eskerê Sînanê, Dîyarbekir û yên Farqînê, davêjin ser van sê kesan. Ew her 3 kes li Newala Qeremûsê bûn. Newal bi ewle bû. Ger ev 3 kes newal û newal ber bi gundê Qoca ve biçûna wê xelas bibûna. Lê xerîb in û rê nizanin. Ber bi gundê Dêrika Emê Reşo ve tên. Lê esker li pêşîya wan kemîn (dafik) danîye. Fermandarê esker, ji Silêmanê Evdilqadirê Sînanî re dibêje ‘Here ji wan re bibêje bila teslîm bibin.’ Silêman dibêje ez newêrim. Ez herim wê min bikujin. Esker zorê dide ser. Zilamek ji Sînika ku navê wî Xelîl e û xwarzîyê Silêman e dibêje: Ez ê herim. Esker didine Xelîl. Diçin ser wan lê Xelîl bi zirt diaxife. Gazî dike dibêje: Eger hun ji destê esker xelas bibin jî, ji destê min xelas nabin.

Ew her sê kes dibêjin ‘Em xerîb in û bi rêya xwe ve diçin. Dev ji me berdin.’ Lê Xelîl qebûl nake. Dema dikevin menzîlê ev her sê şervanên tevgera Sasonê li Xelîl dixin û Xelîl dikujin. Ber bi gundê Dêrik[4]ê ve gaz û gaz tên. Dertên gaza[5] Dêrikê. Esker sîleha giran (Xefîf makîne) danîye pêşîya wan. Li eskerê ser makînê dixin û esker direve. Ew xwe digihînin sîlehê lê nizanin bişûxlînin. Dev ji sîlehê berdidin. Ji alîyê gaza gundê Sergewra ve esker li wan didin. Li wir mamê wan birîndar dibe. Her du birazî, ji mamê xwe dûr in. Dizivirin ser mamê xwe. Lê mamê wan dibêje ‘Lawo! Hun herin. Ez kuştîme, hûn xwe xelas bikin. Wan xwestin ew careka din ber bi çîyê ve herin. Lê dev ji mamê xwe bernadin.

Di wê zivirandina wan a ber bi mamê xwe de, esker li wan dide û her du birazî û mamê wan têne kuştin. Cenazê her sê şervanan tînin qeza Farqînê.”[6]

3. Gotin û tehlîl kilama “Şerê Newala Qeremûsê”

Anegorî agahîyên di destê me de sê heb dengbêjan ev klam heman gotinan ve straye; Salihê Beynatî, Salihê Qûbînî, Teyîboyê Sêrtî. Gotinên stranê;

Ere hey lê hey lê hey lê
Hey lê hey lê hey lê hey la wayê

Di van rêzikên jor de dengbêj bi axînî û keseri dest bi stirandina xwe dike ku em jê fem dikin ku bûyerên dile mirov pê êşîyaye qewimîye.

Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê
Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb
Em ê çawa bikin li min û li te çavrijîyayê

Di van rêzikan de jî em dibînin ku di nav bêçareserîyekî de mane û nizanin da ku yê çi bikin.

Kula li serê sibê bi sê kula be
Bikeve derê mala bavê Smaîlê Biro
Bekçîyê Bismilê sê pa Emînê Zînê
Îro xeber dane Qereqola Farqînê
Giran e Yedincî Qolordîya Dîyarbekir
Esker giran e ketîye Newala Qeremûsê
Kanîka Temo, Aşê Reşo, Satarê şêx Mihemed
Heste pişta Qoca heta dora Hilêlîyê
Li ser peyayê mala bavê min rebenê
Ji xwe re girtine şargeh û kemînê

Di van rêzikên jorîn de dema bûyerê wek “serê sibê” kesê ku muxbîrîya lehangan kirîye bi nifiran wek Smaîlê Biro binav kirîye, cîhê bûyerê wek; Kanîka Temo, Aşê Reşo û bi hûrgilî dibêje heya dora Hilelîyê bi dorgirtina wan a bi kemînê tê behs kirin. Di vî şerî de leşkerên Tirkîyê bi taybetî jî Yedîncî Qolordîya Dîyarbekirê nişan dide ku ev jî herêma bûyerê radixe ber çavan, xaleke din jî ev e ku ev her sê kes peya ne lê artêşa li ser wan gelekî dijwar bûye ji ber ku ji bo sê kesên peya û bê tivdîr re qolordîk kemînê daytîne.

Ez bala xwe didimê Xelîlê Mala Nasir
Peyayekî delodîn ê çavbixwîn e
Bi orta tivingê digire
Ji destê cendirmakî dertîne
Bi sê denga li Elî û li Mamê dikir gazî
Dibê bi sê qeseman
Erke ne ji vî eskerê giran be
Îro çara we ji destê me tunîne

Di van rêzikên jorîn de behsa  muxbîrî tê kirin. Bê kesekî çawa çavbixwîn û şêt e. Leşker dîxwazin Xelîlê Mala Nasir banî wan her sê kesan bike da ku teslîm bibin lê Xelîlê Mala Nasir ji ber berjewendîyên xwe bê perde diaxife û dibêje ger ku hûn ji dest leşkeran bifilitin jî çara we ji destên min tune ye.

Peyayê mala bavê min rebenê
Tu car tan û niçan li xwe nedîne
Bi sê denga li Xelîlê Mala Nasir dikir gazî
Dibê, lawo terş û talanên bavê we
Li pêşîya me tunîne

Di van rêzikan de mêranî û mêrxasîya Mala Salihî derdikeve pêş. Li hemberî gotinên Xelîlê Mala Nasir bersiv didin û dibêjin tu carî em neketine bin gotina xelqê, me ten û niçên xelqê nexwarîye ku em gotina te jî bikin,

Destê xwe tavêje qayîşa tivingê
Ji milan tîne
Dûrebînê li ber çavên xwe diedilîne
Derbekî davêje bejn û bala
Xelîlê mala Nasir
Bi şûşa dûrebînê kosteka saeta zîvîn e
Derbekî lê dixe şûşa dûrebînê
Ji ber çavê wî difirîne
Kosteka saeta zîvîn e lê dixe difirîne
Heya saqa cizmê
Di nava xwîna sor de dixemlîne

Piştî gotina xwe silehê hildigire û nişana Xelîlê Mala Nasir digire gule berdidê, wî dikûje di nava xwînê de wî dihêle. Li vir jî xuya dibe ku tu tiştî natirsin û di bin gotina camêran de jî namînin ku wek meselayeke namûsê gotinên nemêrane ji bo xwe dipejirînin.

Ere hey lê hey lê hey lê
Hey lê hey lê hey lê hey axao
[7]

Naqarata kilamê.

Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê
Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb
Em ê çawa bikin li min û li te çavrijîyayê
Heyanî em sax bin li heyata dinyayê
Giran e kula kuştîyên Newala Qeremûsê[8]
Aşê Reşo, Kanîka Temo
Meytên nava dest û pîyan
Şehîdên mezelên Silîvanya
Gulê xwehê rebênê ji dilê me dernayê

Di berdewama kilamê de behsa têkçûyîna her sê kesan tê kirin, şewata dile xwe tînin ziman.

Ere hey lê hey lê hey lê
Hey lê hey lê hey lê hey axao

Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê
Rabe em ê bi destê hev bigirin
Xwe bavêjin tor û bextê
Keyalerên[9] Silîvanya
Ez ê bêjim, gelî keyaleran
Ez di bextê we û Xwedê me
Eger qisûra peyayê mala bavê min hebe
Li qisûra peyayên mala bavê min nenêrin
Ebr xerîb e ji xwe re rê nedîne

Di nava vê bêçareserîyê de Emîne dibêje ku em ê herin xwe bavêjine mezinên Silîvayê bibêjin qisûra peyayên me nenêrin, ew xerîb û rê nenasin vê kirinê nekin.

Ere hey lê hey lê hey lê
Hey lê hey lê hey lê hey axao

Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê
Heta em sax bin li heyata dinyayê
Em ê bêjin Lûlik[10]a ji kula dilê min re
Xweş Lûlika

Di van rêzikan de bi hûnera edebi ya şayesandinê ve dil êşa xwe tînin ziman û dibêjin ku heya em sax bin ev yek ê were gotin.

Ji xêrî mala xwezîyê Xwedê re
Çaxê li van peyayên mala bavê min rebenê
Lê dibû pêsîrtengî
Bila hingê ji wan re bihata
Hewara Ûnis û Evdirehman[11]
Hirçê kezebşewitî dibê’n Qewmê Çîya[12]
Gelî Silîvanya yeqîna we ji Xwedê bê
Weka teyrên ko îro xwe bavêje ser berata

Di van rêzikan de jî dema her sê kes têkevine kemîne ji bo xilaskirina wan dibêjin xwezî Mala Elîyê Ûnis pê re bigihîşta dibe ku wiha nebûya, bi hûnera telmîhê cihê şerê Mala Elîyê Ûnis jî em bi van rêzikan dibinin. Lewra bi serhildan û welatperwerîya Mala Elîyê Ûnis wek “Qewmên Çîya”  dihat binavkirin. “yeqîna we ji Xwedê bê” ev hevok wek wateya “bawarîya we ji Xwedê hebe” hatîye bikaranin ev jî hûnereke edebî ye. Ango vegotinê re dibe palpişt. Rêzika dawîyê de bi hevoka “Weka teyrên ko îro xwe bavêje ser berata” jî bi hunera edebî ya şîbandinê ve rewş li ber çavên me zelaltir kirîye.

Ere hey lê hey lê hey lê
Hey lê hey lê hey lê hey axao

Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê
Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb
Em ê çawa bikin li min û li te çavrijîyayê
Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê
Bejna Xelîl û Elî û Mamê zirav e
Tayek rihan[13]a li serê tehta

Ji xêrî mala xwezîyê Xwedê re
Çaxê li van peyayê mala bavê min rebenê
Lê dibû pêsîrtengî
Bila hingê ji wan re bihata
Hewara Ûnis û Evdirehman
Hirçê kezebşewitî bavo Qewmê Çîya
Gelî Silîvanya yeqîna we ji Xwedê bê
Weka teyrê ko îro xwe davêje ser berata

Piştî dubarekirina nakaratê ew her sê leheng tên binavkirin em êdî dizanin ku leheng, Xelîl, Elî û Mamê wan e. Du re bi şayesandinê behsa bejn û bala wan tê kirin. Jixwe nebata rihanê jî li bejna xwe xweşikîya xwe pêşberî me dike. Berdewam jî bi dubarekirinê didome.

Ere hey lê hey lê hey lê
Hey lê hey lê hey lê hey axao[14]

Axao tu nezan î
Berxê bavê min bûyo tu nezan î
Li qeza Sason[15] tu gula firar û eşqîya yî
Li Girkelo tu qesasê serê telesê cendirman î
Li çîyayê Xerzan[16] tu çira bavê Elî û Evdirehman î
Diketî deşta Silîvanya
Te çima bi destê xwe agir bi xanîyê mala bavê ve danî.”[17]

Bi şibandinên serkeftî rewşa têdeyî tîne ziman. Têkçûyîna her sê kesan êdî em bi van rezîkan fêm dikin. Ji alîye erdnigarîyê de jî me agahdar dîke wek: deşta Silîvanya, çîyayê Xerzan, Girkelo, gaza Qebicewz.

Encam

Giringîyeke din a kilamên dengbêjî ya Kurdî jî ev e ku her kilamek ji bo me wek perek zêrîn e ji dîrokê. Ji ber ku bêdewletbûna Kurda dibû sedemên wek bê binyadbûn û bê dokumentbûnê û barê giran diket ser milên dengbêjan. Dengbêj bi vî awayî dibe amureke ragihandinê. “Pelên darê bi kokê darê ve girêdayî dihêle.”

Di vê kurtenusê de em di çarçoveye folklor û dengbêjîyê de li ser tehlîla kilama “Şerê Newala Qeremûsê” rawestîyan û bi hurgili me kilam vekir ku ev kilam jî kilama M. Salihê Beynatî vegotîye û em gihêştin van encaman:

Ev kilam bi devê kesê yekem ve hatîye gotin û mijara sereke epîk/qehremanî ye. Lewra di kilamê de bi hûrgilî behsa Şerê Newala Qeremûsê tê kirin. Wekî tê zanîn berhem zêdetir xwe dispêrin hestên kolektîf ji bo vê kilamê jî hestên kolektîf bi şerê Mala Elîyê Ûnis der tê. Bi vê yeke tê dîtin ku bûyer dibe ku bibe mijara kilam û stranan.

Berhemên ku li ser vê dêsmanê avabûyî derûnîya civakê bîr û bawerîya hevpar radixine pêşberî me û em bi kilamên vî awayî ve dîrokê jî agahdar dibin, derbarê civata Kurdan de jî ger ku tehlîlek bê kirin; kesên xirab wek Sebrîyê Hecî Ûsiv û camêrên wek Ûnis û Evdirehman jî hene. Di kilamê de alîye erdnigarîyê ve agahî cih digirin ji bo nimûne cihên wek Çîyayên Xerzanê, Deşta Sasonê, Silîva, Newala Qeremûsê mînak in. Di kilamê de alîyê hunerî ve şibandin, şayesandin, telmih û hin cûreyên din bikar hatîye û di motîfan de jî motîfa sond xwarinê bi “sê qesema” motîfa formel bi hejmara “sê”, motîfa astengîyê jî bî “kemîn” a ku ji bo her sê kesan zêdetirî hatîye bikaranîn.

Çavkanî

  • Deniz, Muhammed Îkbal, “Di Çarvoveya Dîroka Devkî û Folklorê de Tehlîla Şerê Mala Elîyê û Alikê Batê di Du Kilamên Miradê Kinê de,” Nîşeyên Dersê yên Neçapbûyî, Zaningeha Bîngolê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, Bîngol, 2017.
  • http://kovarabir.com/mehmud-m-e-xerzi-salihe-beynati-11-11-1938-19-05-1984/
  • https://youtu.be/R2inUkM_-p4
  • org, Gotinên Stranan, Şerê Newala Qeremûsê
  • Öztürk, Serdar, Çanda Kurdî ya Devkî, Teza Doktorayê, Zaningeha Mûşê, Endûstîya Zimanên Zindî yên Tirkîyeyê, Mûş, 2017
  • Pertev, Ramazan, “Danasîn û Rewşa Gîştî ya Xebatên li ser Folklor û Edebîyata Kurdî ya Gelêrî” di nav Edebîyata Kurdî ya Gelêrî, Avesta, Stenbol, 2017

***

  • [1] Di serî de ji bo rê vekirina vê xebatê û alîkarîyen wan spasîyên xwe pêşkeşî mamosteyên qedir bilind ên Zaningeha Bîngolê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî  dikim
  • [2] Öztürk Serdar, Çanda Kurdî ya Devkî, Teza Doktorayê, , r.25
  • [3] Gilî: Di wateya “şîkayet, muxbîrî” yê de hatîye bikar anîn.
  • [4]
  • [5] Gaz: Di wateya  ‘PAL’ ê de hatîye bikar anîn. Jo bo nimûne; Kosedax gaz bi gaz e/ Mexelê pezê naz e.
  • [6] http://kovarabir.com/mehmud-m-e-xerzi-salihe-beynati-11-11-1938-19-05-1984/
  • [7] Axao: Hin cihan de dewsa “birao” hatîye bikar anîn.
  • [8]  Qeremûs: Qeremûs him navê gundeke û him jî navê newalekê bi xwe ye. Gundê Qeremûsê îro li ser Farqîna (Silîvan) Amedê ye.
  • [9] Keyaler: ew kesên ku gotina wan derbasdar, mezinan re hatîye gotin.
  • [10] Lûlik:Di kurmancîyê de bi wateyên “balolk, çîmax, paçûl, hûçîk” jî tê bikar anîn di zimanê tirkî de bi wateyên wek: “ağızlık,dürmanç, dürüm, emzik, fitil” tê bikar anîn.
  • [11] Dîrok û dengbêjîyê de zêdetîrî pesin didine mala Elîyê Ûnis û şerê Mala Elîyê Ûnîs cihekî girîng digire. Ji ber ku 12 salan Mala Elîyê Ûnis bi leşkerên Tirk re şer kirîye bi vî avayî di nav Kurdîan de jî bûye sembola serpêhatî, welat perwerîya gel.
  • [12] Qewmê Çîya: bîranîneke ji bo malbata Mala Elîyê Ûnis, di hin waran de şerê wan dişibe şerê Mala Elîyê Ûnis ji bo mînak; her du şer jî hember leşkerên tirk pêk tên, her du şer jî wek serhildaneke hemberî  leşkeran sembola serhildanê dixwîyê.
  • [13] Riwekek terraşî ya yeksalî ye û pelên wê wek biharat tên bikar anîn.
  • [14] Axao: him ji bo lihevanîna gotinê û him jî dewsa “bira” hatîye bikar anîn.
  • [15] Qebilcewz navçeyeke Elihê ye û cînarê navçeya Pasûr a Amedê ye
  • [16] Xerzan navê herêmekî ye û ji navçeya Hîzanê girêdayî  Bîdlisê dest pê dike û cihên wek Baykan, Hezoyê (Kozluk), Kurtalan, Beşirî û Elihê jî digire.
  • [17] mergesoft.org, Gotinên Stranan, “Şerê Newala Qeremûsê”

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Navê Kurd û Kurdistanê di Dîrokê de – Xerzî Xerzan

Destpêk Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *