Carekê du kerên reş bûne heval. Di stuyê yekî de zengil hebûye û di guhê yekî de jî guhar hebûye.
Herdu ker bi hev re çûne li mêrgekê çiriyane. Bala xwe danê wa ye makerek jî hate ba wan û çêriya.
Kerê bizengil gotiye:
– Telên vê makerê xweş in, cara pêşî ji min re.
Kerê biguhar jî gotiye:
– Na, cara pêşî ji min re ye.”
Vî gotiye ji min re, yê din gotiye na, ji min re… Ha wisa herdu ker ketine qirika hevûdu û haha ye ku qirên bikin, kerê biguhar gotiye kerê bi zengil:
– Lawo raweste. Ez ê wek qelenê Kerkûkê çar milyar Dolar bidim te, bila tela pêşî ji min re be.
Kerê bizengil sêwiriye, ramiyaye û xwe bi xwe gotiye:
”Weleh 4 milyar Dolar ne diravekî hindike, lê wê mora xiniztiyê li eniya min bikeve û heta ku azbata min li dinyayê hebe, wê xelk bike tahn û niç û bide ruyê neviyên min. Ya baş ew e, ez Dolar wernegirim û tela pêşî ji xwe re bistînim.” û gotiye:
– La lawo ew pereyê ku Kerkûk pê hatiye firotin, qelp in. Na, heval. Ez qebûl nakim û tela pêşî ji min re ye.
Kerê biguhar gotiye:
– Lawo, kero wa ye hinek bajarekî qirase bi hewqas Dolar firotine. Ma tu telekê bi hewqas Dolar nadî?
Kerê bizengil gotiye:
– Tu rast dibêji, lê mesela dirustiyê cuda ye û ya xiniztiyê karekî din e.
Kerê biguhar got:
– Baş e, madem tu vê nakî, ez ê pêşniyareke dî ji te re bînim.
Kerê bizengil gotiye:
– Fermo, ka pêşniyara xwe bêje:
Kerê biguhar gotiye:
– Eger tela pêşî ji min re be, ez çi bi makerê bikim jî, dengê min naçe kesî. Lê eger ji te re be û tu rabî ser wê, dengê zengilê te wê here her kesî. Ev e ez jî bêpar dimînim û wê xwediyê makerê were û te jî bikuje.
Kerê bizengil gotiye:
– Ha, haaaa! Eva wele w bile w û telah, min bîra vê yekê nedibir. De bila tela pêşî ji te re be, heyran…
Kerê biguhar li dora makerê çûye û hatiye, makerê gotiye wî:
– Kero, ji min dûr be. Ez bi mêr im, malbata min heye, zarûkên min hene…
Lê Makerê kiriye û nekiriye, Kerê biguhar jê venebûye. Îcar Makerê xwe sist kiriye, Kerê bi guhar kiriye ku rabe ser Makerê, makerê jî keys lê aniye û zîtikek lê xistiye, erçûmeka wî şikandiye û diran di dev de hûr bûne, piştre gotiyê:
– Hey lawê makera deşta warfiroş! Kî ji başûr ve were û li min siwar bibe, kî ji bakûr ve were û rabe ser min, er ê ez maker im, lê qey ez bênamûs im?
Zeynelabidin Zinar
23/ 11/ 2017