Şerdên Îmanê

Ez bisilman û bi îman
Ez dinasim ev ol û dîn
Xwişk û birayên bisilman

Bo nexapin ji her kemîn
De ka werin em ji hev re
Bidin nasîn û binasîn

Ji van şerdan Xweda yek e
Xwedî qadir l-jîn û jiyan
Rêvebirê çerx û dem e

Bawerî bi ferîşteyan
Şerdê duyem ji rêz û rê
Pak û paqij ew her zeman

Bi pirtûk û peyamberê
Qasidên pak û bijarte
Sê û çar ji şerdan hevrê

Şerdê pêncem axîret e
Dû ev cîhan heye jiyan
Bi mirinê destpêk li te

Şerdê şeşem qedera can
Hat nivîsin ji bal Yezdan
Teqdîr ji Wî tevdîr l-bendan

Mustafa Rêzan
31.05.2017  Amed

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply