Xwendevanên delal û bi rûmet! Ewilî em lêborînê ji we dixwazin û dibêjin me biborin ji ber hinek sedeman em pir dereng man. Lê şikur ku va ye bi hejmera 2.em em dîsa bi we re ne.
Niha çanda Kurdî û xebatên zimanê Kurdî tev bi dildariyê ve bi rêve diçe û didome Xweda van kesên dildar kêm neke înşellah. Ku ne ji vê dildariyên Kurdî be, tu kes û rêxistinek bi rêve nadibir û çanda kurdî nedigîhîşt vê astê. Çimkî xebatên Kurdî niha tev bi dildariyê tên holê. Ji ber vê em hemû dildariyên ziman û çanda Kurdiyê silav dikin. Her dildar hêja ye û bi qedr e.
Kovara me jî bi dildarî bi rêve diçe û ji hêla zimanhezan ve nivîs amade dibin û ji me re dişînin em jî cih didin nivîsên wan. Her kes li goranê xwe li Kurdî xwedî derdikeve ev berheman tên holê û dibe kovara dijîtal. Em spasiyên xwe pêşkeşê wan dikin.