Sêşem , Nîsan 24 2018
Malper / Forum / Ser Destanê Memê Alan Çend Şîrove

Ser Destanê Memê Alan Çend Şîrove

Memê  Alan yek jidestanên kurdan e. Gelek varyasyonên wê hene, lêmin tene berhema Robert Lescot xwen. Destana Memê Alan birastî jî destaneke binav û denge. Hema bêje li hemû heremên Kurdistanê ev destan piçek ji be tê zanîn û j ialîyên denbêjan gava ciwat di şevên reş de lihev dicivîya bi awayek stranî tênin ziman.

Ev destan çikas ji bi awayekî coş bêgotin jî lê belê bi wateya xwe mirovan gelek xemgîn dike. Lewra ev destan bipêşdar kirina qesr û qonxan destpê bikejî, lê dawîya destanê bi awayekî xemgînî dihundirê zindaneke reş û tarî de xelas dibe.

Destana Memê Alan destaneke netewîyê kurd e. Û ev destan bûye bingeha gelek çîrok, efsane û destanan. Bo numune destana Ehmedê Xanî ya ku bi navê Mem û Zîn nivîsandibû bingeha xwe ji Memê Alan sitendi bû. Ev ji dide fêm kirin ku destana Memê Alan çikas destaneke mezine ku dibe bingeha destaneke wiha ku binav û deng e. Bêgûman ev tişt derdikeve holê ku destana Memê Alan destaneke alelade nîn e, destaneke pir dewlemend û bêhempa ye.

Weke ku min di destpêke de ji got cara yekem destana Mem Alan ku Robert Lescot berhev kiriye xwendibû. Û tiştê ku min jê fêm kiriye ez ê bikurtasî bejim û piçekêjî ez ê lehenga dahûrîner bikim. Ji bo wê yekê çewtiyên min ji kerema xwe re biborînin.

Memê Alan kurê padîşahê bajarê Mexrîbê û xarzîyê şêxê Qureyşîya ya û ji bo paşerojê jî xwedî yê textê padîşahê kurda ye. Memê Alan xortekî qeşenge û dinav gel de zahf tê hez kirin. Rojekê sê perî bi awayekî sîhrî ji bajarê Cizîrê xwuşka Mîr Ezîn û dotmama Hesen, Çeko û Qeretacîn û di eynê wextê de dergistiya Çekoyî sê salan ku bi navê Zîna Zêdan tenin oda Memê Alan. Dema Memê û Zîn hişyar dibin û hev dibinin dile wan li hevgerm dibe û çiruska agirê evînê dikeve nava dile wan. Ji bo zewacê peyman didin hev gustilê di tiliyên xwe diguherînin û serî dixin xev.Piştî razanê perî dîsa radijin Zînê û wê dibin bajarê Cizîrê.

Dema ku dibe sibe û Mem şiyar dibe û Zînê li cem xwe nabîne pir xemgîn dibe. Pêşekî dibe qey ya ku wî ditibû xevn bu lê gava çavên wî li gustîla tiliya wî dikeve fêm dike ku ev ne xevne.

Mem siwarî hespa xweyî Bozê Rewan dibe ku ev hesp ji hespên dine cuda ye. Lewra ev hesp rê ya şeş mêha di pazderoja de diçe. Ev hesp hespekî bêhempa ye. Mem bi wî hespî dikeve pey Cizîrê lê ewrê ya Cizîrê nizane. Mem dirê da rastê Xoce Xizir tê, Xizir rê nişanî wî dide û alîkariya wî dike.

Mem ji ber ku Zînê dergistiya Çeko ye diçe mala her sê bira Hesen, Çeko û Qeretacîn. Ev her sê bira pismamê Zînê ne û mazuvanên gelek hêja ne. Ji ber ku Memê Alan padîşahê kurdane ev her sê xortê qenc qîmeteke pir mezin didin wî. Gava Mem dibêje derdekî min heye, ev her sê xortê qenc dibêjin çi derde te hebe em ê çareser bikin. Lê Mem şerm dike ku bêje ez evîndarê Zînê me. Lewra Zînê qelenîya Çekoyî sê sala ne. Ji bo wê yeke tene dibe ‘’dilêmin liyan e!’’

Demek şun de derdê Mem eşkere dibe gava Çeko dibihîze pir xemgîn dibe lê ji ber ku Mem padîşahê kurdane û mêvane û Peyman dabû ku dê derde wî çareser bike. Ji ber wan sedeman ji bo kêfa Memê Alan padîşahê kurdan were cîh dej qelandarîya xweyî sê salan Zîna Zêdan berdi de.

Bekoyî Şeytan ku ew mirovekî qeşmer û bêxîrete, kare wî her tim fesadîye. Bêbextiye bi Mem dike. Beko ji MîrEzîn re dibejê Mem padîşahê kurdaye û çavên wî li bajarê Cizîra Botan e. Bi awayî Mem wek dijimine kî nîşanî Mîr dide. Mîr Ezîn jî ji wan tiştan bawer dike û dawîyê jê hîn dibe ku Mem dil ketyê xwuşka wî Zînê ye. Ji ber wê yekê bi çavekî nebaş liMemê Alan dinê re.

Dawîya destanê da Beko lîstikekê têne serê Memê Alan û dibe sedema ketina Mem î zindanê. Dema zînê hîn dibe ku Mem ketiye zindanê pir xemgîn dibe. Zînê di çeserdana wî. Berî ku here zindanê qîza Beko hinareke jahrî kîrî dide Zînê ku bide Memê Alan. Mem di xevna xwe de dibine ku jahrî têda ye lê dîsa dixwe û dimre. Zînê jî ji ber xemgîna xwe dimre. Mîr Ezîn hîn dibe ku Beko lîstikeke mezin li ser wî lîstiye wî dide kuştin. Bi awayî destan diqede.

Dahûrîn

Ez ê li wê derê jî piçek dahûrandina dastana Memê Alan bikim ku li ser kurdbûna wî û tiştên din. Ji bilî wan biwêj û motîfên kurdan û li ser bajarê Mexrîbê çend tiştan bejim.

Memê Alan ku de destanê de jî tê fahm kirin xortekî qeşeng û pir caran jî tê gotin ku ev padîşahê kurdane. Zîna Zêdan jî xwuşka Mîr e û xweşikbûna wê ji zimanan nakeve. Dema ev û Memtên cem hev, mirov dizane ku ew her du ji bo hev hatine afirandin. Gava ku her du tên ba hev û diaxivin, axaftina wan ne cuda ye. Her du jî bi eynê ziman diaxivin ev nîşanî me dide ku ew her du ji netewekî tên.

Di destanê de derbarîyê olîyê de jî agahî hene. Mînak Mem giradayî eşîreta Qureyşîya ye. Sedema ku ev giradayî Qureyşîyan eve ku: Berê da yek seyîdbûna yan jî alaqa wî bi Qureyşîyan re hebûna qîmeta wî zêde bû.

Di destanê de xeynî Misilmantîyê bahsa perîyan jî dike, ev jî nîşanî me dide ku alaka wê destanê bi berîya Îslamîyetê jî heye.

Destana Memê Alan xeynî wan tiştan em hînî terza gel jî dibin. Mînak; ketina Mem zindanê û bahsa qesr û qelayan dike ev jî niştecîhbûna kurdan nîşanî me dide.

Dema di destanê de behsa Hesen, Çeko û Qeretecîn dike em mezinbûna mazûvantîya kurdan fahm dikin ku li gora şert û mercan naguhere. Xwestekê mêvan çi be jî mêvan li ser seran tê pejirandin. Ev jî motifeke kurdan dîyar dike. Ji bilî mêvantîyê gelek biwêj û gotinên pêşîyan di destanê de derbas dibin. Ez ê çend heban binvîsîm ji yên ku tên bira min;

Gur namirin du parîyan (rûpel 54)

Mala me şewitî (rûpel 128)

Ko serê hate birin, nayê kirin biperane (rûpel 142)

Para berxê nêr her gav kêr e (rûpel 143)

Xwelî li serê we be (rûpel 148)

Xeynî wan gotinê pêşîyan û biwêjan em hînên agahîyên zagonê kurdê Cizîrê Botan jî dibin ku jîyana xwe li ser wan zagona domandine. Mînak; di cihekî de derbas dibe ‘’eger dewar û tarîş û yan jî însan here nav erden mêrîyane, mêrîdi kare wî dewarî an jî însanî ji xwe re bîne û heqê kesî tune ji mêrîyane’’ (rûpel 97)

Ji bilî wan em dewlemandiyan wan hîn dibin ku ne bi gotina carna jî bênivîs û bêgotin bûyera didin fahm kirin. Mînak dema ku Stîyê ku jina Hesene mirina Mem Alan li kaxizekî de binivîse û ji Hesen re bişîne pozê kaxiz di şewitîne. ‘’pozê kaxizê şewitand, îşarîyeta mirîyane’’ (rûpel 147) ev jî dewlemendiyeke cuda ye ku kurd tiştê xerab naxwazin bînin ziman û binivîsin.

Bajarê Mexrîb li kuderê ye? Yek nikare biqethî bêje ev der e, lê em dikarin bes şîrove bikin. Şîroveyeke wisa heye ku ji ber ku li bajarê Semsûrê gelek şêx û seyid hene û Mem jî girêdayî eşîreta Qureyşîyana em dikarin bejin bajarê Mexrîb Semsûre. Lê ev tişt ne qethîye tene îddayeke ye.

Beko jî motîfek kurd e û nîşana xerabîyê ye. Nîşana bêdadî û bêtîfaqa kurda ye ku di berê de xwe li ser çarenûsa kurda girê daye û bi lîstikê qirêj nahêle aramîyek we re axa wan. Le mîxabin em dibînin ku me hê jî beko ne kûştîye tev de ê nû derdikevin holê.

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Bê lêzêdekirina zimanê Kurdî, zimanekî fermî yê hevbeş, tenê hewla bişaftinê ye!

Divê em ji bîr nekin ku hemû zimanên fermî yên dewletan, her wiha  zimanê dayikê …

Leave a Reply

%d bloggers like this: