Şengilo- Mengilo

Carekê bizinek ji nava pêz vediqete diçe çiyê, binê zinarekî xwe re dikole, holikê ava dike, xwe re dike gom, têda dizê: sê kara tîne. Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê yekê jî Qalîçengilo. Kar ku mezin dibin, maka wan şîret dike, dibê:

– Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, niha ezê herim çêre, kengê ez hatim, min got:

Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo,

Ez çûme zozana,

Qirşik kete ber dirana,

Şîr kete gihana,

Dayka we hate dena-

Derî vekin,- hûn paşê derî vekin, werine dena.

Çend roja usa derbaz dikin wî hesabî. Rojekê gur gilyê wana dihese. Bizin ku sibê zû radibe, diçe zozana, berî bizine gur tê dibê:

“Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo,

Ez çûme zozana,

Qirşik kete ber dirana,

Şîr kete gihana,

Dayka we hate dena-

Derî vekin”.

Şengilo dibêje:

-Mengilo, Qalîçengilo, derî venekin, eva diya me nîne,

wexta dena nîne, dengê diya me zirave, lê yê evê qaline, derî venekin.

Mengilo dibê:

– Na, eva diya me ye,- derî vedike. Çaxê Mengilo derî vedike, gur wê çaxê Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo dadiqurtîne.

Bizin wextê xwe de tê, dinhêre ne Şengiloye, ne Mengiloye, ne Qalîçengilo ye, tunene.

Bizin radibe diçe cem teyr dibê:

– Te karê min birine?

Dibê:- Vî erdî, vî ezmanî min nebirine!

Bizin diçe cem leglegê, dibê:

-Te hersê karê min birine?

Dibê:

– Vî erdî, vî ezmanî min nebirine!

Bizin diçe cem rûvî, dibê:

– Te hersê karê min birine?

Dibê:- Vî erdî, vî ezmanî min nebirine!

Bizin diçe cem hirçê, dibê:

– Te hersê karê min birine?

Dibê:- Vî erdî, vî ezmanî min nebirine!

Bizin dinhêre gur rastêra diçe, dibê: “Vî gurî karêd min xarye.” Diçe, dibê:

– Gur, te hersê karê min birine? Gur dengê xwe nake.

Bizin dibe: -Dêmek te Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo birine. Şerê min te re şer e,- dibê,- guro, tu diranê xwe tûjke, ezê jî sitrûyê xwe tûjkim, emê şerr bikin.

Bizin diçe ser hedad, sitrûyê xwe rind tûj dike, gur jî diranê xwe tûj dike. Paşê têne meydanê, hevra şerr bikin. Gur dike-nake bizina kûvî nikare. Bizina kûvî sitrûyê xwe tûj li zikê wî dixe, banz dide kolê, gur dikuje. Zikê wî diqelêşe,

Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo derdixe, dibe: -Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, hûn kuda çûbûn, çevê diya we korbe.

Dibê:- Hal û hewalê me û gûr ev.

Bizin dibe: -Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, eva wera şîret, careke dinê xwe şaş nekin,- û karê xwe hildide dibe çiyê.

 

(Ev çîrok ji “Hîkayetên Cemata Kurdan” hatiye vergirtin)

 

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply