Senfoniya Giyan

ez

rêwiyê keştiyeke li diyarên bêxwedî

asê mayî me

pêlên okyanûsa nava min

di pêl avêtina ser pêlên xwe de

xeniqîn

rojan

ez mişextî reştariya konçalên

bêbinî kirim

birîneke xedar

di gewriya min de

qalik girtiye

her roj

giloka êşên bêderman

dadiqurtînim

zimanê keskesora nava min

ker û lal e

bedenê min

di jana bêxewiya şevan de

dilerize

xeyalên şîrîn

li hingûra êvarên xemgîn

tehl û tirş bûn

kaniya hêviyên bi coş

miçiqîn

bayekî har

di guhên noşîcana piyala min de

wîzewîz e

ewrên xwînê

dîwarên çarenûsa min

dorpêç kirine

tîreke tûj

di dilê bafiroka zaroktiya min re

çûye xwarê

li vî bajarê mijgirtî

beytikek bêzar û perşikestî me

hemû dergehên şadî û xweşikiyê

li ber ronahiya çavên min

hatin girtin

demsal

di jana hesretê de

têkçûn

hestên xerîb

di bîranînên berbabûyî de

perîşan bûn

kêf û zewq

di qêrîna bêdengiya temen de

tarûmar bûn

çerxa feleka qehpik

berê xwe ber bi aramxaneya min ve

zivirandiye

her dem

keder û keser

axîn û nalîn

dibin mêvanê odeya min

hewes û daxwaz

li bêçaretiyê qurifîn

dengê senfoniya giyan

hate birîn

gotinên tazî

li ser xunava lêvên peritî

dilerizin

pelên payîza xemgîn

ji şaxên laşê westiyayî

diweşin

li nav tirsa demên hovane

min xwe li xwe qedexe kir

ez ê

sira serpêhatiyên jiyana xwe

di hembêza goristana bênav de

veşêrim

Xizan Şîlan

2014-06-17

Stockholm

 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply