Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Agahî-Nûçe / Semînerek li ser Qereçiyan hat lidarxistin

Semînerek li ser Qereçiyan hat lidarxistin

Li bajarê Êlihê (Batmanê) bi piştgirîya Komeleya Nûbiharê semînera Neteweyekî Li Ber Windabûnê DOM (Mitirp, Qereçî, Çîngene) hate li dar xistin.

Semînar ji hêla lêkolîner û Nivîskarê Malpera Çandnameyê Dilazad ART ve di 14ê cotmeha 2018an, roja yekşemê li salona konferansê ya Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Êlîhê hate li dar xistin.

Dilazad ART, li ser netewetî û zimanê Dom’an û li ser jiyana wan ya civakî û aborî semînera xwe pêşkeş kir. Dilazad di semînerê de li ser Dom’an agahiyen girîng û taybet dan û netewetî, ziman û çanda Dom’an anî ziman:

Dom li axa Mezopotamya dinav Kurdan de dijîn. Zimanêkî wa ê taybet heye. Jê re dibejin Domanî. Lê mixabin ji xeynî pîrên Doma pêvê tû kes nizanê vî zimanî. Ev ziman nehatîye alfabekirin û bi tû alfabeya jî nehatîye nivîsandin.

Dom, komek ji wan mirovên ku ji welatên xwe ê Hîndîstanê koçkirine û li axa Kurdîstanê bi cîh bûne. Îro ne wek aşîretekê ne, behtîr wek netewekîne. Zimanê Doma, Doma dixê asta netewekî de. Îro ji zimanê wa ew tenê têdigihijin. Heta îro li ser zimanê wa ti xebat nehatine kirin. Kurd ji Doma re dibejin Mitirb, Qereçî û Cingene. Di nav Kurdan da kêm kes navê Dom û navê zimanê wa Domanî bihîstîye.

Dom ji zimanê xwe re dibejin Domanî. Ev ziman ji malbata zimanên Hînd – Ewrûpîye. Ji şaxê Hîndîyê. Nezîkî zimanê Urdîye (zimanê Hîndîstanê). Lê ji ber ku bi sed salane ji hev dûr ketine zimênê wan jî ji hev cûda bûne. Ji zimanê Domanî tenê bêjeyên rojane ê jiyana Doma mane. Ji ber ku ziman ne hatîye bikaranîn bêjeyên nû avanekirine û bêjeyên xwe jî ê ku bikarneanîne ji bîr kirine.

Navên Dom’an;

  1. Li herema Riha û Semsur; gewende
  2. Li herema Weranşar û Sîwerek; aşiq
  3. Li herema Diyarbekir; aşiq, mitrip, qereçî
  4. Li herama Wan û Hekkarî; dom, mitrip
  5. Li herama Mereş û Entaqya; abdal, dom
  6. Li herema Dersîmê; xurbet
  7. Li herema Erziromê; poşa
  8. Li heremên Dimilkî; qereçî, mitirib,
  9. Li herema Merdîn, Êlih, Sêrt, Şirnax; mitirb, mitrip, qereçî’

 Di berdewamiya semînerê de Dilazad li ser jiyana civakî, çandî û aborî ya Dom’an rawestiya.

‘Jiyana Doma (Çand û Hûner û Jiyan)

Jiyana Doma ji du beşa pêktê.

  1. Dema Koçberîye: Ji dema ku ji welatên xwe ê eslî hatine heta mîladî sala 1990î bi awayê koçberîyê jiyana xwe domandine. Di jiyana dema koçberîye de bingeha Doma kon û komkon bûn. Bi taybetî li gunda kon divekirin. Dom li gorî nasîtî û êlîtîye koç dikirin. Komkon ji sê – çar kona pêkdihat. Serokê / mezinê her komkonekê hebû. Ev serok bi taybetî ji ê zilam û ji ê herî pîr dihate hilbijartin. Ev hilbijartin bi awayekî sirûştî çêdibû. Ne ku bi rayan dihate hilbijartin. Di nav komkon ji zilaman kî pîr bê ew dibû serokê komkon.
  2. Dema Niştecîhbûnê: Ji mîladî sala 1990î û bi vir de Dom jiyana niştecîhbûnê bikartênin. Mîladî sala 1990î ji bo Mitirban salake gelekî girînge. Ev sal jiyana ku bi sed salana dihate jiyandin di carekê de veguhastî rengekî dî. Heta vê salê Dom li her derê bê nasnamê bi awayekî hesan digeran. Li gor rewşa demsala li devera ku dixwestin konê xwe an komkonê xwe divedan. Piştî ku li axa Kurdîstanê ji sedemên sîyasî bi darê zorê gund hatin valakirin wek Kurdan rewşa Doma jî serûbin bû. Bi valakirina gundan re, çandînî û heywanvanetî di yek carê de mir. Derketina newal û gir û çiya û zozana hate qedexekirin. Gelê Dom piştî vê rewşa nû mecbûrê guhertina jiyana xwe bûn. Ê dî li ber bajaran bicîh bûn. Ji ber ku tu sermaye di destê wan de tinebû li ser axê bêxwedî bi kelpîç û kevir û pirîkêta xanîyên yek ode avakirin. Bi vî awayî jiyana Doman kete dewra duyemîn de.

Xanî

Berî ku Dom bicîh bibin di kona de dijîyan. Li gora demsala kone xwe li gundan an kevîyên bajaran didanîn. Dema di kona de bûn jî ji hemû tiştê ku jiyana mirovan hesan dikin bêparbûn.

Xanîyên Doman li kevîyên gund an bajarane. Xanîyên wan xerabe, kevin, hêrivî, bêboyaxin. Kolanên wa lewitîne. Hin xanî bê av û bê kahrîbarin. Avdestxane wa di hewşê wa de ne. Sedemên van nexweşîyan nezanîye, xîzanîye û bêkarîye. Xanîyên kêm Domên dewlemend dinav bajarde paqij û xweş in.

Aborî û Debar

Dom ji piçûkan heta mezinan dizanin li ribabê bixin. Ji bo vena kemençe/ribab bûye sembola Doma. Lê ji bo ku orkestraye mûzîkê zêdebûne wek berê nan ji kemençê dernakevê. Ji bo vêna Dom karên dî ê dinye dikin. Bi erebê dewara hemalîyê dikin. Dema havînî wek Kurdan Dom jî bi malbatî diçin ber Derya Reş ji bo karkerîya findiqan bikin. Kêm Dom debara xwe bi xurdavanî û atarîye dikin.

Berîya dema biniştecîhbûnê Dom di gelek curên karkerîye dihatin naskirin. Jinên Dom bi taybetî li fala dinerîn. Hin ji zilamê Dom li herema ku diçûnê de nalbendîtî dikirin. Jinên Dom dermanên sirûştî sazdikirin. Ev derman li gor dema xwe gelekî bikardihat. Dirandarî jî karekî ku Dom tê de pêşketîbûn. Bi taybetî li ser dirana zêr kirasdikirin. Heta îro jî diranên gelek Doman zêrkirî an zîvkirîye. Ev bi xwe jî nîşana spehîtî û xemladinîya Domaye.

Weje û Hûner

Dom ji ber ku bi zimanê xwe nepeyîvîne û nenivîsandine wejeya nivîskî nîne. Hûnera xwe jî bi zimanê Kurdî avakirine. Ji ber vena ye ku bi Domanî ne stran, ne çîrok, ne gotînên bavûkala, ne mesel, ne metelok hene. Dom ji serî heta binî xwe li gor hûnera Kurdî sazkirine. Di stran û çîrokên Kurdî de kem Kurd wek Doma zana û jêhatîne.

Ol / Dîn

Dom Misliman in. Ji ber vena hemû rîtûelên Îslame bikartênin. Mirîyên xwe li gor Îslame vedişêrin. Rîtûelên zarok çêbûnê jî li gor Îslame ne. Dom jî zarokên xwe sinetdikin. Di bawerîye de ti cûdayî di navbera Dom û gelên mislimanan de nîne. Tenê di hêla torevanîye de torevanîya Kurda ji xwe re girtine.

Ziman

Zimanê netewê Dom Domanîye. Lê mixabin ev ziman roj bi roj bi ber windabûnê ve diçê. Zarokên Dom kes hînî zimanê xwe ê zikmakî nabê. Ya rast dê û bavên zarokan naxwazin ku zarokên wa li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber vena di nav civata Doma da ê mezin li ba zarokan ti car bi domanî napeyîvîn. Ji xwe hin Dom xwe Kurd dihesibênin. Dom ji hêla ziman ve dinav civaka Kurdan de roj bi roj dihelin. Ji xwe Domên herî pîr jî ji zimanê xwe gelek bêje jibîrkirine. Ji xeynî çend bêjeyên taybet tiştekî bi Domanî nabêjin. Sedema helandina zimanê Domanî, Dom naxwazin di nav civaka Kurdan de wek netewekî cûda bêne xuyakirin. Sedemeke dî jî ji ber ku Domanî ti meferê nadê Doma, Dom naxwazin zimanê wa Domanî bijî. Tiştekî xerîbê, bê çawa Kurd dixwazin bi Tirkî bipeyîvîn, Dom jî dixwazin bi Kurdî bipeyîvîn. 

Perwerdehî

Xwendin dinav gelê Dom de gelekî kêm e. Ji gelek sedemen yek jê ji bê nasnametîye. A duduyan zarokên Dom hê di temenêkî gelekî piçûktê tevlî debarîya malê dibin. Ji bo ku Dom dinav Kurdan de dijîn ti pewistîya xwendina Tirkî nedîtine. Ji xwe perwerdehîya Kurdî û ya Domanî jî nîne. 

Zewac

Zewaca gelê Dom dinavbera hevde çêdibê. Kurd keçê xwe nadin Doma û ji Doma jî keça ji xwe re nayênin. Hine û dawet wek edetên Kurdan e. Girêdan cil û bergan jî dişibêhê ya Kurdan. Dom di temenên piçûkde dizewicin. Di nav Doman de qelen xwestin heye. Lê ji ber ku Dom di jiyaneke xîzan de ne, qelenê ku dixwazin li gor dewlemendîya mala zavê ye.

Ger / Parsektî

Ger, nişaneke netewê Dom e. Wateya gerê ne kû tê wateya parsektîya ku mal û diravan ji mirovan bixwazin. Ji ber ku di siruşta Doman de xebatkirina karên dinyê nebû, li gundên ku konê xwe lê vedidan ji gundîyan xwarin dixwestin. Li gor deman û demsalan ji gundîyan tiştê ku pê debara xwe biborînîn dixwestin. Wek caw, hirî, mast, şîr, nan, cil, dirav… Gera ku mal bi mal li gund digeran û ji xwe û ji bo zarokên xwe xwarin didan hev navê wê Ger bû. Bi taybetî jinên Dom derdiketin gerê. Zilamên Dom ji xwe şerm dikirin ku derkevin. Zilam tenê dema gundîyan bênder didan hev ji bo zekatê ji xwe re bidin hev derdiketin ger ê.

Deq

Deq, tore û nîşaneke Domaye. Nivşê nû ne tê de hemû Dom çi jin çi zilam bi deq in. Jin deqê xwe li ser rûdan û li ser destê xwe çêdikin. Zilam kêm kes ne tê de ê dî tev li ser destê xwe deqa çêdikin.

Ribab

Ribab, amûra ku ji dara tûyê an ji dara gûzê çêdibê ye. Çermê heywana lê dipêçin û têlên kevana wê ji mûyên tirya hespan e. Nava kodika wê walaye. Ji bo ku têlên kevanê bi aqort bikin alaveke ku jê re benîşt tê gotin li ba xwe digerinin.

Şabaş

Dema Dom li daweta govendvan di coşandin, kesên ku dixwest pere dixistin nava kodika ribabê. Piştî vêna ê Dom di bê bi awayekî hûnermendanê pesnê vî kesên ku ew pere xistîye kodika ribabê bidane. Ji vê pesndanê re Şabaş tê gotin. Şabaş hîmekî dawetên Kurdewarîye. Kî gelek pere bidê ê Dom pesnê wi xweştir û gotinên pesndayînê direjtir dike.

Reqs

Govenda ku mirov dikevine milê hevde nave we Reqs e. Reqs tê wateya hejandina bedenê û coşbûnê. Li gor ritmê stranê hejandina milan pêktê. Bi hejandina milan re ritma pîya û paka jî tê girtin. Di reqsê de ê ku ketin destê hev heta yek ji wa na devjêneberdê bi dawî nabê. Ji xwe reqs wek meydana şer e. Ê ku zû dev ji reqsê berdê ew binketî ê dî serkeftî dibê. Ji bo vena di hin dawetan de ê ku diraqisin heta cilên li wa ji xwehdanê nebin wek avê dev ji reqsê bernadin.

Navên Mirovan ê Dom a

Dom navên zarokên xwe li gor bawerîya xwe – Îslam – dideynin. Ehmed, Yusuf, Fatma, Meryem… Ji bo ku dinav Kurdan de dijîn navên Kurdî ê watekûr li zarokên xwe dikin. Bi taybetî navên Kurdî li gor bûyerên ku hatine serê wa li zarokên xwe dikin. Mînak: Nîsan, Bextnema, Demhat, Ecepzeman, Pehlewan, Ceger, Hêja, Levhat, Dilxwaz, Rûber… Lê mixabin navên bi Domî li zarokên xwe nakin.

Jiyana Civakî

Taybetmendîyeke Doma jî ev ê ku bê nasnamene. Zilamên Dom ji ber ku bê nasnamene leşkerîye jî nakin. Ji ber ku nasname ninin zewaca fermî jî dinav Domana de nîne.  Lê hin bi hin malbat nasnameyên xwe derdixin. Sedema yekemîn jî ji bo derxistina Qertên Kesk û ji bo tenduristîya wa ye. Sedemeke dî jî ji bo meaşê pîrîtîye nasnameyên xwe derdixin.

Dom di demên berê de di nav civata Kurdan de bi qiymetbûn. Ji ber ku li dîwan û odeyên axayan, malmezinan, began civat bi mesele û şer û çîrok û stranên Doma dixemilî di dawîya civatan de xelatên heja pêşkeşî ê Dom dikirin. Hin Dom wek berdestkê axa û began dixebitîn. Ji ber ku Dom stranbêj li dîwanên mezinan pesnê axayan an began bidê ji hêla axa û began ve dihatin parastin. Ji ber vena ye ku berê ji Doman re digotin begzadê.’

Di encamê de Dilazad, daxwaz û xeyalên Dom’an anîn ziman.

‘Daxwazên Doman

  1. Dom bi taybetî ji mirovên derdora xwe dixwazin ku bi çavekî baş li wa binerin.
  2. Dom dixwazin mirov ji wa re nebêjin mitirb, qereçî an cengene ji ber ku ev nav bi parsektî û bi dizîye û bi tiştê nebaş têne fêmkirin. Dom dixwazin bi navê sazbend, hozan, hûnermend an Dom werin bi nav kirin.
  3. Dom dixwazin Kurd keçên xwe bidin lawê Doman û ji kurên xwe re jî keçên Dom bixwazin.
  4. Dom ji xeynî ribablêxistin dixwazin di karên dî de jî bixebitin. Ji bo vena dixwazin ku mirov wa na bixin karên xwe de.
  5. Dom ji bo ku hûnera xwe (sazbendîyê, ribablexistin, çîrokbejî, stranbejî) bipêşde bibin û di hûnera xwe de bibin pispor dixwazin ku ji bo wa sazûman, komel û navendên çandî bêne avakirin.’

Semîner bi pirsên beşdervanan û bersivên Dilazad bi dawî bû.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir