Semînera Di Tekoşîna Netewî ya Kurd de Helbest li dar dikeve

Rêze Semînerên Dîrok, Çand û Hunera Kurd ku li Weqfa İsmail Beşikci pêk tên vê heftê (12.03.2016) rola helbestê di tekoşîna neteweyî ya kurd de dike mijara xwe. Dê semîner ji hêla lêkolîner û nivîskar Celâl Temel ve were dayîn.

Weqfa İsmail Beşikci di payîza 2015’an de bernameya Rêze Semînerên Dîrok, Çand û Hunera Kurd dabû destpêkirin û her hefte mijarên bi cihê reng ji hêla nivîskar, lêkolîner û akademîsyenan ve dihat dayîn, berdewam dike. Vê heftê lêkolîner û nivîskar Celâl Temel li ser mijara  “Di Tekoşîna Netewî ya Kurd de Helbest” raweste.

Pirtûka Temel ya bi navê “25 Sal Beriya 1984’an Tekoşîna Bêçek ya Kurdan” sala çûyî ji hê Weşanên Weqfa İsmail Beşikci hatibû çapkirin û di pirtûkê gelek helbestên ji hêla sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd ve hatî nivîsandin cîh digirtin.

Temel mijara semînera xwe giringiya wê wiha dide der: “Navgînên cur bi cur ên tekoşîna rizgarbûna netewan hene. Ji vanan çek ê herî tê zanînê ye. Lê di heqîqet de, ji dervayê çek di tekoşîna rizgariya netewek de gelek navgîn hene. Dikare gelek navgînên wek xebatên perwerdehî, kulturî û civakî, navgînên cuda yên propagandaya nivîskî û devkî; çapemenî-weşan,  muzîk, edebiyat bêne jimartin.”

Temel di berdewamiya axaftina xwe de bandora helbestê di tekoşîna kurd de destnîşan dike û wiha berdewamî dide axaftina xwe: “Gelo wek berhemek helbesta di bin banê edebiyatê de, dikare bandorek zêdayiyek bide tekoşîna netewî? Em bi hêsanê dikarin vê bandorê di tekoşîna netewî ya kurd de, bibînin. Ger ji nêz ve bê şopandin, em dê bibînin ku rewşenbîrên kurd ên di nava tekoşîna netewî de, bi awayek romantîk, helbestê wek navgînek ku bandor li ruhê meriv dike, bikar anîne. Vê jî him bi nivîsîna helbestê, him bi eleqeya xwe ya helbestê nîşandane. Kurd gelek e ku helbestvan û hozanên wî pir in.”

Dê semîner roja şemiyê saet 17.00’an de li Weqfa İsmail Beşikci were lidarxistin.

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply