MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Firingî: 4 heb
*Pîvaz: 2 serî
*Îsotên tûjik: 2 heb
*Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê
*îsotan pûlikî: Kevçiyekî xwarinê
*Naneya hişk: Kevçiyekî xwarinê
*Rûnê zeyt: Kevçiyekî xwarinê
*Leymûn: Hebek
*Tirşa hinarê: Fîncanek
*Xwê: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA SELETEYA ECIQANDÎ
Hemû melzemeyên seletê bixin derdanekê, avê berdin ser wan û bişon. Firingiyên xwe biqeşêrin û gelek hûr bi şêwaza kabik hûr bikin, pîvazên xwe gelek hûrik hûr bikin û bi xwê bifirikînin. Îsotên xwe ji tovikên wan safî bikin, hûr bikin û tevî pîvazan bikin. Paşê derdana seleteyê bidin ber xwe, pêşî firingiyan, paşê îsot, pîvaz û melzemeyên din tev lê bikin, salçeya wê, îsota pûlikî, naneya hişk, zeyt û tirşa hinar û leymûnê tev lê bikin, xwê ya wê pê werkin, heta firingiyên we eciqîn bi destan li hev bixin û deynin ber xwarinan.