Şêladizê…Hemwelatiyekê xaniyê xwe kiriye ciheke çandî û geştyarî!

Hemwelatiyek nehya Şêladizê ya ser bi qeza Amediyê cîheke taybet bo xwe çêkiriye û xaniyê kiriye cîheke çandî û baxçe û dizaynek xweşik lê pêkanî ye û şev û roj geştyar serdana wî dikin.

Xwediyê wî xaniyê çandî Newzad Binyanîn Rêkanî ji BasNewsê re ragehand, xanî ji bo şev bi awayek çandî û dizayneke xweşik hatiye çêkirin û geştyarên bêhtir ji devera Duhokê serdanê dikin. Herwaha got: ‘’Herçend min ev xanî ji bo rûniştina xwe çêkiribe jî, lê dîsa jî bûye cîheke geştyarî û rojane bi dehan kes li deverên cuda tên serdanê dikin û li gel vexwarina çayeke germ û hewayeke xweş bêhna xwe vedidin.’’

Herwaha ragehand: ‘’Cîhê ku min çêkiriye xaniyek çandiye û tê de hin keresteyên kevin hatine daliqandin, wek lambe û şaxên koviyan, soba daran û gelek tiştên din. Herwaha gelek dekor û dîzaynên xweşik û balkêş hatine çêkirin.’’

Derbarê pirsgirêkên cîh de jî got: ‘’Pirsgirêka serekî havînê nebûna avê ye û herwaha elektrîka giştî nîne. Lê dîsa jî hemwelatî her tên serdanê dikin, min motor ango jeneratorek daniye û bîreke avê jî lêdaye û ez şev û roj pêşwaziya xelkê û geştyaran dikim.’’

Basnews

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply