Sêşem , Nîsan 24 2018
Malper / Çand / Şêladizê…Hemwelatiyekê xaniyê xwe kiriye ciheke çandî û geştyarî!

Şêladizê…Hemwelatiyekê xaniyê xwe kiriye ciheke çandî û geştyarî!

Hemwelatiyek nehya Şêladizê ya ser bi qeza Amediyê cîheke taybet bo xwe çêkiriye û xaniyê kiriye cîheke çandî û baxçe û dizaynek xweşik lê pêkanî ye û şev û roj geştyar serdana wî dikin.

Xwediyê wî xaniyê çandî Newzad Binyanîn Rêkanî ji BasNewsê re ragehand, xanî ji bo şev bi awayek çandî û dizayneke xweşik hatiye çêkirin û geştyarên bêhtir ji devera Duhokê serdanê dikin. Herwaha got: ‘’Herçend min ev xanî ji bo rûniştina xwe çêkiribe jî, lê dîsa jî bûye cîheke geştyarî û rojane bi dehan kes li deverên cuda tên serdanê dikin û li gel vexwarina çayeke germ û hewayeke xweş bêhna xwe vedidin.’’

Herwaha ragehand: ‘’Cîhê ku min çêkiriye xaniyek çandiye û tê de hin keresteyên kevin hatine daliqandin, wek lambe û şaxên koviyan, soba daran û gelek tiştên din. Herwaha gelek dekor û dîzaynên xweşik û balkêş hatine çêkirin.’’

Derbarê pirsgirêkên cîh de jî got: ‘’Pirsgirêka serekî havînê nebûna avê ye û herwaha elektrîka giştî nîne. Lê dîsa jî hemwelatî her tên serdanê dikin, min motor ango jeneratorek daniye û bîreke avê jî lêdaye û ez şev û roj pêşwaziya xelkê û geştyaran dikim.’’

Basnews

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Li Pirtûkxaneya Diyarbekirê 147 pirtûkên bi Kurdî jî cih digirin

Diyarbekirê ku 61 hezar pirtûkan dihundirîne, bi berfirehkirina derfetên ji bo xwendevanan, ji aliyekê ve …

Leave a Reply

%d bloggers like this: