Seîdê Nursî kurd û Kurdistanî ye

Hate îdiakirin ku Seîdê Nursî (Kurdî) ne Kurd e û ew neviyê pêxember e. Oldarên kurd li hemberî vê îdiayê nerazîbûn nîşan dan û gotin Seîdê Kurdî kurd e û Kurdistanî ye. Oldaran bal kişandin ser wê yekê ku Seîdê Kurdî di gellek berhemên xwe de bi sedan car behsa kurdbûna xwe kiriye.

Seîdê Kurdî ku li Tirkiyeyê weke Seîdê Nursî tê binavkirin, di dilê bi milyonan Kurdan de cihê xwe girtiye û ew weke alimekî pirr mezin tê qebûlkirin. Lê digel ku di ser mirina wî re bi dehan sal derbas bûne jî, hêj gora wî nediyar e û nayê zanîn li kû ye.
Digel ku niha li Tirkiyeyê hikûmeteke muhafazakar heye jî, derbarê dîtin û eşkerekirina gora Seîdê Kurdî de heta niha ti gavên berbiçav nehatine avêtin. Derbarê Seîdê Kurdî de heta niha gellek tişt hatin gotin û îdiayên pirr balkêş hatin kirin. 

Yek ji van îdiayan jî Prof. Dr. Ahmet Akgunduz kir. Akgunduz got ku wî 30 salan li ser koka Seîdê Nursî lêkolîn kiriye û di encamê de îspat kiriye ku Seîdê Nursî ne Kurd e û ew neviyê pêxember e. Bi nevîbûna pêxember tê xwestin bêjin ku Seîdê Kurdî Ereb e. 

‘Ev lêkolîn Bedîuzzaman haşa weke derewker nîşan dide’

Serokê Giştî yê Komeleya Çand û Perwerdehiyê (Nûbihar-Der), Mehmet Rauf Çîçek, li hemberî vê îdiayê nerazîbûn nîşan da. Çîçek bi bîr xist ku Seîdê Kurdî di dadgehan de gellek caran gotiye “ez ne seyîd im” û bi sedan caran jî di berhemên xwe de behsa kurdbûna xwe kiriye.

Çîçek li hemberî îdiayên Akgunduz ev tişt gotin: “Di bin navê ilmê de 30 salan li ser kurdnebûna hostayê mezin lêkolîn hatiye kirin. Ez ji vê lêkolînê, ji ilm û jidilbûna wî kesî bi guman im. Eger ewqas sal li ser nêrîna wî ya kurdayetiyê lêkolîn bihata kirin, bawer im niha pirsgirêka kurd zû de hatibû çareserkirin.”

Çîçek bal kişand ser wê yekê ku Akgunduz bi vê lêkolînê Bedîuzzaman Seîdê Kurdî weke “derewker” bi nav dike û wiha axivî: “Lê Bedîuzzaman ti caran derew nekirine û derew nenivîsiye. Hostayê mezin di dadgehan de jî, di berhemên xwe de jî behsa kurdbûna xwe dike.”

‘Seîdê Kurdî Kurdistanî ye’

Berdevkê Însyatîfa Azadiyê, ku ber bi avakirina partiyeke oldar û kurd ve diçin, Sidki Zîlan jî li hemberî vê îdiaya Akgunduz nêrîna xwe wiha vegot: “Em weke gelê Kurdistanê ji seyîdbûna Seîdê Kurdî rûmetdar dibin. Em hemû zarokên Hz. Adem û Hz. Hava ne. Seîdê Kurdî di bîranîn, rîsale û parastinên xwe yên dadgehan de dibêje ew Kurdistanî ye. Bi gotina xwe ya ‘Em Kurd tên xapandin lê ti caran naxapînin’ navdar e. Bi vê gotinê kurdbûna xwe eşkere dike. Em bibêjin ne Kurd e û ehlî beyt e. Ew xwe weke Kurdekî qebûl dike. Ev yek bi serê xwe pirr watedar e.”

‘Kurdbûna wî heta 10 bavan jî diyar e’

Serokê Komeleya Diyalogê ya Dîcle Firatê, Mihyedîn Batmanli, jî bi bîr xist ku Seîdê Kurdî ji bo ku li Wan, Bedlîs û Amedê dibistanên kurdî vebin, ji padîşah re pêşniyaran dike û wiha berdewam kir: “Ew ji bo hemalên Şam û Stenbolê jî dibêje pirraniya wan Kurd in û dixwaze pirsgirêkên wan hemalan bên çareserkirin.

Seîdê Kurdî heta dawiya emrê xwe li hemberî fikr û ramanên Komara Kemalîst a Tirkiyeyê têdikoşe. Ji bo ku wî ji Kurdan û Kurdistanê veqetînin dişînin bajarên Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê li Rihayê cenazeyê wî ji gora wî derdixe û li cihekî nediyar vedişêre. Hêj kes nizane gora wî li kû ye. Hostayê mezin ji Kurdistanê ye. Heta 10 bavên wî jî kurdbûna wî diyar e.” Batmanli got eger Seîdê Kurdî neviyê pêxember jî be, ev yek wî ji Kurdistanîbûna wî dûr naxe û wiha got: “Jixwe Hz. Muhamed Aleyhîselam jî neviyê Hz. Îbrahîm e. Ji ber vê yekê Hz. Muhamed jî bi eslê xwe ji Kurdistanê ye.”


Maşala Dekaka-Amed (Rûdaw)

Derbar Çand Name

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply