Der(i)yê xêr û bereketê
Meha pîroz mehremezan
Ji Quranê bi sûretê
Beqere, şehrû remezan
Di wê de nazil bû Quran
Bo me hemî bawermendan
Bi van eşkere delîlan
Hîdayet e ji bal Yezdan
Vediqetîn rast û betal
Kî de îja li ser ev hal
Bighêj meha çêtir ji sal
Bila rojî ferz ke li can
Kî jî rêwî li seferê
Yan jî nexweş ji qederê
Be, lê belê ro-hejmarê
Bi dil bikin rojîzeman
Bo bendê xwe Xweda ti car
Sextiyê li wan nake bar
Hêsaniyê Ew dike par
Ku hûn bibin j-sipasdaran
Helbest; Mustafa Rêzan
Nîşe; Ji sûreta Beqere ayeta 185an
Wezn; 4+4 Pîvana kîteyî
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 31.05.2017