Şehr yan Bajar û çima?

Gelek peyv hene di her zimanî de ku weku îdîomê tên kêzkirin û dazkirin ango (bi kar anîn û bi lêv kirin), lê ku peyva taybet hebe, idiom dibe tişteke nepêwîst û zêde.

Di zimanê Kurdîya navîn ango Pehlewanî de peyva “VAÇAR”ê heye ku di bin hin rewşên deng guhertinê bû weku “BAÇAR-BAZAR”ê ku bi farsî “çarşê” û bi erebî “suq” û bi înglîzî “market”ê jêre tê gotin. Weku em dizanin guhertina dengên “V&B, Ç&Z&J, AZ&ÊJ”ê di zimanê Kurdî de yek ji taybetmendiyên wî ne. bo zêdetir berçavroniyê em ê çend mînakan li ser van rewşn deng guhertinan bidin weku:

“V&B”

  • vîst – bîst
  • varan – baran
  • vazî – bazî
  • vat – bad – ba
  • vang – bang
  • vîr – bîr
  • û yd…

“Ç&Z&J”

  • roç – roz – roj
  • sêç – sêz – sêj
  • çêr – zêr – jêr
  • sîç – sîz – sîj
  • vaçar û bazar – bajar
  • û yd…

“AZ&ÊJ”

  • nimaz – nimaj – nimêj
  • paz – paj – pêj
  • diraz – diraj – dirêj
  • gaz – gaj – gêj
  • raz – raj – lêj
  • vaçar – bazar – bajar – bajêr

Kevin pirranî xelkî li gundan bûne û ev rewş bo her derên cîhanê eynî bûye, gundên ku li ser rê bûne yan jî li ser merz û sînoran bûne ango serhet û tuxub bûne, hatin û çûn û kirîn û firoştinê zêdetir têde hatiye kirin û weku navendekê çê bûye, xelkên gundên derdorê jî tiştên xwe anîne wir firoştine û kirîne jî, lewma di Kurdî de û bi taybetî di Kurmancî de ji cihên weha re gotine bazar û bajar ango cihê ku bazar lê heye, lê em dibînin weke îdîomî nûha li dewsa peyva “şehr”ê, dîsan her peyva bazar û bajarê tê kêzkirin û bikaranîn.

Di zimanê Kurdîya navîn ango Pehlewanî de û hezaran sal berê ji cihên jig und mezintir re gotine “şehr”. Ta nuha di zarên Kurdî yên “Soranî, Hewramî, Kelhûrî û farsî” de her peyva “şehr”ê tê kêzkirin. Helbet ev peyv jî weku dehan hezar peyvên din tirk birine û weku “şehîr”ê daz dikin û tînin zimên.

Lê eger em binêrin dibînin di Soranî de peyva “şehr”ê bûye “şar”, lê çima “şehr” bûye “şar” ev jî vedigere ser taybetmendiya zarê Soranî ku hemû “eh”ê dikin “a”yê weku:

  • pehn – pan
  • rehn – ran
  • qehreman – qareman
  • kehreba – kareba
  • pehlewanî – palewanî
  • reh – ra
  • sehra – sara
  • û yd…

Û em dibînin di hin cihan de Kurmancî jî ketiye bin bandora peyva “şar”ê ya Soranî her weku:

  • şehristan-î – şaristan-î
  • şehredarî – şaredarî
  • şehryar – şaryar
  • şehrezad – şareza
  • û yd…

Mixabin em dibînin fars û tirk sûd ji peyva “şehr”êwergirtine û kêz dikin, lê me dev ji peyva “şehr”ê berdaye û peyva “bazar û bajar”ê ji bo “şehr”ê kêz dikin û bikar tînin…

Bi salane peyva “bajar û bajêr”ê di nivîs û zimên de cihê xwe girtiye û tê kêz kirin jî, lê di kêleka wê de giring e em peyva taybet û resen a xwe ango “şehr”ê jî nas bikin û bzanin ku peyva me ye û kêzkirin û bikaranîna wê jî weku şîrê dayikê ji me re helal e.

Têbînî: li anatoliayê bajarek jî heye bi navê “newşehr”ê ango “şehrê nû”

“new” di zimanê Kurdî de ji Sumer ta îro jî her kara ye ango “nû”yê, nuha tenê di zarê Kurdî ya Zazayî de kara ye weke “newe”yê, lê kevin di her deran de kara bûye û gelek peyvan jî hene ku jê saz bûne weku:

  • newroz
  • newbehar
  • newzad
  • newşêrwan
  • newjîn
  • newvîn
  • newar
  • newal
  • newgar
  • newşehr û
  • yd..

Newşehr nuha weku navneda herêma Capadociayê ye. Ew der jî her li ser destê Kurdan hatiye avakirin û warnîşînî bûye û mijara wê dûr û kûre û bila bimîne bo babeteke din.

Qendîl Şeyxbizînî
21.11.2020

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Şiroveyek

  1. Spas ji bo nivîsê.
    Bi vî nivîs a kûr ez pir fêr bum.
    Ezê îro şûnda, we bişopînim.
    Serkeftin.

Leave a Reply to Servet S.Cancel reply