Sedeqe bi pênc şertan dibe sedeqeyeke tam-Seîd Nursî

وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ یُنْفِقُونَ

Sedeqe bi pênc şertan dibe sedeqeyeke tam:

Şertê Pêşîn: Divê mirov di sedeqedayinê de îsrafê neke û bi qasî ku mirov jî muhtacî sedeqeyê bibe, nede. Bi peyva مِمَّا ê ji peyva مِنْ hatiye îşaretkirin ku divê mirov hinekî bide.

Yê Duduyan: Divê mirov ji malê xwe bide, ne ji yê Elî bide Welî. مِمَّا رَزَقْنَاهُمْ di serî de hatiye gotin, yanî mirov tenê ji malê xwe dikare bide.

Yê Sisêyan: Divê mirov minnetê li xelkê neke. Îşareta vê jî ew e ku peyva رَزَقْنَا hatiye hilbijartin. Yanî “rizqê me” hatiye gotin da ku xwediyê heqîqî yê rizq bête zanîn, lewra yê ku dide tenê navgînek e.

Yê Çaran: Divê mirov bi keyfxweşî û riza dilê xwe bide, divê tirsa feqîrbûnê nekeve dilê mirov. Ew ن a di رَزَقْنَا de vî şertî destnîşan dike, manen dibêje: اَنَا الرَّزَّاقُ ذُو الْقُوَّةِ الْمَتِينُ

Yê Pêncan: Ye ku sedeqê digire divê ne di keyf û sefahetê de xerc bike. Divê bi wê sedeqeyê ihtiyacên xwe yên zerûrî pêk bîne. Peyva يُنْفِقُونَ îşareten vî tiştî dibêje.

Yê Şeşan: Şertê têrbûnê ye. Ev ayet tenê şamilê ser mal nîn e. Lewra çawa ku sedeqe di mal de dibe, wisa di zanînê de, di fikir de û di kirinan de jî dibe. Bi peyva مَا yê ev sedeqe giştî hatiye îfadekirin, يُنْفِقُونَ jî îşaretî bi bal mutleqiyê ve dike ku ew jî giştî ye, lewra mutleqbûna di xîtabetê  de giştîbûnê îfade dike.

Ji Rêbera Xizmetê/Rîseleya Nûr

Kurdînur.com

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply