Sedemên Bêhna Hilmê û Rêbazên Çareseriyê

Gelek mirov piştî ku ji xew radibin bêhneke nebaş ji devê wan tê. Di nava rojê de dema em bi mirovên li hemberî xwe re diaxivin jî ev bêhna nebaş belav dibe û me dixe rewşeke ne baş.
Pirî caran mirovan li hemberî hevalên wan dide şermê jî. Bêhna dev ku bi navê ‘bêhna hilmê’ jî bi nav dikin, rewşeke wisa ye ku sedem gelek tiştan çêdibe.
Baş e, sedemên bêhna dev çi ne?
Ji bo çareseriya vê rewşê em dikarin çi bikin?
Bi milyonan kes di jiyana xwe de herî kêm carekê bi vê pirsgirêka bêhna ne baş re rû bi rû dimîne û ji bo hinekan jî bûye pirsgirêkeke domdar. Em dikarin bêhna dev wekî bêhneke ne xweş, tehmeke ne xweş û hilmeke ne xweş rave bikin. Ev rewş tenê ne bi hilmê, gelek caran bi tehma ne xweş jî xwediyê xwe aciz dike. Bêguman ku gelek sedemên vê bêhnê hene.
Baş e, ew sedem çi ne? Me ji bo we ji wan sedeman çend hebên herî girîng berhev kirin. Divê her mirov teqez van bizanibe û li gorî wê tevbigere ku xwe ji bêhna dev ya ne xweş biparêze.
Sedemên Bêhna Dev Çi Ne?
*Bûyîna kevirên diranan: Sedemeke hebûna bêhna dev jî bûyîna kevirên diranan tê nîşandan. Ev kevir dibin sedemek ku bêhna ne baş ji devê mirovan tê.
*Îltihaba pidû: Îltihaba pidûya ya ku bi hevterîbê îltihaba kevirên diran pêş dikeve, sedemeke dine ji bo bêhna dev ya ne xweş.
*Nexweşiyên sîstemîk: Nexweşiyên mîdeyê, nexweşiyên şekir, nexweşiyên poz û qirikê û guh, şîpên difnê, îltihabên sinûsê û hin nexweşiyên wekî din jî dibin sedemên bêhna dev ya ne xweş.
*Pirsgirêkên di nava dev de: Encamên gelek lêkolînan jî nîşan dane ku sedema bêhna dev ya herî mezin û girîng pirsgirêka di nava devê mirovan e. Hin pirsgirêkên ku di nava devê mirovan de hene dibin sedema vê bêhna ne xweş.
Em dikarin çend heb ji wan pirsgirêkan wisa rêz bikin:
*Protezên ku ne delal yan jî yan jî çewt hatine çêkirin,
*Kurmîbûna dev,
*Ne paqijiya dev û kêmasiyên hijyenîk,
*Kêm firçekirina diranan,
*Firçenekirina ziman,
*Bikarneanîna benê diranan,
*Hebûna hawira bakteriyan,
Bêhna Dev Çawa Diçe?
Ji bo ku em bêhna dev ya ku me sedemên wê li jor jî rêz kiribûn tune bikin, hinek rêbaz hene. Em dikarin wan rêbazan wisa rêz bikin,
*Hewl bidin û di rojê de herî kêm du caran diranên xwe firçe bikin,
*Çiqas ji we bê firçeyên xwe biguherin û nû bikin,
*Bi tenê ne diranan, zimanê xwe jî firçe bikin,
*Pûte bi bikaranîna benê diran bidin,
*Xerxereya dev çêkin û devê xwe werdin,
*Benîştê bê şekir bicûn,
*Di salê de herî kêm du caran biçin bijîşkê diranan,
*Vexwarina xwe ya avê zêde bikin,
Heke hûn hay ji van rêbazan hebin û hewl bidin û bikin, wê tehm û hilma devê we xweş bibe.
Bê nexweşî û paristî bijîn.
Zindîwerzan Zelal Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply