Pazartesi , Mart 8 2021

Sed saliya Dr. Nûredîn Zaza

Lehing û canfidayê Kurd û Kurdistanê, siyasetvan û rewşenbîrê hêja, damezrenêr û yekîmîn serokê partiya demokrata kurdî li Sûriyê Dr. Nûredîn Zaza dibe 100 sal.

Dr. Nûredîn Zaza, kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurd-perwer de rabûbû. Bavê wî “Ûsiv Efendî” û bira yê wî yê mezin “Dr.Ehmed Nafiz Beg”, hevalbendên “Şêx Seîd Efendî” bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijê dewleta Tirk ya nijad-perest. Pismamê wî “Osman Efendî” di wê şoreşê de şehîd ketibû.

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Kurdistana Bakur, desthilata Tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû, û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk “Nûredîn” binxet dibin Sûriyê, ku di bin mandata Firansa yê de bû.

About baweri

Check Also

KIL

Kil berhemeke kozmetîkê ye, pê binê bijangan ango dora kêlîçan (palik, qalpaxa çav) tên nexşandin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir