Ev gotînên pêşîyan ji devera gundê min ê Qerto(Girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê) hatiye berhevkirin.
- Aqil ji aqil zêdetir e
- Aqilê sivik barê giran
- Aya vê destê ji deste din re namîne
- Bayê kûr erdê dike çekûr
- Bela li ber nigê wî be (nifir)
- Berf xezîneya erdê ye
- Bext, bexta ewûl
- Bi tir û fisan hindir germ nabe
- Bigre kala, bixwe mala
- Bila ew be bila hew be
- Bila sor be bila qurişekekî wê zêde be
- Bila Xwedê lêxe
- Bira mirina kerê ji ceh be
- Bira rûyê mirov bişewûte dilê mirov neşewûte
- Çav têr nabe
- Çiya bê dar nabe
- Çiya li cihê xwe here jî bawerbikî, însan bibêje min xuyê xwe terk kiriye pê bawer nekî
- Dev ji dizan berdan lê diz dev jê bernade
- Dev tijî xwîn be jî li cem xelkê tû neke
- Di bin siya darekî de hezar pez mexel tê
- Di hereketê de xêr û bereket heye
- Di nav de wekî diriyê reş e
- Dinya li ser gohekî wî ye
- Dinya siya darê ye
- Dîtin û gotin ne wek hev e
- Em ji hev re xurt in, ji xerîb re na
- Erê lawo, rizqo belawo
- Ewilî li qusurê xwe mêze bike paşê yê xelkê
- Ferqa jin û mêrê weka sêv şên û kesk e
- Gohê xwe kiriye palas
- Golikê malê ji gayê malê natirse
- Gur li ku miriye
- Gur tên hesp û cehniyan, qisexweşan ker da guran
- Gurbin ku gur we nexwin
- Henek xweş e lê carekî
- Her însan bi dil û xatirê xwe
- Her însan ehleqek lê ye, her çiyayek gihayek lê ye
- Her kes aş û bajarê xwe dibêje
- Heta xera nebe ava nabe
- Heyfa serê çûyînê
- Him ziyaret him tedarek
- Ji çiya xeyîdiye çiya bê xeber e
- Ji hev re qul in
- Ji kê tirsiyan, wî pirsiyan
- Jê ve davêje
- Karên betalan çi ye?
- Kevir li cihê xwe giran e
- Ku derguş negrî dê şîr nadyê
- Li mala xwe rûne, kulikê xwe xwarke
- Mala fireh, çekê fireh, dilê fireh
- Malbeta keçikê bi naz e
- Malên nekesa comerd dixwin
- Maşalla çel bi te nekeve (nifir)
- Min li pêşiya min nepisîne, li paş min bipesîne
- Mîna xerîbê heftê bavî
- Mirin hespa boz e, her carê li ber derê yekî ye
- Mirin pakî ye
- Mirov bi çekan, xanî bi eşya, heywan bi goşt xweş e
- Mirov ku zanibe kîjan rojê bimre wê mezara xwe vede
- Mirov ne ji germê re ne ji sermê re dibe
- Mirov rez dayê nikare goşîyekî bidiyê
- Mirovê bê xanî weka qereçiya ye
- Mirovê nefê qewmê xwe neyê, nefê tu qewmê jî nayê
- Mirovên mirov, ji mirov nayê şûştin
- Nan û ava wî li dinyayê maye
- Ne dixwe ne dide
- Ne dixwe nedirrî
- Ne ji defê re, ne ji zirnê re dibe
- Newala kûr bê av nabe
- Nifir bi nêvî ye
- Nigê dîk di tawê de dîtiye
- Paşî û paşîya wî hew be
- Pêlên mêran mîna pêlên behrê ye
- Pênc deqe sebir bike, pênc sala bijî
- Pêşa wan davêje serê wan
- Piçiyên mirov wekhev nabin
- Pîr bûye dîsa piçûk bûye
- Porê xwe jê re kiriye sindik
- Qehpetî ne hindik bû, qundetî da ser
- Qelî bi serê çîvikan çê nabe
- Qisura xwe nabîne yê xelkê dibîne
- Qîz û kurê vî zemanê bê yar nabin
- Rih şêrîn e
- Rizqê her kesî pê re tê
- Rojên bijartî zû diqedin
- Rovî neçû qulikê tevalek bi qûna xwe ve kir
- Sewirî dewirî
- Siwarê hespê bi siwarê kerê qayîl nabe, siwarê kerê jî bi siwarê hespê qayîl nabe
- Tas çingiya, ha rast ha derew
- Texmîna sekinandinê nabe
- Tim hesinê xwe lê dixe
- Tirs û rev jî yê mêra ye
- Weka marê reş e
- Weka pisika heft rih e
- Xanî nekirin, ciranan bikirin
- Xelk bû kebanî, ez bûm cebanî
- Xelkê xwe da ber mala wî, xwe da ber dîwara
- Xelkê qîzên me birin guran lawê me birin
- Xêran bike bira bi avê re here
- Xwedê bidiyê, lê pê nede xwarin(Nifir)
Amadekar: Paşa Amedî