Çarşem , Tîrmeh 17 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Sê Rojên Bê bêhinvedan li Kobanî

Sê Rojên Bê bêhinvedan li Kobanî

Di destpêka vê salê de/ 2019, du pirtûkên min: (Romana Beriya Mêrdînê û Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) di nav weşanxaneya Sîtavê de li Wanê hatin çapkirina. Dengvedana imzekirina min ji wan re li Zankoya Zaxo û hotêla Kapîtola Hewlêrê di medya Kurdî de belav bû.. Li gor wê dengvedanê, desteya Çand û Hunerê ya Herêma Feratê ji min xwest ku, ez bi van herdu pirtûkan beşdariyê di yekemîn pêşangeha pirtûkan de li Kobanî bibim. Min jî bi kêf daxwaza wan pejirand.


Wekî din, ji mêj ve min divîbû bajarê Kobanî ziyaret bikim. Cihê lehengiya Arîn Mîrkan a Efrînî û hevalên wê ji keç û xortên leheng di pêdarî û berxwedana li Miştenûrê de bibînim.. Arîn Mîrkan; lehenga kurd ya ku di sala 2014’an de, serê gelê Kurd û navê Kurdistanê di dinyayê de bilind kir.. Dikarim bibêjim ku, serê jinê di dinyayê de bilind kir.
Kobanî; bajarê van hunermend û nivîskarên kurda ye. Ev ên ku ziman, çand û folklorê me ji windabûnê parastine û diparêzin wek: Baqiyê Xido, Şahîn Bekir Soreklî, Reşîd Sofî, Miço Kindeş, Jan Dost, Dilbixwîn Dara, Farûq Hecî Mustafa, Omer Kalo, Ebdo Seydî, Husên Mihemed Elî, Salih Nasan, Melayê Kurd, Ronî Elî, Muhsin Seyda û gelekên din hene.
* * *
Di sala 1983’an de, berî 36 salan, min şevek bi xem li vî bajarokî derbas kir; dema ku min bi endamên partiya Pêşverû re beşdarî di guhestina termê hevalê xwe Mihemed Hesen Qitî de kir. Ji Qamişlo me termê wî bir Kobanî.. ew li gundê wî Şêranê spart xaka bav û kalan û şevek bi xem li Kobanî derbas kir.. Erê, min divîbû herim Kobanî û (Edla Miho Zade) kebaniya vî hevalê xwe bibînim, herwiha wan çend hevalên xwe yên ku hîn li Kobanî mane, wan jî bibînim; Mamoste Husên Mihemed Elî yê ku yekemîn wezîrê rewşenbîriya kantona Kobanî bû, Farûq Hecî Mustafa serokê saziya (Berçav), Mustafa Henîfe hevalê min yê leşkeriyê, dengbêjê navdar Reşîd Sofî yê ku wek mîrê Ûdê tê naskirin, digel re jî bidim ser şopa mîrekên Beraza; Mustafa û birayê wî Bozan Şahîn, yên ku bi alîkarî û beşdariya wan, komeleya Xoybûnê di sala 1927’an de li Libnanê/ bajarê Bhemdûnê hat damezirandin û gundê wan Meqtelê ku niha bûye taxek ji taxên Kobanî, di destpêka salên 1920’an de, xweş lan û hêlîn bû ji welatparêzên kurdan re. Nexasim piştî ku Musafa Kemal û hevalên lîsteyek bi kuştin, darvekirin û zindankirina navê 150 welatparêzê kurd derxistin. Hingî navê Emîn Alî Bedirxan û piraniya zarokên wî di wê lîsteyê de bû, vêca ji neçarî, xwe li li mîrekên Berazan û gundê wan Meqtelê girtin, paspotên xwe li ser navê Meqtelê ji hikûmeta Fransî di Sûriyê de wergirtin û jê, di welatên dinyayê de belav bûn. Herwiha gelek welatparêzên kurdan yên din jî, xwe li Meqtelê girtibûn wek Osman Sebrî û gelekên din.. Dikarim bêjim ku di wî heyamî de gundê Meqtelê an Kobaniya ku niha ji Meqtelê, Kaniya Mirşid, Miştenûr û Kaniya Ereba pêk tê, wek Kurdistanek biçûk bû.. Çîrok dirêj e; Komeleya Xoybûn têkçû.. Cenga Cîhanî a duyemîn destpê kir.. Fransizî ji Sûriyê derketin.. Rola eşîrên Berazan, mîrekên Berazan û paytexta wan Meqtelê qels û lawaz bû.. Jixwe bi hatina Daişê re, gundên Deşta Sirûcê, eşîrên Berazan, qesir û qûnaxên Meqtelê, xan û manên xelkên Kobanî serûbinî hev bûn.
* * *
Ji ber ku çend pirtûkxane û saziyên rewşenbîrî ji Qamişlo vexwendî pêşangehê bûn, bi min xweş bû ku ez helbestvanê navdar Ehmedê Huseyinî û hevalên wî re bim û min kar û barê xwe û çûna Kobanî bi wî û hevalên wî re kir.
Sibeha roja 12/6/2019’an, me ji Qamişlo berê xwe da Kobanî. Li Serê Kaniyê sînemevan Azad Evdiko û xwîşka xwe Narîman ya çîroknivîs tevî me bûn, ew jî vexwendiyên pêşangehê bûn. Piştî bêhinvedanekê li Serê Kaniyê, me rêka xwe ber bi Kobanî ve berdewam kir. Em di Til Helefa dîrokî (Waşokanî), Til Erqem, Til Lêliyê, Dehma (Di heyamê Zor Temir Paşa de, şêxekî ereban bi navê Şêx Deham lê hatiye kuştin, ji wê hingê ve navê Dehma lê hatiye kirin), Nistel, Hel û Bel (Di navbera Hel û Bel de Derwêşê Evdî hatiye kuştin), Silûk, Girê Spî, Eynelerûs û em derbasî nav gundên eşîrên Berazan bûn ta ku em gîhan Kobanî. Bi rê de em çav bi gundên wêran, dexlên şewitî, dibistanên bê derî û pencere ketin. Te digo qey Holako û Tîmor Ling di van deveran re derbas bûne..
Li Kobanî mamoste Rêzan Nassan û mamoste Xebatê Findê di pêşwaziya me de bûn.. Me pirtûkên xwe li cihê pêşangehê ku Hola Ferat bû, li ser maseyan raxistin û rastkirin. Herdu pirtûkên min jî li ser maseyekê di nav pirtûkên HRRKê de hatin rastkirin û ji nû em çûn mêvanxaneyê. Piştî bêhinvedanekê, em çûn mala hunermend Mihemed Şahîn şûna bavê wî, yê ku berî çend rojan koça dawî kiribû û ji wir jî em çûn serdana Neşaat, hunermendê ku dihêle hesin biaxife! Lingekî wî birîndar bibû.
A dinî rojê 13/6/2019, yekemîn pêşangeha pirtûkan li Hola Ferat di bin dûrişma (Ber bi ramaneke azad ve bilind dibin) destpê kir. Gelek weşanxane û pirtûkxane ji Rojava û dervî Rojava tê de beşdar bûn.. Dor 4 hezar pirtûk hatibûn raxistin.. Bi vekirina pêşangehê re keç, xot û rewşenbîrên Kobanî bi girsbûn hatin, bi şahî silav li me kirin û li pirtûkan mêze kirin.. Lê mixabin, kêm pirtûk hatin firotin.
Di herdu rojên pêşangehê de 13-14/6/2019, ew çend dost û hevalên min; mamoste Husên Mihemed Elî, Farûq Hecî Mustafa û hin hevalên xwe yên saziya Berçav, Mustafa Henîfe û gelek evîndarên me yên ku qet me hev nedîtibû, hatin pêşangehê. Bi germî silav li me kirin û yên ku me ew nasnedikirin, xwe bi me dane naskirin.. Her yekî ji wan alîkariya xwe ji min re diyar kir.. wêneyên xwe bi min re kişandin. Di valahiya pêşangehê de ez û mamoste Ehmed Huseyinî, Mihemed Şahîn û Azad Evdiko çûn serdana navenda Berçav, me kar û barê wan pîroz kir.. Di nav re, ez û kak Mustafa Henîfe çûn mala Edla Miho zade, kebaniya hevalê min rehmetî Mihemed Hesen Qitî, min ew û Ehmedê Hesen Qitî birayê hevalê xwe Mihemed dîtin.. bi rastî hevdîtineke xweş û bi keser bû.. Li vegerê em di nav Kobaniya wêran re derbas bûn, ya ku wek muzexaneyeke zindî ji wêran û kavilbûnê xuya dike. Herwiha em çûn mala Reşîd Sofî mîrê Ûdê. Di baweriya min de yê ku here Kobanî û Reşîd Sofî nebîne, wek ku Kobanî nedît..! Di roja 14/6/2019’an de, piştî ku programê pêşangeha pirtûkan a danê sibê bi dawî bû, me xatirê xwe xwest û wek ku em çûn, wiha jî em di eynî rêkê re zîvirîn Qamişlo. Belê em ji Kobanî têr nebûn.
* * *
Ji kesên ku min ew nû li Kobanî dîtin û ku ked û xebata wan di warê kurdewariyê de heye, mamoste Salih Nasan e. Berê min navê wî dibihîst, lê min ew nedîtibû. Camêr du-sê caran hat pêşangehê, ez û wî û mamoste Husên Mihemed Elî baş bi hev re axifîn. Wî gelek serpêhatiyên xwe yên kurdewariyê li Beyrûtê û Şamê ji min re gotin. Nexasim dema ku di destpêka salên 1970’î de li Beyrûtê, di Zankoya Amerîkî de dixwend, hinge wê dîwana Seydayê Cegerxwîn (Kîme Ez?) bi dektîlo nivîsand û di rêka hevalekî xwe re ku di çapxaneyekê de dixebitî, di sala 1973’an de çap kirin.. û ji min re behsa dîtinên xwe bi Cegerxwîn, Osman Sebrî, Ekremê Cemîl Paşa, Abdulhemîd Derwêş, Xelîlê Sor, Omer Çetîn, Seîd Yûsiv, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo û yên mayî re kir.. Destpêka ku me hev dît û bi hev re axifîn, berê xwe da mamoste Husên Mihemed Elî û bi henekî jê re got: “Koçên me li hev ne qelibîne”, bi wateya ku nû em hev dibînin.. Hem jî, dema ku behsa Apo Osman Sebrî hat kirin got: “Em Gêtikî xwe bi xwe ne” û berdewam kir û got: “Ew Dîktatorekî paqij bû” .(كان دكتاتوراً نزيهاً) kêfa min ji mamoste Salih Nasan re hat.. Hîn giyanê xortaniyê hildigire û pîpa wê ji dest nakeve. Temenekî dirêj jê re hêvî dikim.
* * *
Hêjaye gotinê; dema ku Kobanî û Deşta Sirûcê ji rex hêzên tarî (Daişê) ve hatin dagîrkirin, hingê Kurdistan hat hejandin..! Kurdistanî bûn yek û di encam de Pêşmegeyên Kurdistanê bi fermaneke fermî ji serok Barzanî, di hawara xelkên Kobanî de hatin.. Li kêleka Yekîneyên Parastina Gel bervedêriya xaka Kurdistanê li Deşta Sirûcê kirin. Ev yekemîn car e di dîroka Kurdistanê ya nû de, ku pêşmerge dervî xaka Başûrî Kurdistanê di hawara kurdan de dirin. Vê yekê dilê Kurdistaniyan geş û xweş kir.
* * *
Min Kobanî, bajarekî xweş dît.. Tevî kuştin û wêraniya ku hatiye serê xelkên wê, min ew giyanê mêranî, pêdarî û berxwedanê di çavên keç û xortên wê de dît.. Niha Kobanî ji Başûr û Rojava ve wek bajarê (Cina!) ava dibe.. Avaniyên nû ji çar qatan, tu dibêje qey şîn dibin, ber bi asman ve bilind dibin.. Eger aramî wiha berdewam be, 10 salên din, wê Kobanî ji bajarên pêşketî be di Sûriyê de.
Dawî, spasiyên xwe ji xelkên Kobanî, rewşenbîrên Kobanî, HRRKê, Berçav û mamoste Husên Mihemed Elî re pêşkêş dikim.
Qamişlo / Konê Reş

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, Ne li Botan û Ermenistanê ye

Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970), ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *