Sê Pirtûkên Helbestên Kurdî

Di van demên dawîn de gelek pirtûkên helbestan hatin weşandin. Piraniya wan pirtûkên helbestan bi kurdî ne, lêbelê hinek nivîskarên kokkurd jî bi tirkî pirtûkên helbestan dinivîsîn û diweşînin.

Hêj tasnîfek, ji hevûdu hilçinandinek nehatiye kirin ku gelo li bakurê Kurdistanê wek hejmar pirtûkên helbest, çîrok yan roman pirin? Bi texmîna min hejmara pirtûkên helbestên kurdî ji pirtûkên çîrok û romanên kurdî pirtirin. Di gel vê hêj hilçinandinek edebî, zanîstî nehatiye kirin ku gelo pirtûkên helbest û romanên ku hatine weşandin kîjan li gor pîvanên edebî helbest û romanin û kîjan nînin. Helbet ev jî karê lêkolînvanane, divê ew lêkolîn bikin ku ka kîjan pirtûk helbest û romane û kîjan nîne.

Ez ê di vê gotara xwe de behsa sê pirtûkên helbestên kurdî bikim û wan hersê pirtûkan bi xwendevanên kurd bidime nasîn. Ji bo ku sê pirtûkên cudane ez ê danasîna wan bi kurtahî binivîsim.

Hersê pirtûkên helbestên kurdî ku ez ê bidime nasîn ev in : 1 – Kurdîstanbul – Şivan Zeren. Weşanên Berbang. 2 – Baweşînka çavên te – Eyup Turgay – Weşanên Ar. 3 – Şevdank – Kîbar Krîstîn Ozbey – Weşanên Ronahî.

Ez bi pirtûka Kurdîstanbul dest pê bikim.

1 – Kurdîstanbul

Bi rastî jî bajarê Stenbolê bûye kurdîstanbul, ango Stenbola kurdan. Di nav roniştvanên Stenbolê de wek hejmar herî pir kurd in. (Bi qasê hejmara gelek dewletên cîhanê kurd li Stenbolê dijîn.) Di her taxekî, semtekî, mahleyekî Stenbolê de kurd hene. Roniştvanên gelek mahleyan wek hejmar herî pir kurdin. Serokwezîrê komara Tirkiyê ê berê rahmetî Turgut Ozal ji bîlasebe negot Stenbol bajarê herî mezin ê kurdane. Bi texmînî navbera heşt – deh milyon kurd li Stenbolê dijîn.

Pirtûka helbestvanê kurd Şivan Zeren a bi navê Kurdîstanbul di nav weşanên Berbang de li Stenbolê derket. Pirtûk 95 rûpele. Şivan Zeren ji Cizîra botanê ye, lê li Stenbolê dijî. Wî gelek gotar û nivîsên kurdî di kovarên curbecur de, herwekî kovara ”Tîroj” , ”W” , ”Nûbihar” , ”Pêngav” , ”Wenda” , ”Çîrûsk” û ”Hawara Botan” de nivîsiye, weşandiye.

Di pirtûka Şivan Zeren de 38 helbest hene. Helbesta herî dirêj ku navê xwe daye pirtûkê 35 rûpele û weke destanekî kurdên Stenbolê ye. Naveroka helbestan dewlemende. Helbestvan Şivan Zeren bi zimanekî edebî/helbestkî derd, kul û kederên kurdên ku li Stenbolê dijîn, aniye zimên û raveyê xwendevanên kurd kiriye. Di naveroka helbestan de temayên gelek xurt û herweha balkêş hene. Zimanê nivîskar jî kurdîyeke pak, paqij û zelale û herweha zimanekî edebî ye, helbestkî ye.

Di pirtûka helbestên Şivan Zeren de helbestên evînî, helbestên nalîna dilê evîndaran jî hene. Xwendevanên kurd yên wêjehez divê helbestên Şivan Zeren bixwînin.

2 – Şevdank

”Şevdank” navê pirtûka helbestvan a Xanim Kîbar Krîstîn Ozbey e. Xanim Kîbara helbestvan ji Serhedê, ji bajarê Muşê ye. Kîbar Xanim jineka xwedî hunere. Wê gelek helbest û çîrok bi tirkî û kurdî nivîsiye û di kovar, malper û rojnameyan de weşandiye. Wê di koma rêzefîlma bi navê ”Ax û Jiyan” de senaryo nivîsiye. Di koma şanoya ”Dîjle Firat”ê de lîstîkvanî kiriye. Du pirtûkên wê ên helbestan yek bi tirkî û yek bi kurdî derketine.

Pirtûka wê a helbestan ”Şevdank” di nav weşanên ”Ronahî”de derketiye. Pirtûk 58 rûpele. Di pirtûkê de pêncî helbest hene. Helbestên kurtin, di her rûpeleke pirtûkê de helbestek heye. Helbest bi şêweya serbest hatine nivîsîn. Helbestên bi wezn û kafiye tunin. Naveroka helbestan curbecurin. Helbestên Kîbar Xanimê weke navê wê kîbarin û herweha helbestên evînî û civakî ne.

3 – Baweşînka çavên te

Min navê Eyup Turgay nû bihîst. Heger ji pirtûka wî a helbestan nebana belkî min qet navê wî nebihîstana. Afirînerî, berhemdarî mirov dide nasîn. Nivîskar bi saya berhemên xwe têne nasîn.

Helbestvanê kurd Eyup Turgay ji herêma Omeriya Mêrdînê ye, lê ew li li Libnanê/Beyrutê ji dayik buye. Ez di sala 1983ê de li Libnanê li bajarê Beyrutê mam û dizanim ku gelek kurdên ji Mêrdînê dihatin wir kar dikirin û paşê vedigeriyan Mêrdînê. Kurdên ku bi malbatî dihatin wir ji wan re li wir zarok çêdibû. Eyup Turgay jî yek ji wan zarokane ku li Beyrutê hatiye dinê. Paşê malbata wî vegeriyaye û ew li bakurê Kurdistanê jiyaye.

Helbestvan Eyup Turgay ji ber dîtin û ramanên xwe ên siyasî hatiye girtin û 36 sal ceza xwariye. Wî hepisxaneyê ji xwe re kiriye wek dibîstan û berhemên edebî afirandiye. Li hepisxaneyan ji berê ve gelek nivîskaran berhemên hêja afirandine. Di van salên dawîn de gelek girtîyên dîl li hepisxanan dest bi kar û xebatên edebî kirine û bi sedan pirtûkên çîrok, helbest û roman nivîsîne û weşandine.

Eyup Turgay jî li hepixaneyê dest bi nivîsîna çîrok û helbestên kurdî kiriye. Çîroka wî a bi sernavê ”Evîna penaberiyê” di pêşbirikek edebî de xelata yekemîn wergirtiye. Çîroka wî a bi sernavê ”Evîna bêsînor” jî di pêşbirikek de xelata duyemîn girtiye û ev çîroka wî di pirtûka bi navê ”Çîrokên Azadî” de cih girtiye. Hinek nivîsên wî yên kurdî jî di rojnama ”Azadiya Welat” de hatine weşandin.

Di pirtûka Eyup Turgay a helbestan ”Baweşînka çavên te” de 26 helbest hene. Pirtûk 71 rûpele û di nav weşanên ”Ar” de li Stenbolê derketiye. Helbestvanê kurd Eyup Turgay di şêweya nivîsîna helbestan de teknîkeke cuda, şêweyek nû bi kar aniye. Wî gelek helbestan bi yek peyv yan jî du û sê peyvan li du hevûdu rêz kiriye.

Wek mînak; li helbesta wî a sernavê Bilûr binêrin.

Stranan

Dibêjim

Ji te re

Di bilûrek

Dargwizîn de

Dîsa binêrin helbesta sernavê Nivîs de jî peyvan weha li du hevûdu rêz kiriye û buye helbestek vatedar û gelek xweş.

Nivişt

Dikim

Niviştek ji agir

Eşqa te û

Di bêrîka

Dilê xwe de

Vedişêrim.

Hersê pirtûkên helbestên kurdî ku min bi kurtî behsa wan kir hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên kurd wan bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply