Sê Meselok – Cüneyt Yazıcı

SEBRA APÊ KAL

Kalekî hildaye tevr û bêrekî çiya dikole.

Xortek lê rast tê û piştî silavdayînê,jê dipirse : “Apo te xêr e,tu bi tevr û bêrê pê ketiyî vî çiyayê bilind dikolî ? ”

Apê Kal got:”Birazî,li biniya vî çiyayê mezin zeviyeke min heye. Ji ber ku çiya bilind e,nahêle tav bi zeviya min bixe,çandiniyeke baş çêna be. Min jî sond xwar ku vî çiyayî bikolim ji ber zeviya xwe rakim da ku tav li zeviya min bixe.”

Xort ‘ecêbmayî pirsî:”Apo ’emre te boriye,ma wê temenê te têrê bike?”

Apê kal bi awayekî jixwe bawer :” Xortê delal,hinekî ezê bikolim,hinekî kurê min,hinekî jî dê neviyê min bikole,elbet wê rojekê ew çiya nizm bibe û wê tav bide ser zeviya min’’

 

DAEŞ/IŞİT

Vegerin mala xwe, hûn xapiyan!!

Vegerin mala xwe wehşîno

Vegerin mala xwe cehşikno

Vegerin mala xwe nezanno

Vegerin mala xwe tecawûzkarno

Cîhada mezin cîhada nefsê ye…

Vegerin hundirê xwe rûreşno, û bi ordiyên kîn û fesadiyê re şer bikin.

Vegerin hundirê xwe û bi leşkerên hesûdî û zikreşiyê re têkevin cengan…

Ji aqilmendên! xwe re bêjin :”We em xapandin,qada şerê me divê Kurdistan nebe,dijminê me jî ne Kurdin…Bêjin :”Dijminê me nefsa me ye,qada şerê me jî divê hundirê me be”.

 

LI BAZIDÊ

Li Bazid ê xortekî bi navê Brahîmê Zîlanî hebû.Ji malbata axayên Zîlan bû,bi ‘eşîreta xwe re her sal diçûn zozanan,koça xwe ji bo çend mehekê dibirin Rewanê jî.Li wir keça tacîrekî mezin a bi navê Meryema kezîsor dinase û dibe evîndarê wê.Lê çi heyf ku bavê wê ew nedida.Bavê Meryemê ji tirsa revandinê ew veşart û şande ba rahîbên dêra Eşmiyazînê.

…Brahîmê Zîlanî her roj Meryemê digeriya.Bajar bi bajar,gelî bi gelî,deşt bi deşt û heta diçû pêşiya karvanan jî û dikete pey evîna xwe.Heta rojekî xeber ji wî qut bûn û xelqên Bazîdê êdî digotin ku ew bêguman li çolan miriye.Lê dawî rojekê di dirûvê evdalekî de dihate Bazîdê û dema êla wî jê dipirsîn :-li ku bûyî? Te çi dikir?

Digot:

EZ LI NAV BERFA GILÎDAXÊ BÛM û MIN AGIRÊ DI HINAVÊ XWE DE SAR DIKIR, û diqêriya: -LÊ DÎSA JÎ SAR NABE LOOOOO…NE BERFA GILÎDAXÊ TENÊ,BERFA ÇİYAYÊ QAF JÎ TEVÎ AVA EREZ BIBE DÎSA JÎ AGIRÊ EŞQA MEYREMÊ SAR NAKE !!!

Ji Mîrname yê.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply