“Saziyên hunerî yên Kurdan bûne cihê rantê”

Kawa Nemir dibêje ku: “Îro dijrewşenbîrîtîya kurdan dest pê kiriye. Hin temayûl li Kurdistanê rewşenbîrên Kurd, kesên jêhatî pîs dikin. Ew bi xwe j’ heyranê nivîskar û rewşenbîr û takekesên, kesayetên dagirkeran in”.

Kawa Nemir weha pêde çû; Sîyaset û huner li cem me ji her derê bêtir bi hevûdu ve girêdayî ne. Ev carina li hev dikin, hev û du ber bi cihekî de dahf didin an jî ji hev vediqetin. Em îro di qonaxeke dîrokî de ne. Ku heye em tê de têk biçin. Ji ber vê, sîyaset devê warê civakî bi rêk bixe û hemû çavkanîyên bi qasî ku jê tê, li hemûyê civakê berbelav bike. Lê mixabin ev yek heya niha pêk nehatîye. Ez wek wergêrek, nivîskarek, helbestkarek ji vê rewşê acizim”.

Kawa Nemir eşkere kir ku; “Di van 15 salên dawî de gelek kesên ku ji karên hunerê fêhm nakin di sazîyan de cih digrin. Lewra ev sazî bûne cihê rantê. Di salên 1990-an de gelek kesên wekî min, em bi dilxwazî dixebitîn. Lê îro rantek heye û gelek kes ji vê rantê sûd werdigrin. Ev kes bi neheqî sûdê werdigrin. Kesên xebatkar û jêhatî jî tuşî neheqîyan dibin”.
Hin derdor rewşenbîrên kurd biçûk dixin.

Kawa Nemir dibêje ku; “Îro ro eşkere bûye êdî dijrewşenbîrîtîya kurdan destpê kiriye. Ew kes û temayulên ku ez dibêjim, rewşenbîren Kurd pîs dikin. Ev kes û derdor heyranên dagirkerên xwe ne. Lê mafê tu kesî nîne ku nivîskarên Kurd piçûk bixin. Ev kes û derdor vê yekê bi rêya nivîsa, bi rêya înternetê dikin û ez ji vê gelekî acizim”.

Civaka kurd ber bi entegrasyona dagirkerên xwe ve tê ajotin

Kawa :Nemir weha berdewam kir; “Civaka kurd ber bi deverekê ve tê ajotin ku mixabin, civak heta radeyekê dibe heyranê tirkbûnê. Berê di salên 1990-an de, tengasîya me hebû, ew di nava wan şert û mercan û wê asîmîlasyonê de, me digo: `em çima xwe nêzîkî kurdî nakin, di ser kurdî de em çima nasnava xwe naparêzin`. Îro ro ji xwe êdî em ji wê yekê bihurîne, êdî em dibînin mesele ji zimên jî derketîye. Êdî rih û gîyan, takekes û şexsîyet hemû, mixabin ber bi entegrasyonê ve diçe. Entegrasyona li gel dagirkerên xwe. Ez wek kesekî sade jî dikarim vê yekê bêjim û li şûna ku civaka kurd di nava xwe de entegreyî hev bibe, me dev ji wê yekê berdaye em ketine pey wê yekê ku em li gel tirkan,li gel ereban li gel farisan entegre bibin`.

hawarnet

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply