Sazbendên Bremenê

Kerê jî hîs kir ku bayekî xerab ber bi we ve te, îca rabû ji male reviya û bi riya Bremene girt. Ew wisa difikirî ku ew e li bajare Bremene, di orkestraya şaredariye de bibûya muzîsyeneke mezin.

Ker di re de rastî kûçikekî neçîre hat. Kûçik ji ber bazdane wisa westiyabû ku feqîro nikaribû behna xwe bide û bistîne.

Kere je pirsî:

-Te xêr e, hevale delal! Bêhna te çima wisa çikiyaye?

Kuçik got:

-Ax ax, qet nepirse! Ji ber ku ez edî pîr bûme û nikarim wekî bere li pez miqate bim û berra guran bidim, xwediye min dixwaze min bikuje. Ji ber we yeke ez ji male reviyam. Le ez e edî nane zike xwe çawa peyda bikim, nizanim! Haw haw!

Kerê got:

-Tu zanî, ez niha diçim Bremenê ji bo ku li wir bibim muzîsyen; tu jî bi min re were û bikeve nav orkestraya şaredariye. Ez e li ûde bidim, tu jî li bilûre.

Kûçik bi kefxweşî ev peşniyar qebûl kir û ew herdu ketin re. Piştî demeke kurt, li ser riya Bremene, ew rastî pişîkeke pir xemgîn hatin.

Kere ji pişîke pirsî:

-Ev çi halê te ye, hevala delal, tu çima wisa xemgîn î?

Pişîke bersiva we da got:

-Ma ez e çawa kefxweş bim hevalno! Ji ber ku ez edî pîr bûme, diranen min hew bi ker ten û ji ber ku ez edî nikarim wekî bere li dû mişkan bibezim, xwediye min dixwaze min bixeniqîne. Min bi zore cane xwe xilas kir, le ez e edî çi bikim û bi ku de herim nizanim! Miyaw!

Kere je re got:

-Tu jî bi me re were Bremene. Tu ji muzîke baş fam dikî, de were tu jî wekî me bibe muzîsyen.

Pişîkê ev pêşniyar bi dilekî coş qebûl kir û tevlî wan bû. Di dawiyê de ker, kûçik û pişîk gihîştin cotgehekê.

Dîkê malê derketibû ser qurmê darekê û bi hemû hêza xwe bang dida.

Kerê jê re got:

-Te xêr e, çi bi te hatiye, dîkê delal? Tu ew qas diqîrî ji bo guhê me biteqînî?

Dîk li wan vegerand:

-Hevalino, qet nepirsin! Xwediyê min difikire sibe ji goştê min xwarineke xweş çêke û deyne ber mêvanên xwe. Îro heta ji min tê ez bang didim, ji ber ku sibe ez ê ne li rûyê erdê bim.

Kerê got:

-Wê çaxê tu jî bi me re were. Em niha diçin Bremenê, emê li wir bibin muzîsyen. Çawa be dengê te jî pir xwes e û were em bi hev re muzîkên xweş çêkin. Dîk jî ev pêşniyar qebûl kir û her çar heval; ker, kûçik, pişîk û dîk ketin riya Bremenê. Lê belê riya wan pir dûr bû, ne mumkun bû ku ew di rojekê de xwe bigihînin Bremenê. Ber bi êvarê ew gihîştin daristanekê û biryar dan ku şeva xwe li wê derê derbas bikin. Ker û kûçik xwe li bin dareke mezin dirêj kirin, dîk û pişîk jî li ser darê bi cî bûn. Lê dîk ji pişîk zêdetir hilkişiya jor û çavê xwe li derdorê gerand. Dîk dît ku ji dûr ve ronahiyeke biçûk xuya dike. Wî bang li hevalên xwe kir û got dibe ku ew ronahî, ronahiya malekê be.

Kerê got:

-De em rabin herin. Jixwe cihê me jî qet ne xweş e li vê derê. Her çar heval rabûn ketin rê û ber bi ronahiyê ve meşiyan. Lê ew her ku nêzî malê dibûn, dîtin ku ronahî hê geştir dibe. Dawiyê, ew gihîştin ber malê, lê ronahiya malê bi rastî jî gelek zêde bû û ew jî nîşana cihê diz û rêbiran bû. Kerê, ku ew ji yên din dirêjtir bû, xwe nêzî paceyê kir û li hundir nihêrî.

Dîk jê pirsî:

-Tu çi dibînî, hevala Ker?

Kerê got:

-Ma ez çi nabînim! Li ortê maseyeke mezin, li ser tijî xwarin û vexwarin! Li dorê jî; çar diz û rêbir rûniştîne û ziyafetê dikin.

Dîk got:

-Welleh ev tam li gorî me ye.

Kerê got:

-Ah erê, lê tenê lazim e em bikevin hundir!

Çar heval bi hev şêwirîn ka ew ê çawa wan dizan ji wê derê biqewinnin. Dawiyê, wan riyek peyde kir:

Kerê wê piyên xwe daniya ber paceyê, kûçik wê derketa ser pişta wê, pişîk li pişta kûçik, û dîk jî wê li ser serê pişîkê bisekiniya. Piştî ku wan xwe bi wî rengî amade kir, êdî zirîna kerê, newîna pişîkê, ewtîna kûçik û bangdana dîk ketin nav hev û muzîka çar hevalan dest pê kir. Û wan bi derbekê pace şikand, xwe bi carekê çeng kirin û ketin hundir…

Ji ber wê qerebalixê, diz ji cihê xwe hilpekiyan û ew wisa fikirîn ku xeyaletek ketiye hundir. Bi wê saw û tirsa mezin, ew bilezûbez ji malê derketin û bazdan çûn nav daristanê. Piştî çûyîna wan jî, çar hevalên me li dora maseyê rûniştin û wekî ku ji xelayê derketibin, xwarinên mayî hemû xwarin. Bi dû xwarinê jî, wan lambe tefand û ji bo razên her yekê li gorî rehetiya xwe cihek peyde kirin. Û ji ber ku ew pir westiyabûn, çawa serê xwe danîn wisa jî di xew re çûn.

Piştî nîvê şevê, dizên li nav daristanê ji dûr ve dîtin ku li malê lambe hatiye tefandin û her tişt bi aram dixuye.

Îca şefê dizan emir da zilamekî xwe ji bo ku here binêre ka li malê çi diqewime, û ku mumkun be ew karibin careke din vegerin malê ji ber ku ew bê dilê xwe ji malê hatibûn dûrxistin.

Diz bi dizîka çû ket hundir û dît ku mal pir bêdeng e. Dû re ji bo ku lambeyê pêxe, ew ket mitbaxê. Dema ku wî her du çavên pişîkê yên dibiriqîn dîtin, wî got qey ew koza agir e. Îca wî darikekî niftikê nêzî koza agir kir û di wê keliye de qiyamet rabû.

Pîşîke bi careke xwe çeng kir, pencik avet rûye diz û qîjewîj kir. Ji tirsan hindik mabû zirave diz biqete. Wî xwe ji pişîke xelas kir û xwest ji derî derkeve derve, le bi careke kûçik çîme wî girt û da ber gezan. Û di we navbere de dîk jî hilkişiya ser sere diz û sere wî bi nikulen xwe perîşan kir. Diz bi zor û bela xwe tam ji kûçik û dîk xelas dikir ku îca kere zîtikek leda û diz ji derî pengizî û firiya derve.

Diz heta je hat ber bi hevalen xwe bazda û bi qîrîn got:

-Birevin! Birevin, li male cazûyek heye! Cazûye bi neynûken xwe yen direj rûye min da ber pencikan. Li ber derî mirovekî dirinde bi kera xwe linge min da ber keran. Pîrebokek bi miknesa xwe li sere min xist û ez gej kirim. Cinawirekî reş jî bi du daren mezin li min da û ez avetim derve. Min bi zore cane xwe xelas kir.

Birevin!

Piştî we şeve, dizan edî careke din newerî vegerin we dere û bi vî awayî mal ji ker, kûçik, pişîk û dîk re ma. Edî çar muzîsyenen Bremene li we male, di nav kef û bextewariye de rojen xwe derbas kirin.

Çîroka me qediya, xer û xweşî li hazir û guhdaran bariya.

Çîrok: Gelerî

Welat: Almanya

Çavkanî û Werger: Ne diyar e!

Jederk: ÇÎROKEN KURDÎ

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply