Satileyn-Raşit Gümüş

Rojekî ji rojan

Rehmet dê û bavê hazir û guhdaran

Mîrekî pir dewlemend û xwediyê du zarokan hebûye.

Yek ji wan Şîr Helal yek ji wan Şîr Heram bû.

Gava emrê mîr gelekî dibore rojekî dibêje ezê bang bikim her du zarokên xwe mal û milkê xwe bidim nasîn ku ez mirim bila bizanin ka li ser dinê çiqas malê wan heye.

Bang dike her du zarokên xwe ji wan re dibêje:

“Lawên min hûn dibînin ku emrê min pêşte çûye îca ezê îro mal û milkê xwe we bidim nasîn ku piştê salan ez bimrim hûn bizanin çi malê we li ser dinê heye. Em herin qesra xwe bigerin.”

 

Qesra mîr 40 ode bûye ku her odeyek têde karek tê kirin. Wek odeya terzîxane odeya aşxane odeya cil şûştinê hwd.

Gava 39 odeya digerin mîr hemî odeya digerin deriyê odeyekî naveke dibêje “Her waha zarokên min we hemî naskirin ku ez bimrim êdî ev qesra mezin dimîne ji we re dê îca em herin zevî û bîstanan bigerin.”

Wî gavê lawikê Şîr Helal dibêje:

“Mîrê min ez xulam te çima ew ode neda nasîn.”

Mîr dibêje:

“Kurê min ne hewceye jixwe tiştên beredayî têde hene.

Lê Şîr Helal, dibêje: “Ne welle mîrê min tu deriyê wî jî veke em bibînin.”

Mîr dinêre ku nikare gotina xwe li kurê xwe bîne dibêje “temam derî diveke.”

Gava ku diçin hundûrê odeyê lawikê Şîr Helal tabloyekî dûwar ve dibîne hişê wî diçe û erdê dikeve. Xizmetkar diçin masiya tînin didin ber pozê wî gava  hişê wî tê serî, ji bavê xwe dipirse

bavû tu bi navê xwedî û pêxember tu ji min re bêjî ew qîza waha rind kî ye û li ku derêye û te çima ev tablo tenê vî odeyê ve xistiye.”

Mîr xeme kî dikêşe û dibêje:

“Kurê min ezîza bavê xwe  navê wî qîzê Satileyne emrê min li ber evîndariya wî de borî lê ez negihîştim mirazê xwe. Tu jî xeberê bavê xwe bike û nekeve pê vî evîndariyê.”

Şîr Helal dibêje: “Bavê min qesem bi navê Xwedê ez rihê xwe jî vî oxirê de bidim ezê herim Satileynê ji xwe re bînim û bikim xanima xwe.” û dirabe diçe ku xwe amade bike û bikeve rê.

Birayê Şîr Heram, tê balê dibêje: “Birayê min ez çiqas jî Şîr Herambim ezê ji te re werim te tenê naşînim.” Û torkê xwe têjî nan û xwarin dikin dikevin rê.

Piştê rêveçûna çil roj û çil şevan devê çemekî kelhekî dibînin û diçin têve ku wî şevê razên. Şîva xwe dixwin û ku razên. Birayê Şîr Heram dibêje: “Ez razêm hebe tiştek xerab bête li serê birayê min.” û destê xwe pê kevirekî xîz dike û xwê diberde ser ku şewite û xewa wî bireve.

Piştê demekî dibore du kevok tên per didin li ser kulekê û tên ziman.

Yek dibêje: “Xwîşka Xenê,

yeka din bersîv dide dibêje: “Keremke xweçka Henê.”

Henê dibêje: “Ev her du mirov ku tên tê ku ve herin û qedera wan de çi nivîsiye”

Xenê,  cewab dide dibêje:

“Xweşka Henê ev herdu mirov birayên hevin yeka Şîr Helal, keçkekî ku navê wî Satileyne tê her du sibê rabin bikevne rê. Gava çûn devê çem tehtekî mezin li wire. Tê kevrê rakin binde qayîkek heye lê siwarbin herin milê din. Bajarek wî aliyê heye nava behrê da qesrekî mezin heye. Wî şevê jî şahyanek qesra bavê Satileynê heye. Tê her du bira du heb erbanan bikirin û wek erbaneciya kinca li xwe kin herin hindûrda. Gava Satileyn Şîr Helal bibîne tê dil pê keve” û per didin difirin.

 

Birayê Şîr Heram gava wan gotinan seh dike dilê wî xweş dibe û bî kêwxeşiyê dikeve xewê .

Sibê hîşyar dibin û tên devê çem. Wî kevra mezin radikin qayîkê dertêxin li sûwar dibin diçin aliyê din. Xwe davêjin nav sûkê du erbanan ji xwere dikirin û dimînin hêvya rojê ku qilipe.

 

Gava dibe şev jin û mêr tevyî bajarî tên qesrê. Her du bira jî erbanên wan destên wan de dikevin nav gel û derbasê hundûrê qesrê dibin.

Gava dest pê xistina erbanê dikin Satileyn, lawkê Şîr Helal dibîne û dil dide wî. Piştî demekê bang lê dike dibêje: “Lawkê delal tu îşev min revînî naha were livir xwe xef bikin gava roj nêzê derketinê bî emê ji hevre birevin bigihîjîn mirazê xwe.”

Dibe nîvê şevê gel bi xelasbîna şahyanêre belavê malên xwe dibin û her du bira jî xwe xef dikin heta nîzê roj derketinê. Satileyn tê cem wan,  bixçikawî dest, dibêje: “Dê em herin.” Xizmetkar alîkarî Satileynê dikin û heta derkevin ber deriyê qesrê.  Ji hevre dikevin rê ku ew rêya diçin ne diyare.

Gava rê dikevin piştê demekî digihîne devê çem. Qayika xwe sûwar dibin çem derbas dikin. Dikevin rê diçin ew kelha ku wî şevê tê de razayî ku her du kevok hatîna û axaftin.

Şîva xwe dixwin tê wextê razanê Şîr Helal û Satileyn dirazên lê birayê Şîr Heram dîsa dibêje ez ranazêm ku xirabiyek neyte  serê bira û jimbira min.

Ji bo xwe wa wî neyê destê xwe xîz dike xwe diberde ser çavên xwe digre piştê demekî dîsa her du kevok tên perdidin li ser kuleka kelhê.

Kevokek yeka din dipirse dibêje: “Xweşka Henê, ev mirov çûne Satileyn ji xwe re anîne lê piştê wî tê çibikin ka ji min re bibêje.

Xenê, bersiv dide dibêje: “Niha şûnde karê wan dijware. Dê her du sibê rabin kevin rê gava nîzikê qesara bavê xwe bûn bavê wî dê bibihîse ku kurê wî Satileyn ji xwe re aniye. Ji ber wî dê hesûdî kurê xwe bike.

Dê hespekî ku bedena wî zihêrkirî bişîne hemberê wan. Eger lê siwar bin dê bimrin. Lê sûwar nebin yaka du ya dê bavê wî  xwarinekî ji bilî mêvanan taybet amade bike. Lê ew xwarin tê de zihêr heye ku her du bimirin negêhijne mirazê xwe.

Eger ew xwarin nexwarin xilasbûn gava her du çûn nav cihkê xwe de dê bavê wî bide mahrekî mezin û navbera duwar de derkeve ku her dukan bixwe” û per didin difirin diçin.

Piştê birayê Şîr Heram van gotinan seh dike, dilekî xembar difikire ka ez çibikim. Birayê xwe van xirabiyên bavê xwe xelas bikem û li gorê xwe rê û rêbazan dibîne û dikeve xewê.

Gava sibê hişyar dibin dikevin rê  nêzîkê bajar dibin dibînin ku gelê bajar hespek starêwî girtine dewûl û zêrnê bi şahyane tên berya wan, gava  nêzîk gel dibin Şîr Heram dibêje: “Ez birayê xwe re tiştekî bejim.”

Şîr Helal dibêje:

“Keremke.” Şîr Heram, dibêje:

“Bira, niha tu li wî hespê sûwarbî dê gel bêji hêj bavê wî nemriye. Ew nebûye mîr xwe ji me mezintir dibîne. Lê ku tu sûwar nebî, nav gel de peya bimeşî dê gel te zehftir hez bike.”

Birayê Şîr Helal, dibêje:

“Welle tu rast dibêjî” û gava hesp tê lê sûwar nabe û peya dimeşe heta tên nava bajar.

Lê dinêrin ku xwarin amade kirine lê xwarina her duyan cûda raxistine û dîçin serana sifrê rûdinin, dê dest pê xwarinê bikin, dîsa Şîr Heram, dibêje:

“Bira tu guh bide min. Were nav gel de xwarinê bixwe ku gel bêje aha kurê mîr hat nav me de xwarin xwar. Xwe ji me meztir nabîne sofreya taybet berda hat xwarina em dixwin dixwe.”

Şîr Helal dibêje: “Bira tu rast dibêjî, em herin nav gel bixwin” û diçin nav gelda xarinê dixwin û heta dereng şahyan de û govend dimeşe û gava dibe şev diçin ku razên lê birayê Şîr Heram  berya wan çûye oda wan xwe bin kaloleya wan ve xef kirye ku gava bavê wî bî te mar wî bikuje.

Satileyn û Şîr Helal, tên dikevin xewa şîrîn. Gava dibe nîvê şevê birayê Şîr Heram dibîne ku duwar diqelişe û marek wek ejderhayê di nav de derdikeve wî gavê bin doşekêve derdikeve û xencerekî davêje serê marê jê dike. Gava ser jê dike dinêre ku laşê marê wek sêhrekî wenda dibe.

Tam dike di odê ve derkeve, dibîne ku çipikek xwûn ketiye ser serê Satileynê. Dibêje: “Ez pê serê xencerê rakem dê jin bira min şiyar be, ez pê serê zimanê xwe rakem birayê min şiyar be, dê bêje ka min çav berdaye namûsa wî ez vaha bihêlim herim nabe.”

Hêdî zimanê xwe dibe davêje tipka xwîn, wê gavê dibe tehtek dimîne kincê odê ve.

Dibe sibe, Şîr Heram dibîne ku kevirek mezin kuncê odê ve ne û tu xeberê bavê xwe û birayê xwe nabihîse.

Sal derbas dibin zarokekî Satileyn û Şîr Helalê çêdibe. Lê her tim dilê Şîr Helalê kul e. Rojekî dibêje: “Welleh çi ecêbî vî meselê de hebe ew kelha ku em tê de razan li wir hatiye serê me. Ezê rabim herim, wî qesrê ka belkê min rêyek xilasbûnê ji xwe re peyda kir.”

Ew  rojekî nêz de dirabe torkê xwe têjî nan dike ê dikeve rê. Diçe ber derê wî kelhê şîva xwe dixwe û gava dibe nîvê şevê destê xwe xîz dike xwê berdide ser ku xewa wî neyê. Piştê demekî şûnde dibîne ku du kevok tên per didin li ser kuleka kelhê û navbera xwe de dest pê axaftinê dikin.

 

Kevokek ya din dipirse, dibêje:

“Xweşka Henê ev mirov çima hatiye li vir û qedera wî de çi heye ?”

Yeka din bersiv dide dibêje:

“Xweşka Xenê, ev mirov hatiye ku rêya miradê xwe de bav û birayê xwe wenda kirye û bizane ka çi  bûyer serê wan de derbas bûye.” Û dest pê dike serî heta dawiyê bûyerê dibêje.

“Tenê dipirse dibêje dê ev mirov çibike ka wî ji min re bêje.”

Xenê, dibêje jixwe bavê wî êdî dernakeve holê lê eger ev mirov bivê ku birayê wî yê ku hinde fedakarî ji bo wî kêşa hewceye  gava vegere malê serê zaroka xwe jê ke û bi xwîna wî derdorê wî rizdê bike, yê ew kevirê kuncê ve dîsa rih kevtê û bîte birayê wî.

Piştê van gotinan her du kevok pir didin, difirin diçin.

Lawkê Şîr Helal piştê van gotinan dilê wî pir xembar dibe. Serî heya binî wan bûyeran tîne bîra xwe dibêje: “Hey dunyaya beredayê, bavê min ji min re çawa kirye û birayê min ji bo xweş bûna dilê min çawa fedakarî kirye û ji bo min niha bûye tehtek hindûrê odeyê da.”

Şîr Helal, gava  sibê rê dikeve û tê qesra xwe lê rê de heta tê qesrê van melhezeyadene ramane dike ka ez çi bikim çi nekim. Aliyekî ve zaroka wî ku nû hatiye dinyayê hewceye serê wî jêkim ku birayê xwe paş bîne.

Lê aliyê din ve birayê wî ku hinde ji bo miraza wi xembarî kêşandiye û niha jî wek kevirekî mezin bê rih kuncê odeyê de ye.

Çend roj derbas dibin rojekî qerarekî dide dibêje: “Welle ezê zaroka xwe qurbana birayê xwe bikim, dê Xwedê zarokan bide min lê birayekî wek Şîr Helal rasteqîn nesîb nabe.”

Û  dibêje: “Satileynê ka kerema xwe re rabe her bîra avê mesînekî ava cemidî bîne em wexin.”

Satileyn, dibêje: “Ser serê xwe,” û dirabe diçe ku avê ji mêrê xwe re bîne û derdikeve diçe.

Şîr Helal dirabe diçe kêrekî tûj hildide tîne û hema sivik hêj jina wî venegerî serê lawkê xwe jê dike dibe xwîna wî tehtê ve dide tîne lawkê xwe têxe dergûşa wî de û serê wî dipêçe xwe dizivire ku ew teh  bûye birayê wî hemberê wî sekiniye.

Wê gavê Şîr Helal ser jê kirina kurê xwe bîr vedike û bi şahî hêmbêz dike. Wî gave Satileyn jî derî ve tê ew jî xwe davêje singê Şîr Heram û bi şahyane  û qêr û hawara kena wan e.

Wê gavê dengê girîna zarokê tê û Şîr Helal lez diçe ser dergûşê dinêre ku Xweda dîsa serê  zarokê pê ve danî ye. Gava Şîr Helal wisa dibîne ew tirsa giran hundûrê wî da derdikeve û bi şahya histir dibarîne.

Ew gihiştin mirazê xwe, em jî man nav xer û xweşyê de……

 

 

Raşit Gümüş-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply