Şampiyonê TEOGê yê Tirkiyê ji Sêrtê Derket

Ezmûna TEOGê ya îsal di meha Çiriya Pêşî de hate kirin. Encamên Îsal ên TEOGê eşkere bûn. Li gorî encaman ji Dibistana Taybet ya Celal Deger ya Sêrtê Uluer Şahîn bi puana tam bûye şampiyonê Tirkiyê.

Li seranserê Tirkiyê 1 milyon û 174 hezar û 427 xwendekar ketine îmtîhanê. Li Sêrtê jî 7 hezar û 500 kes ketine îmtîhanê. Li gorî encamên TEOGê xwendekarê Dibistana Taybet ya Celal Deger ya Sêrtê Uluer Şahîn hemî pirs rast bersivandin û him li Sêrtê him jî li Tirkiyê bûye şampiyon.

Midûrê Dibistana Seretayî û Navîn yê Celal Deger li Sêrtê Abdurrahman Dulger amaje kir ku, “Li Sêrtê 7 hezar 500 xwendekar tevlî ezmûnê bûne. Uluer Şahîn 120 pirs jî rast bersivandine û bûye yekemîn. Dulger ji bo encamên ezmûnê wiha axivî, “Ji xwendekarên me Durmuş Burak Dirikli û Eylul Petek 118, Egemen Oksuz, Eren Kavurt û Îrem Altan 116, Şeymanur Işiktaş û Musvet Keşli 114 pirs rast bersivandin û serkeftineke mezin bi dest xistin.”

Dulger ji bo vê serkeftinê spasiya mamosteyên dibistanê û ebeveynên xwendekaran kir.

Midûrê Dibistana Seretayî û Navîn yê Celal Deger li Sêrtê Abdurrahman Dulger, destnîşan kir ku di meha Nîsanê de ezmûneke din he ye û ew heman serkeftinê di meha Nîsanê de jî hêvî dikin.

Uluer Şahîn jî ji bo vê serkeftinê hestên xwe wiha anîn ziman, “Ji bo ku ez li vê dibistanê me, ez pir kêfxweş im. Di dersên xwe de min ji mamoste û serwîsa rêberiyê pir sûdwergirt. Ez dixwazim ku di ezmûna Nîsanê de jî bi ser kevim. Heke ez bi ser kevim ez dixwazim ku li Enqerê li Lîseya Fenê bixwînin. Piştre jî dixwazim ku fakulteya bijîşkiyê bixwînim û bibim doqtorekî serkeftî.”

zamankurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply