Di EURO 2016ê da piştî temambûna pêşbirkên fînala çaryekê, tîmên nîvefînalîst diyar bûn.
Pêşbirkên EURO 2016ê ku li Frensayê birêve diçin, nîvefînalîstên xwe diyar kirin û wê Portugal û Wales têkevin hemberî Frensa û Almanyaya mazûvan.
Bernameya nîvefînalê ya EURO 2016ê ku wê piştî 2 roj bêhnvedanê dest pê bikin wiha ye:
6ê Temmûzê Roja Çarşemê:
Portugal – Wales (Lyon) GMT+2 22.00
7ê Temmûzê Roja Pênşemê:
Almanya – Frensa (Marsilya) GMT+2 22.00