Pêncşem , 24 Îlon. 2020

Salroja serîhildana Şêx Seid e

Komara Tirkiyê, bi hevkariya Kurdan hat avakirin. Damezrînerê Komarê Mistefa Kemal got, Parlamento ya Kurd û Tirkan e, welat ya Kurd û Tirkan e. Lê piştî demekê netewe-dewleteke Tirk damezrandin û hemû alî bêdeng kirin. Hember vê Kurdan serî hildan. Roja 13’ê Sibatê destpêka Serhildana Şêx Seîd, bi navê din Serhildana Pîranê ye. Di demeke kurt de Diyarbekir hat dorpêçkirin û gelek bajar û navçe hatin rizgarkirin. Lê nebûna piştevaniya derve, parçebûna Kurdistanê û nepêkanîna planê bû sedemê şikandinê. Dîsa darvekirin, komkujî, sirgun û wêranbûn bû para Kurdan.

1914, Dema şerê cîhanê yekemin destpê kir, di Artêşa Osmaniyan de 3 mîlyon leşker hebûn. Dema şer dawî bû, tene 50 hezar mabûn ku piraniya wan jî li Kurdistanê bûn.

Mistefa Kemal, bi fermana Sultan Wehdedîn xwest, ax a ku piştî Agirbesta Mondrosê di destê Osmaniyan de man e wek dewleteke nû dirust bike û bere xwe da Kurdistanê.

serdana rêberên olî û aşîrên Kurdan kir. behsa jiyaneke hevpar, welatekî hevpar kir. Parlamento kom kir û got, “Ev meclis ya Kurd û Tirkan e.”

Piştî sê salan peymana Lozan hat îmzekirin û sînor hatin diyarkirin. Mistefa Kemal, ax a ku bi Kurdan rizgar kiriye, wek Komara Tirkiye, netewedewleteke Tirk dirust kir. Yek ziman, yek ala, yek dewlet, yek serok.

Kurd careke din hatibûn xapandin. Cemiyeta Azadî pêwîstî bi rêxistin û serhildaneke seranserê Kurdistanê dît. Lê rêberên Cemîyetê Yusuf Ziya Beg, Xalidê Begê Cibirî hatin girtin û di demeke kurt de hatin darvekirin.

Şêx Seîd, gund bi gund geriya behsa doza heq û neheqê kir. ”

Dema Şêx Seîd li Pîranê bû mufrezeyek Artêşa Tirk, operasyon dike. Şer û pevçûn. serhildan 13’ê Sibata 1925’ê dest pê dike. Lê roja Newrozê bo serhildanê hatibû plankirin.

“Dema gel rabe ser piyan, ji pêşengiyê cudatir rê nîne.” Şêx weha dizanî û weha kir. 16’ê mehê Darahênî bû paytextê serhildanê. Xwe kirin sê enî, Diyarbekir, Xarpêt û Erzirom.

Serhildan wek lehiyê fireh bû. Heta Siwêreka Rihayê, Meletî, Xinusa Erzimorê, Bidlîsê, Sêrtê Belav bû. Di nav çend rojan de Diyarbekirê hat dorpêçkirin.

Dorpêça Diyarbekirê dirêj kir. Brîtanya û zilhêzên cîhanê çûn alîkariya Komara Tirkan. Dorpêç dirêj bû. Şerkerên pêş ketin erdê. Biryara vekişandinê da Şêx Seîd.

Pişt re… Dîroka Kurd dehan caran nişan daye, piştî vekişandinê çi dibe…, şewat û talan.. mirin û koçberî.. radestî, darvekirin…

29’ê Hezîrana 1925’ê. Şêx li pêş sêdarê dibêje , ji darên we tirsa min nîn e, bo xelk û Xwedayê, min çi rast dît ew kiriye.  47 rêber û serhildirên Kurd tên darvekirin. Yek ji sehlideran dibe dengê hemiyan, “Şanaz im dibim Qurbanê Kurdistanê, Ez îro diçim, lê neviyên min tola me li erdê nehêlin.

Sitemkar, di demên lawaz de, dost û heval û hevpar in. Daxwaza welatek hevpar û pêkvejiyanê û wekhevî kirin, lê di derfeteke biçûk de, mirin û şewat û koçberî bûye para Kurdan.

k24

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.