Salnameya îranî an salnameya farisî teqwîma rojê ko îro li Îran û Afxanistanê bi fermî tê bikaranîne. Ji bo ko hinek îna dikin ko bingeha wê texwîmê, ya ko Omer Xeyam di wexta siltanê Selcûqiyanê Celal ed-Dewle Melik Şah (1055–1092) de berhev kirî ye ew hin caran wek salnameya celalî jî tê nav kirin. Ew salnameya Xeyam cara siftê, di yekê Ferwerdînê, gora salname mîladî 15 adarê 1079an de hatibû bikaranîn.
Salnameya îroj li Îranê tê bikaranîn cara paşin di 1925an de hat reformkirin û di 31’ê adarê 1925an de hat dest bi karanînê kirin. Di wê reformê de hîcret wek refêrans hat girtin û ew roya gora salnameya îranî wek 11’ê Ferwardin 1304 hat diyar kirin. Ji bo referansa wê hîcret hat girtin jî ew wek hicrî şemsî (bi farisî: هجري شمسي, lat. hicrî şemsî an, هجری خورشیدی) tê nav kirin. Ji 1957an virve ew li Afxanistanê jî tê bikaranîn. Her çiqas di 1976an de li Îranê li ser salnamê reformeka din hat kirin û roya destpêkê salname şuna hîcretê, taç girtina Kyrosê duyem hat girtin jî, va refoma di 1979an de li pê şoreşa îslamî re hat valakirin.
Salvegera vê salnameyê gorî destpêka biharê yê astronomî, yanê Newrozê tê hesab kirin. Kînga ko li Tehranê dirêjahiya şev û rojê de saet dibine 12:00, rojê ko tê, ango sibê wek Newroz tê diyar kirin. Roja salvegerê bi gelemperî, ji salê ber de tê diyar kirin. Di salnameya gregorî de destpêka biharê navbera 19’e adarê û 21’e adarê de diguhere.
Salnameya îranî ji 12 mehan ên ko nêzî 3000 salin bêguhertin tên bikaranîn de pêk tê. Şeş mehayên pêşin ji 31 roj, pênc mehên pê re ji 30 ro, û mehê paşin jî gorî bûna sala bermayî an na ji 29 an 30 rojan de pêk tê.
Navber | Dirêjahî (bi roj) | Farisî | Pehlawî | Avestayî | Kurdiya navendî |
1. 21 adar-20 avrêl | 31 | Ferwerdîn | Frewardîn | Frevaşînam | Newroz, Xakelêwe |
2. 21 avrêl-21 gulan | 31 | Erdîbehîşt | Erdwahîşt | Aşa Vahîsta | Gullan, Banemer |
3. 22 gulan-21 pûşper | 31 | Xurdad | Hordād | Haurveta | Baranbirran, Cozerdan |
4. 22 pûşper-22 tîrmeh | 31 | Tîr | Tîr | Tiştrîya | Germaciman, Pûşper |
5. 23 tîrmeh-22 gelawêj | 31 | Murdad (Merdad) | Emurdād | Emêrêtat | Gelawêj |
6. 23 gelawêj-22 rezber | 31 | Şehrîwer | Şehrêwar | Xeştrevariya | Berewpayîz, Xermanan |
7. 23 rezber-22 kewçêr | 30 | Mehr | Mîhr | Mîsra | Mîran, Rezber |
8. 23 kewçêr-21 sermawez | 30 | Aban | Êban | Apam | Gellarêzan |
9. 22 sermawez-21 berfanbar | 30 | Azer | Êdur | Etar | Agirdan, Sermawez |
10. 22 berfanbar-21 rêbendan | 30 | Dey | Dey | Dîno | Sehollbendan, Berfanbar |
11. 22 rêbendar-21 reşemî | 30 | Behmen | Wehman | Wehûman | Nawzistan, Rêbendan |
12. 22 reşemî-21 adar | 29 an 30 | Espend | Şpendermad | Şpenderam | Polan, Reşeme |
Wîkîpediya