Salnameya Çankîllo

Pêşî divê ez bêjim, Çankîllo cîhekî kevnar û arkeolojîke li Bakurê Rojavayê Şîlîyê ye. Mabed yanî cîhekî dînîye li navenda çole hatiye avakirin ji kevîran. Diwarên wê sipî bû û bi resma û renga hatibû neqişandin lê ew medenîyat anha nemaye û ew heybeta renga jêçûye. Medenîyetek kû em di heqê wan de tiştekî baş nizanin…

Çankîllo li Başûrê Emerîka de herema arkeolojîka herî bê nave. Her çiqas cîhan, arkeolojî û medya piştgûh kiribin jî jî bo min cîheki pir taybet û ecêbe. Welleh ecêbe…Disa jî Çankîllo bi taybetmendîya xweyî herî mezin li ser lingên xwe maye. Ka ew taybetmendî çiye?

Ew;Salnama wê ye(Celendar-Teqwim). Tiştekî pir ecêbe. Ev Salnameya kevirî tê ser wateya kû beri anha bi 3000 salan mirovan serê xwe rakirine jor û tav şopandine. Ka ji ber çi, an ji hewce kir kû mûxtacî salnameyekê bûn em nizanin lê ez karim bêjim ew pir bi aqil bûn.

Ewqas çîrok bes ka ez bêjim ew salname çawa dixebite, çiye? Wek kû hûn di wêneyê de dibînin li ser girekê 13 girikê biçuk hene. Ew girkê biçûk salnameyek kevnî rojêye. Belê ji bo ev salnamê divê berî kû ro derkeve hûn li wir cîhê xwe bigrin. Wek hûn zanin di her demên salê de ro di cîhên cudayên asoyê(aso-ûfûq-horîzon) de derdikeve.

Bise bise bela mejyê we li hev nekeve. Ez wa bêjim. Dema hûn li wêneyan binerin 13 girik hene newsa? Îca mesela 21’e Berfanbarê roja, Rojvegera(roja kû şev and roj ji hev dirêjtir be) “Niv Gulora Başûr”e. Yanî roja herî dirêje. Wê deme ro jî wê li hêla rast a ji ber girika herî li rastê ve derkeve. Û roja, Rojvegera zivistanê jî li hela çepa girika çep derkeve. Ma ne ecebê yaw? Yani ji sal heta salê wê roj ji ber her 13 girika, ji hêla çepê heta rastê bi dorê derkeve.Ew mirovana vê rastîye dîtine û bikar anîne. Ev jî tiştekî pir balkêşe. Hûn li van gira binerin hûn karin roja kû hûn tedene bi 2 an 3 rojan şaş e jî bêjin. Wek mînak roja 12 Tîrmehê hûn karin bêjin 10 Tîrmehê….

ThirteenTowersOfChanquilloFromFortress

Gelo ji ber çi ev salnama rojê şopandine? Bi rastî me nizanin lê li gorî min ji bo kû jî zivistanê heta havînê dem ji wanre lazim bû yan jî amadekarîya xwe bikin ev salname şopandine. Hema Helal bi ji wanre.

Ji ber kû cara yemek insana li asîman nerine û li gor rojê ji xwer salnameçêkirine. Ew ji bo min bi rasti şoreşeke û berhemek hûnereki ecêbe.

Umran Akhamur

astrokurdblog.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply