Salihê Kevirbirî : Mehmet Uzun û Nifşên Nû

Ne şaş bim 1998 bû. Li Beyogluya Stenbolê, li avahiya Rojnameya ‚Azadiya Welat‘ ku li Kolana ‚Ayhan İşik’ bû li me qesidî bû. Ji rojnameyê 3-4; wekî mêvan jî 2-3 kes amade bûn. Temenê me li dora 18-24 bû. Bi dilekî geş behsa serpêhatiya xwe û zimanê kurdî dikir. Bi kurmanciyeke ‚gewr‘ û ‚çêjdar‘ dixwest me bibe ‚dîwan’a serpêhatî, kilam û lawjeyên berê. Digot, ‚Ji klasîkên xwe hez bikin! Xwe ji Zargotina Kurdî nedin alî. Guhê xwe bidin awazên dengbêjan!..‘ Yekem car min Mehmed Uzun li wê derê dît. Tiştê ji civata wê rojê di bîra min de ma, hêviya wî ya ji nifşên nû bû. Hewl dida û dixwest bide fêmkirin ku ‚çîmento‘ ya zimanê kurdî zarok û nifşên nû ne. Her wiha carcaran bêjeya ’nifşa 90′ î bilêv dikir, dîanî ziman ku ev nifşa navborî dê di 10-15 salên bê de karên ku di 100 salî de nehatine kirin bike…  

sk.jpg

Vê demê di mejiyê me de ekoleke ku her dem me bi şanazî behsa wê dikir hebû: ‚Ekola Swêdê‘. Bi awayeke din ev ekol, ‚Ekola Kurdî‘ bû. Behsa bi dehan navan dihate kirin ku bi salan e ji bo kurmancî, soranî, hewramî, kirmanckî têdikoşiyan. Me rojnameyeke xwerû bi kurdî derdixist. Li navenda Stenbolê, car dibû bi hefteyan li avahiya rojnameyê gotieneke ‚tirkî‘ nediket guhên me! Ev helwestek bû… Her tişt bi zimanê kurdî bû. Rabûn, rûniştin, xwarin, vexwarin, nirxandin, sohbet her tişt bi kurdî bû. Em ji rojnameyê derdiketin, zimanê kurdî ‚pere‘ nedikir! Li saziyên kurdan ku ji bo geşedana ziman, çand û hunera kurdî hatibûn vekirin, axaftin -bêyî nepixandin- ji sedî 70-80 bi zimanê tirkî bû. Heyf e ku carcaran zimanê kurdî dibû mijara gazin û henekan jî! sedem jî, xwedêgiravî em gelek ‚hişk‘ û ‚tûj‘ in û çima zimanê kurdî li ser mirovan ferz dikin, çima carinan em jî tevli nîqaşên bi zimanê tirkî nabin?! Ji ber vê yekê, ji bilî dewletê; ku bi dadgeh, girtin û kotekiyên xwe dixwest me ji karê me bike, me bi ‚rêhevalên xwe‘ re jî gelek caran têkoşîna zimanê kurdî dida!.. Van agahiyan li ser Ekola Swêdê dibêjim. Ji ber ku me ‚xemxuriya kurdî-kurdewarî‘ hildabû ser milên xwe, kurdîaxêfek, kurdînivîsarek, kurdîguhdarek, kurdîbêjerek li ku hebûya delalê ber dilê me bû. Madem wisa bû, kesên di nava wê ekolê de bûn û bi salan bû ku li ‚Skandînavyaya Sar‘, zimanê dayîka me geş dikirin, delalên ber dilên me bûn! Helbet dê yek ji wan jî Mehmed Uzun bûya…  

Di sala 2000’î de; di demsalên zivistan û havînê de, li Stockholma Swêdê gelek caran bû qismet ku guh bidim dîtin û ramanên wî. Mêvanê Rehmetiyê Mehmûd Baksî bûm û me li ser kitêba wî ya dawî ‚Serhildana Mala Eliyê Ûnis‘ kar dikir. Baksî gelek nexweş bû, lewra kêm caran be jî hevalên wî dihatin serdanê. Kekê Mehmed Uzun yek ji wan kesan bû. Terka Baksî nekiribû! Di dema dawî de nexweşiyê pişt li Baksî şikandibû, lê karesata mezin ew bû ku, bi sedan ‚heval‘ û ‚hogir‘ ên wî pişta xwe dabûnê. Çi jî dibe bila bibe, kesayetî û pozîsyonên wî yên siyasî çi dibin bila bibin, Baksî ‚heta tu bibêjî‘ kurd bû, kurdewar bû. Bi nêrîna min ev bû sedem ku heta roja mirinê jî Mehmed Uzun ligel wî ma. Ji çend rojan carek dihat, tiştên ku me nivîsandibû dixwend, dîtinên xwe bi me re parve dikir. Bi taybetî ji beşên ku tê de kilamên dengbêjan derbas dibû, gelek hez dikir. Carinan di xwendina hinek beşan de wekî zarokan şa dibû, bi hevokan dilîst. Ji xwe paşê ji kitêba navborî re pêşgotinê jî nivîsî ku li Stenbolê çap bû. (Serhildana Mala Eliyê Ûnis, Weşanên Welat, 2000).  

Gelek car çû û hat. Li Stenbolê hema bêje her cara dihat min bi awayekê xwe digihandê. Li civatan, li şahiyan, li imzekirinên pirtûkan, li ser piyan be jî me bi hev re sohbetê dikir. Ji min re digot ‚Nivîskarê Dengbêjan‘. Pê kêfxweş dibûm. Dema min jê daxwaz kir ku li ser kitêba min a li ser ‚Karapetê Xaço‘ pêşgotinê binivîse, bi dilekî geş pejirandibû. Min jê re kitêb şandibû Stockholmê. Di nava çend rojan de pêşgotineke xweş û herikbar nivîsandibû û şandibû.  

Ji min re bêjin; ‚Mehmed Uzun, bi çi awayî ye di bîra te de?‘ Dê bersiva min wiha be: ‚Mirovê ku ji ciwanan pir hez dike. nexasim ji ciwanên ku bi kurdî re radibin, bi kurdî dinivîsin û bi kurdî distrên!..‘ Tiştekî din heye di dilê xwe de nehelim. Bi qasî hezkiriyên wî hebûn, kesên jê nefretê dikirin jî hebûn! Hesûdî ye an jî tiştekî din e nizanim lê rastî gelek civatan hatime ku êrîşên gelek dijwar li ser Mehmed Uzun dikirin. Helbet rastî gelek durûyan jî hatim ku li cem wî ‚heyran‘ û ‚qûrban‘ bûn, lê li pey wî hewl dldan gora wî bikolin!  

Me tim jê hez kir. Qesta min ji bêjeya ‚me‘, ’nifşên nû‘ ye. Nifşên nû tu caran durûtî li Mehmed Uzun nekir. Li gorî çavdêriya xwe dibêjim; di nava rêjeya kesên ku pirtûkên Mehmed Uzun dikirin û dişopînin de, rêjaya ciwanan, rajortirîn rêje ye. Ji îmzekirinên pirtûkên wî, ji çend semînerên wî yên li Diyarbekir û Stenbolê vê yekê dizanim. Her wiha ji hatina wî ya dawî bo Diyarbekirê jî ev yek zelal û berbiçav e. Ciwan û nifşên nû, îro bi saya kesên wekî Mehmed Uzun, zêdetir ji zargotina xwe, ji dengbêjan û ji serpêhatî û klasîkên kurdî hez dikin. Ez bixwe hatina wî ya bo Diyarbekirê, wekî ‚Dawet û zemawenda wî ya duyem‘ dinirxînim. Govendeke gelek mezin li Diyarbekirê li dar bû ku sergovendên vê govendê ciwan û nifşên nû bûn!  

Gelek balkêş e, yekem car e ku kurdan, di saxitiyê de nirxekî wisa mezin da nivîskarekî xwe… Bi hêviya ku ji îro û pêve jî, kurd nirxa van nirxan bizanibin…  

Gotina dawî; ‘Mehmed Uzun bi xêr hatî mala xwe’. Em nifşên nû şopînerên te ne…    

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

* Di hejmara 13’an a Kovara W’ yê, ku bi awayeke sêmehane li Diyarbekirê derdikeve de, hatiye weşandin. Paşê di sibata 2007-an de jî di malpera Netkurdê de, di quncikê nivîskêr bi navê ‘hevîrtirş’ de hate weşandin. (s.k)

Çavkanî: pirtukweje.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply