Şahînê Bekirê Soreklî û keda wî ya ji bo zimanê Kurdî

Rojavayê Kurdistanê şanaziyê bi gelek kesayetî û dahênerên xwe dike û yek ji wan kesayetiyan, nivîskar û medyakarê Kurd, Şahînê Bekirê Soreklî yê ji herêma Kobaniyê ye. Şahînê Soreklî bi sedan gotar, çîrok, helbest û gelek roman nivîsandine.

Nivîskar û medyakarê Kurd ê naskirî, Şahînê Bekirê Soreklî, di sala 1946an de li gundê Mezrê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, ew ji malbateke bi tov û rehên xwe, ji kurdên Zaza yên herêma Siwêrekê ye, wî xwendina xwe ya destpêkê li mekteba Zer li bajarê Kobanî xwendiye, û di pişt re çûye li bajarê Helebê xwendina xwe ya navendî, li dibistanên Kewakibî û Benî Hemdan bi dawî kiriye.

Piştî ku Şahînê kurê Mihemed Eliyê Bekirê Soreklî bawernameya Bekeloriya di sala 1965an de bi dest xistibû, ew li zanîngeha Medrîdê li Spaniya hatibû qebûl kirin, û di dawiya sala 1965an de, di temenê xwe yê 19 salî de, bi mebesta xwendinê berê xwe dabû Ewropayê, lê wî li Viyênna li Nemsa, dest bi xwendina xwe ya bilind kiribû.

Piştî mayîna 3 salan li Nemsa û Munîxê li Almanya, rewşa bavê wî ya aborî gellekî xerab bibû, û nema karîbû pereyên mehane ji kurê xwe re bişîne, û ji ber ku vîzaya Şahîn ya xwendinê bû, wî nikaribû kar bike, û ew neçar bibû berê xwe bide Australiya, bi mebesta ku salekê yan du salan, li wir kar bike û dîsa vegere Ewropayê, ji bo temamkirina xwendina xwe ya bilind, lê ew li Australya mabû.

Di dawiya meha 10an ya sala 1968an de, ew gihiştibû bajarê Sydney, û di destpêkê de ew li wir jî rastî astengiyan hatibû, û jiyaneke dijwar derbas kiribû.

Di destpêka sala 1971an de, ew li Australiya zewicî ye, û di sala 1972an de, dîsa li gel jina xwe Robyn, vegeriyabû Almanya, ew jî bi mebesta temamkirina xwendina xwe ya bilind bû, piştî mayîna derdora 9 mehan li Berlînê, wî careke din biryara vegera li Australiya dabû, ew jî ji ber hinek sedeman bû, û yek ji wan sedeman jî ew bû, ku Robynê jiyana li Almanya û bi taybetî, ji ber ku zivistana sar dijwar didît, lê sedema herî girîng ew bû, ku Şahîn hemwelatiyê Australiya bû, û gihiştibû wê baweriyê, ku ji bo kesên dest ji welatên xwe berdidin, welatekî weke Australiya, cihê herî baş ji bo wane.

Di destpêka 1974an de, Şahînê Soreklî li xwendina xwe ya bilind vegeriyabû, û di dawiya sala 1977an de, li zanîngeheke Sydney xwendina xwe ya bilind bidawî kiribû, û di destpêka sala 1978an de, wî weke mamosteyê zimanê Almanî li dibistaneke herêmeke rojavayê Sydney, dest bi kar kiribû, û wî 26 salan li gel wezareta perwerdeyê li Australiya weke mamoste kar kiriye, û di pişt re weke mamûr û serpereşt kar kiribû, heta ku di dawiya sala 2004an de derketibû xanenişîniyê, teqawîtê.

Ji bilî karê perwerdeyê, Şahînê Soreklî di xwendegehên êvaran û dawiya hefteyan de, dersên Înglizî, Almanî û Erebî jî didan. Wî di nav wezareta perwerdeyê de gellek alîkarî daye civata erebziman jî, û weke fermanber û mamoste roleke girîng di pêşvexistina proseya fêrkirina zimanê erebî di xwendegehan de lîstiye.

Di sala 1979an de, wî û hin Kurdên din yekemîn komeleya kurdî li Australya damezrandibûn, û ew derdora 6 salan sekretêrê wê komeleyê bû, û di pişt re wekî piştgir û alîkar mabû.

Şahînê Soreklî di sala 1982an de li Sydney dest bi karê ragihandinê kiribû, û li Dezgeheke Radyo bernameyeke heftane ya bi zimanên kurdî û inglizî pêşkêş dikir, ku derdora 2 salan dirêj kiribû, û di pişt re û di sala 1985an de, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameya kurdî di SBS RADIO de kiribû, û demeke dirêj wekî rêvebir û pêşkêşkarê bernameya kurdî kar kiribû, heta ku di nîvê sala 2015an de, derketibû xanenişîniyê, teqawîtê.

Şahînê Soreklî bi sedan nivîsên bi zimanên kurdî û înglîzî di rojname, kovar û malperan de weşandine, û berhemên wî yên weke pirtûk hatine weşandin, 2 romanên wî, Wendabûn, di sala 1987an de li Bonnê, û Veger di sala 2006an de li Duhokê, hatine çapkirin, û careke din jî di sala 2019an de li Stenbolê hatine çap kirin.

Herweha ji çîrokên Şahînê Soreklî jî, Azadbûna Mehmet Karataş, di sala 1985an de li Bonnê, Namûsa Êmo di sala 1994an de li Stockholmê, Pisîk Jî Xewnan Dibînin di sala 2004an de li Amedê, Çîrokên 18 salan di sala 2005an de li Stenbolê, û 55 Çîrokên 38 salan di sala 2020an de li Kobanî, çap bûne.

Di warê helbestê de jî, dîwana Şahînê Soreklî, Jana Heft Salan di sala 1990î de li Brokselê, û dîwana Helbestên Ji Dil, di sala 2019an de li Amedê çap bûne.

Şahînê Soreklî berhemeke nivîskarekî Almanî jî, ji almanî wergerandiye kurdî, û di sala 1997an de li Stockholmê çap kiriye, û pirtûkeke gotar û lêkolînê jî bi navê Em û Pirsa Me, di sala 1987an de li Sydney çap kiriye, û şanoya Mehkemekirina Selahiddînê Eyûbî di sala 1989an de li Stockholmê çap kiriye.

Destana Dewrêşê Evdî jî, bi şêweyê ku dengbêjê gelêrî yê ji herêma Kobanî Baqî Xido gotiye, ji bilî çend guhertinên zimanî yên biçûk, him bi deng tomar kiriye, û him jî wekî pirtûk di sala 2019an de li Amedê çap kiriye.

Piştî derketina wî ya xanenişîniyê, xizmeta Shahînê Soreklî ji bo Kurmancî ranewestiya, wî bi sedan rûpel ji bo pêşxistina Kurmancî û rêziman li ser Fêsbûkê weşandine, û alîkariya hinek kesan kiriye, û hinek berhemên xwe careke din dixwîne, û şaşiyên nivîskî di wan de serrast dike, û hîn jî pêvajoya Şahînê Bekirê Soreklî ya dayîn û berhemanînê berdewame.

(rudaw.net hûn kanin nivîsê gîşkî bixwînin)

Derbar Çand Name

Check Also

Melayê Bateyî Nasbikin!

Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîkê kurd e. Navê …

Leave a Reply