Safoka qul qulî, Kevgîr çî ye?

Ji zemanê berê heta îro kevgîr hatiye bikaranîn. Mirovatiyê ji bo ku jiyana xwe bi hêsantirî bijî ,an karê xwe zivik bike hinek alavên balkeş ji xwe re îcad kirine. Însan ji bo hinek tiştan ji hevdû safî bike hewce bu ku tiştekî îcad bike.  Di hinek deman de jinan kitana serê xwe bikar anîne. Jinên kurd dema diçû n bêriye şîr didot divê şîrên ku dotibûn ji hinek qirejîyan  safî bikirina, ji ber wê di wê demê de tiştên herî hêsan kitana li serê wan bû. Ji ber wê yekê  kitana serê xwe dikir safok.

Teknolojî bi pêş ket. Di wan deman de jinan dîsa ji xwe re hinek tişt derdixistin û karên malên xwe  hinek din hêsantir dikirin. Helbet mêjî û derfetên wê demê mirov diketin nav hiziran. Hinek alav ji ber mercên demê derdiketin holê. Helbet ev tevgera jinan dibû mînak ji bo kesên zanyar jî.  Ji bo ku tiştên av û hişk ji hevdû safî bikin pêwîstî bi alavekê hebû. Lewre carna dibû tiştên bi av ji mirov re hewce dikir, carna jî tiştên hişt hewce dikir. Ji ber hindê gelek caran hinek alav dihatin bikaranîn. Demekê bi kevçîyan, demekê bi kitanên li serê jinan, demekê ser pişt dihate bikar anîn. Lê encam ne li gor dilê mirovan bû. Alavên ku dihatin bikaranîn dilê mirovan, an karê mirovan asantir nedikir û heta ku carna karê li ber destan dijwartir dikir. Piştî demêke din, êdî ev alavên ku dihatin bikaranîn miron bêtir diwestand. Heta ku safîkirina tiştên germ ji hev du gelkî bi zehmet dibû.

Divê ji xwe re tiştek îcad bikirina ku karê wan hinek din hêsantir bûya. Ji ber wê yekê ji alîmunyum safokek îcad kirin. Bi şiklê xwe  dişibîya bêjingê. Bê qulp safokek çê kirin.Wek selekî pehn  alumînyum digirtin destê xwe ji hinek cîyan qulqulikî çê kiribûn. Paşî ji bo bikaribin ji nav beroşan tiştên hişt û bi av ji hevdû safî bikin qulpek jê re çê kirin. Helbet bêtir ev alav li nav malê,li mitbaxa jinên kurd dihat bikar anîn. Di dema xwarin çêkirinê de karê wan bi van alavên nû hêsantir dibû.Safoka bi qulp êdî çê kiribûn. Alav dişîbîya wek kevçîyekê. Lê ji kevçîyê xwarinê mazintir bû. Ciyê destgirtînê hebû. Alîmînyumekî dirêj kirin wek şivek. Ji bo ku bikaribin pê bigrin. Qurpekî dirêj bû… Duvre wek sêlekî alumînyonekî pê ve kirin. Ji nava alîmînyumê heta kêlekan bi qasî serê şujinekî qul kirin. Qulên wê pir bûn.Gelek nav lê kirin. Hinekan gotin bêjink, hinekan gotin safok hinekan jî gotin kevgîr. Lê ya herî baş kevgîr bû. Lewre dişibiya kevçîyekî mezin. Kevgîr tam ciyê xwe girtî bû. Navê kevgîrê, ji farisî hatî ye. Êdî bi vê jin an mêran dikarîn, tiştên ku divê ji nav avê were safîkirin, an werin lihevxistinê  bi kevgîrî dikirin. Mirovên zanyar an aqilmend kevgîr êdî di fabrîqayan de çê dikirin û di nav gel de belav dikirin. Li sûkê wek alavekî malê dihat firotin. Hîn jî kevgîr tê bikaranîn. Helbet cureyên şiklê wê  û ziravbûna qulê li ser kevgîrê dihate guhertin. Herkes li gor kêfa xwe an karê xwe ji xwe re dineqîne. Kevgîr bêtir di dema, dankelandinê de karê jinan hêsantir dike. Kevgîrên mezin bikar tînin. Di dema niha de ji alîmunyum, çelîk û naylonê tê çêkirin.

Sevda Kaplan-Bas News

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply