Rûpelên Binaxkirî

Edebiyata devkî a gelêrî, bi taybetî jî çîrokên zargotinî gelek xurte, dewlemende û weke hejmar bi hezaran çîrokên gelêrî ên kurdî hene ku di nav xelkê de piraniya wan hêj jî têne gotin, lê çi heyf ku hinek jê ji bîr bûne, binax bûne û êdî nayêne gotin.

Berhevkirina çîrokên gelêrî kar û xebateke gelek başe, hêjayê pesnê ye. Di hêla berhevkirina çîrokên gelêrî de xebatên birêz Kek Mehmed Emîn Bozarslan û birêz Kek Zeynelabîdîn Zinar û hinekên din ku niha navên wan di bîra min de nîne, hêjayê pesnê ne.

Niha jî berhevkar Feysel Ozdemîr li wan berhevkarên kurd zêde bû. Wî bi navekî balkêş ku bala mirov dikşîne, bi navê  ”Rûpelên Binaxkirî / çîrokên gelêrî” pirtûkek pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Pirtûk di nav weşanên ”J#J” de li Amedê derketiye. Pirtûk 288 rûpele. Berga pirtûkê û wêneya bergê gelek xweşike. Di pirtûkê de 15 çîrokên gelêrî hene.

Feysel Ozdemîr saleke melatî kirîye û paşê hatiye girtin û 9 sal û 4 meh li hepisxaneyê razaye. Wî hepisxaneyê ji xwe re kiriye wek dibîstan û qada afirinerîyê. Wî van çîrokên gelêrî ku ji dapîr, bapîr, kalemêr û xelkê bihîstiye, fêr bûye, li hepisxaneyê nivîsiye. Ew dibêje : ”Ev çîrokên ku min nivîsandine, min di zarokiya xwe de ji kalên kurdan, hinek ji dayik û xweşka xwe ya mezin girtine….kesên ku ev çîrok ji min re gotine, bi piranî mirine. Diya min û xweşka min jî vêga ji bîr kirine…ez jî di zindanê de di destê neyar de me. Sibê ez werim kuştin, wê ev çîrokên xweş wenda bibin, herin. Ev jî li hember gel û çanda wî deyndariyek e. Nexwe divê ez binivîsim, da ku wenda nebin.” Û Feysel baş kiriye ku nivîsîye, ji wendabûnê, ji binaxkirinê rizgar kirîye.

Di çîrokên zargotinî ên kurdî de gelek dîmenên dema berê, têkilîyên sosyal/civakî ên demên dîrokî, jiyana kurdan a berê û herweha peyamên netewî hene. Xwendevanên kurd dikarin bi dilxweşî çîrokên gelêrî yên hatine berhevkirin bixwînin.

Di nav çîrokan de çîroka ”Mîrze Mihamed û Perîxanê” jî heye. Di nav gelê kurd de bi hezaran çîrokên Mîrze Mihemed yên curbecur hene. Cure çîrokên Mîrze Mihemed weke çîrokên ”Hezar û yek şev”in. Naveroka her çîrokek Mîrze Mihemed dikare bibe romanek dîrokî.

Bi hêviya ku berhevkarên kedkarên wêjeya kurd zêde bibin û çîrokên nav gel de bi devkî têne gotin berhev bikin û weke pirtûk biweşînin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply