Roja 26/ 05/ 2020, saet: 14.15, min nivîsek bi sernavê PIRTÛKEK KEVNAR HATE DÎTIN weşandibû. Biraderê me Mihemed Nêçîrvan 16 rûpel ji wê pirtûka 22 rûpelî, bo min hinartibûn. Îro min rûpelek ji wan veguhazt tîpên Latênî.
Wek uslûb û naverok, diyar e ku ev berhem a Ehmedê Xanî ye. Dibe ku ev, beşek ji Memozînê be jî.
Bêguman gelek berhemên Xanî wenda ne. Belkî ev jî yek ji wan be.
Lê kesê ku ev rûpel dîtine û nîşanê Mihemedî kirine, gotiye ku du pirtûkên din jî yên wisa li ba wî hene. Ew dixwaze wan bi dirav bifiroşe.
Min tarîxek li ser rûpela pêşî dît û bi jimarên latênî weke 688 nivîsiye. Lê dibe ku 1688 be.
Wefata Xaniyê nemir jî , 1707 e.
HELBEST EV E LI JÊRÊ:
Şu´be ji meqamê dil awaz
Gulgeşti bikin kûşet şehnaz
Bê deng ji xewrê dil bi aheng
Sed reng seda bidem wekî çeng
Manendê ribab bê kemançe
Deng ji defa me bê tebançe
Ji mitrib bibeht ew pê uşaq
Reqasî bibest lewhê netaq
Sazi dilkul bi rêz behs bit
Sazende û işqê jin Mem bit
Şerha dil xem bikim fesane
Zînê w Memê bikim behane
Nexmê weh ji pirde derînim
Zînê w Memê ji to vejînim
Me´lûm biwin hebîb û aşiq
Îro he wekî tebîb haziq
Derman bikim ez ewan dewa kim (10)
Wan bêmiradan ji nû ve rakim
Derdê dilê Memê cegerrîş
Zîna ji derwen cefakêş (8)
Wê perde heya efîfe mestûr
Wê bêguneha ji tuhmetê dûr
Stockholm 28/ 05/ 2020, saet: 12.40
Zeynelabîdin Zinar
(ji hesaba fecebokê ya wî haiye wergirtin)