Rûpelek ji Dîroka Kurdên Rojava; Serhildana Wêjeyê

Serhildana Wêjeya Kurdî li Rojava bi rojnamegeriya Kurdî ve girêdayî ye. Wek ku em tev dizanin şert û mecên herî sereke ji wêjêyê re rojnamegerî ye.. Û em Kurdên Rojava jî bi xêra Bedirxaniyan, xwedî dîrokeke rojnamegerî ne.

Bêguman destpêka serhildana wêjeya Kurdî di nav me kurdên Rojava de li kovara Hawarê vedigere.. Ewa ku Mîr Celadet Bedirxan di 15’ê gulana 1932’an de li Şamê diweşand. Pey rawestandina wê kovarê û xuhên wê wek Ronahî, Roja Nû û Stêr re, gelek kelem û asteng di pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê Kurdî de di nav Kurdên Rojava de hatin danîn. Nexasim piştî ku Frensizî di roja 17/04/1946’an de ji Sûriyê hatin celîkirin an derxistin. Ji wê hingê ve zimanê Kurdî qedexe bû, nivîsandina bi zimanê Kurdî bû qedexe û ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya Kurdî bû qedexe..   Lê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên Kurd li Rojava li ber xwe dan, ji desthilanîn neketin û di navbera salên1954 û 1956’an de çend pirtûkên wêjeyî bi zimanê Kurdî û zimanê erebî li dor kêşeya gelê Kurd di nav Kurdên Rojava de hatin çap û belav kirin wek: dîwanên Apo Osman Sebrî (Bahoz/1956) û (Derdên Me/1957), di gel Elfabeya wî /1954, hem jî pirtûka (Çend Rûpel ji Wêjeya Kurdî/1954) ya rehmetiya Rewşen xanim Bedirxan, di sala 1958’an de Dr. Nûredîn Zaza Memê Alan çap kir û di sala 1958’an de dîwana melayê Cizîrî.. Di wan salan de jî bîranînên Dr. Nûrî Dêrsimî (Kurdistan Tarihinde Dersim/1952), li Helebê hat cap kirin û di heman kat de hat qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya duwemîn (Sewra Azadî/ Şoreşa Azadiyê/1954) û hwd..

Di salên dawî de, kurdên Rojava bi awayekî dizî û veşartî gelek kovar û rojname bi alfabeya Kurdî latînî weşandin û hêjî hin ji wan têne weşandin.. Her wiha gelek kovarên bi zimanê erebî jî, ji rex partiyan ve hatine weşandin.. Û wêjeya kurdî di nav rûpelên wan kovaran de dihat xuya kirin, jixwe wêje bi weşana kovar û rojaneyan re ber digire û geş dibe..

Di baweriya min de serhildana Wêjeya Kurdî di nav Kurdên Rojava de, di çar qonaxan re derbas dibe. Dema em dibêjin serhildana Wêjeya Kurdî wek ku em bêjin serhildana rojnamegeriya Kurdî, ji ber herdû bi hev ve girêdayî ne…

Bêguman qonaxa Bedirxaniyan ya yekemîn û giring e ji vê serhildana wêjeyê re.. Qonaxa duwemîn ewa ku ji salên 1960’î ve destpê dike. Di pey van her du qonaxan re, qonaxa salên 1980’î tê meydanê.. Lê qonaxa giring ya geş ji wêje û rojnamegeriya Kurdî re, ewa ku ji sala 1990’î û virde destpê kir, belê ji sala 2011’an û vir de qonaxeke din destpê kiriye..

Konê Reş
Qamişlo, 06/02/2019

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply