Rûpela Yekem A Rojnameya “Kurdistan”ê

Rojnameya ku cara ewil bi zimanê Kurdî weşan kiriye “Kurdîstan” e. Xwediyê vê rojnameyê Lawê Bedirxan Paşa Mîqdad Mîtdhet Begê bû. Rojnameya Kurdîstanê, di 22’yê Nîsanê/Avrêla sala 1898’an de dest bi weşanê kiriye. Derketina rojnameya Kurdîstanê, di dîroka çapemeniya rojnamegeriya Kurdî de gava yekemîn e, û gelek girîng e.

Rojnameya ku cara ewil bi zimanê Kurdî weşan kiriye “Kurdîstan” e. Xwediyê vê rojnameyê Lawê Bedirxan Paşa Mîqdad Mîtdhet Begê bû.

Rojnameya Kurdîstanê, di 22’yê Nîsanê/Avrêla sala 1898’an de dest bi weşanê kiriye. Derketina rojnameya Kurdîstanê, di dîroka çapemeniya rojnamegeriya Kurdî de gava yekemîn e, û gelek girîng e.

Ev rojname, li Misirê, di çapxaneya “el-Hîlal”ê de hatiye çapkirin. Li jorî rûpelê navê rojnameyê bi tîpên gir/mezin KURDÎSTAN hatiye nivîsîn.

Li bin navê rojnameyê tarîxa hîcrî ya wê salê cî girtiye ku 1315 ye. Ji ber ku ev tarîx bi awayekî “neguherî” di hemû nusxeyan de cî girtiye, jê tê fehmkirin ku, rojnameya Kurdîstanê, di vê tarîxê de dest bi derketin û weşanê kiriye.

Li bin vê tarîxa hîcrî hevokeke bi Turkî nivîsiye:

Kürdleri ikaz ve tahsil-i sanayiye teşvik için şimdilik on beş günde bir neşrolunur Kürdçe gazetedir.”

Ji nivîsa li ser berga rojnameyê tê fehmkirin ku her carê du hezar nusxe ji Kurdîstanê re hatine şandin:

Her carê, du hezar cerîdeya(n) bê pere, ez ê rêkim Kurdîstanê, de bidin xelkê”.

Ji bo nivîs şandinê jî bi Kurdî wiha hatiye nivîsandin:

Heçî kaxizek vê rêke, divê rêket Misrê ser navê xweyiyê vê cerîdeyê Lawê Bedirxan Paşa Mîqdad Mîdhet Begê.

Cardin li ser rûpela pêşiyê bi Turkî ev hatine nivîsîn:

Unvan: Mısır’da “Kurdîstan” Gazetesi. Sahib ve Muharriri: Bedirhan Paşazade Mikdad Midhat.” Her tabında 2000 nüsha Kürdistan vülat-ı izamına irsal ve vesatetleriyle kura ve kasabata neşr ü tamim olunacaktır. Kürdistan haricinde her yer için senelik abone bedeli 80 kuruştur. Kürdistan dâhilinde hususi isteyenlere meccanen gönderilir.

Li bin van hemû nivîsan, di navbera du kaxizan de li gor teqwîmên Hîcrî û Romî, tarîxa jimarên rojnameyê hatiye nivîsandin. Tarîxa jimara pêşîn wiha hatiye nivîsîn:

“Roja pêncşemê de, 30 Zîlqade sene 1315; pencşenbe fî 9 Nîsan sene 1914.”

Ev herdu tarîx, li gor tarîxa Mîladî rastî 22 Nîsana/Avrêla 1898’an tên.

Nivîsa ewil ya rojnameya Kurdîstanê bi vê pîşekê dest pê dike:

Bîsmîllahîrehmanîrrehîm

Sed hezar şikir û hemd ji Xwudê Teala re, em Musulman xelq kirin. Û zanîna ilm û marîfetê re hiş û zeka da me. Derheqê elimandina ilm û marîfetê re gellek ayetên celîle û ehadîsê şerîfe henin. Dinyayê de çiqas Musulman hebin, gund û bajarên hemiya de mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe çi nabe, cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji Kurda re. Kurd ji gelek qewma zêdetir xweyhiş û zeka ne, camêr in, dînên xwe de rast û qewî ne, xurt in; û dîsa weke qewmên di ne xwenda ne, ne dewlemend in; dinyayê de çi dibe, cîranê wan Mosqof çawa ye, wê çi bike, nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha(n) nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala paş nuho, her pazde roja de carekê ezê cerîdekê binivîsim. Navê vê mink iriye “Kurdîstan”.

Vê cerîdeyê de ezê behsa qenciya ilm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa Kurda bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe, ezê hemiya hîkat bikim.

Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsiye. Ev cerîdeya min a ha(n), ya ewwulî ye. Loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmayiya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê de.

Evê êdî ezê dest meqsedê bikim.

We mînellahî’t-Tewfîq![1] …

Ahmet Demir-Nupelda

 

PÊVEK 1Rûpela Rojnameya “Kurdîstan”ê ya Ewwil:

PÊVEK 2Sazkarê Rojnameya “Kurdîstan”ê Lawê Bedirxan Paşa Mîqdad Mîdhet Begê:


[1]We mînellahî’t-Tewfîq: Serkeftin ji Xwedê ye.

 

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply