Rûniştina Xerab – Cüneyt Yazıcı

Rûniştina Xerab a Ciwanan Dibe Sebebê Piştxûzbûna Wan

Serokê lêkolîn û sepandinê yê Zaningeha Zîrve’yê Prof.Dr. Ali Cımbız : Rawestina xerab dibe sebebê piştxûzbûnê.

Ali Cımbız wiha dibêje : Piraniya mirovan bi awayekî baş ji bedena xwe xwedî dernakevin ,em ji bo tendûristiya bedenê gelek tiştan dizanin, mixabin em bi wan kar nakin. Em ji zarokên xwe re behsa faydeya tîk/rast rawestandinê dikin lêbelê em bi xwe rast ranawestin. Çareseriya her tiştî, tevgera bi zanyarî ye, berî hertiştî divê em bikaribin a rast û a şaş ji hev veqetînin ku, a şaş bê sererastkirin, lewra tenê mirov dikare şaşiyan sererast bike; ji bo vê yeke jî divê mirov hay ji ya rast û ya xerab hebe û bikaribe wan ji hev cûda bike.

-Ciwanên eleqeya wan ji werzîş/sporê re heye, li gorî ciwanên din ji piştxûzbûnê dûrtir e. Bedena însanan, dema zaroktî û xortanîyê de awayekî bi lez mezin dibe, di heman demê de şiklê bedenê jî diguhere. Dr. Ali Cımbız, gotinên xwe wiha berdewam dike: Însanên bi zanyarî tevdigerin, bedena wan estetîktir dibe. Dema xortaniyê de, rawestandina rast, ji bo jiyana mayîn jî baştir dibe û ji ber vê, rawestandina rast, heya dawiya temen berdewam dike.

-Pergala îskeleta zarokan ku awayekî şaş rûdinen xerabtir dibe. Prof.Cımbız : Zarokên ku taybetî jî di dibistanê de, demeke direj ber bi pêş xwar rûdinin an jî, zarokên ku çenteyên xwe bi milekî digrin, îskeleta wan zûtirê xerab dibe; zêdetir li ber televizyon/compûtorê rûniştandin jî ji bo îskeleta zarokan rewşeke bi zirar e. Perwerdehiya rawestandina rast, di zaroktiyê de dest pê dike, rawestandina xerab di pêşerojê de dibe sebebê gelek nexweşiyan.  Divê em, zarokan ji rawestandina xerab dûr bixin û wan, ji bo rawestandineke rast perwerdebikin. Taybetî jî, divê em , zarokan bi sporê bidin naskirin ku ew bi tendûristiyeke baştir bigihêjin…

-Spor/werzîş, taybetî jî “soberî” pir girîng e.

-Soberiya li ser piştê, nahêle piştxûzî çêbibe. Ji bo tedaviya piştxûzbûnê, divê zêdetir hîndarî/egzersiz bên kirin. Ji bo ku zarok nekevin sitresê/bêhnteng nebin, divê zêdetir soberî bikin. Zarokên ku di hefteyê de du/sê rojan saberî bike bi hêztir dibe û baştir digihêje……

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply