Hebû tinebû di gundê Qopê de malbatek hebû. Erê di nav ev malbatê de jî zilamek hebû. Rewş û debara ev mêrik nebaş bû. Feqîr û hejar bû. Lê xîzanî dikişand. Belê ev mêrik ne dixwest kes xîzanîya wî bizane û bihise.
Lê belê kengî derdiket dervayê, wî car simbêla xwe û devdora xwe bi rûn lêdikir. Ku herkes dev û simbêla wî bibine û bêje, ev kes savarê bi rûnî xwarîye.
Lê rojekî ev mêrik disa xwest biçe dervayê. Li ber derî solê xwe lixwe kir û li ber deri qîzê xwe re gazinç kir û qirya, ‘keçkê min, ka rûna simbêlî min bine’ go. Keçkê wî jî bilez rûna simbêlî wî anî û got, ‘hilde bavo’. Bavê wî jî tilê xwe têxîste hûndîrê rûnê û simbêl û devdora xwe bi rûn kir, paşê jî çû çayxaneya gundî.
Keçik jî, rûnê simbêla bavê xwe bir û têxîste cîyê wî. Di wî yalî de, mişk pêşî, di pîşîk jî paşîyê de direvîya. Lez û bez ber dora rûna simbêlê çûn. Piştre jî di wî bezdanê de rûnê simbêla mêrik kete xarê û rijya. Keçik û jina malê ew deng bihistin û hatin ev bûyerê ditin, piştê vê yekê, jinik; ‘eywax! ew çi rewşe, malê me şewîtî. Ka ez çi bêjim mêra xwe’ got.
Nale nale jinik dom kir û keçik jî revîya dervayê, çû çayxaneya gundî. Û di wê derê de bavê xwe dit û di cem herkezî de wisa go; ‘bavo welle rûna simbêlê te pîşîk êxîste erdê hemû rijand. Îdî tu nikarî simbêla xwe bi rûn ve xemlandî biki.’