Ruh û Jan

Hevalên hêja û birûmet!

Heyberên candar digel du hêmanên bîngehîn pêk tên. Yek jê beden (gewde) û ya din jî ruh (giyane) e. Hebûna mirov jî girêdayî van herdu hêmanan pêk tê. Ango ku bedena mirov tunebe, ruhê mirov; û ku ruhê mirov jî tune be bedena mirov bi kêrî tiştekî nayê. Cestekî bêruh û ruhekî bêhest nikare jiyanê vehewîne. Laş û giyan, hiş û dil, hest û hizir bi her mirovî/ re peyde dibin. Bel peydebûna van tiştan her gav têra jiyaneke birûmet nake. Lewre ew hêmanên ku bi mirov re peyde dibin, bi gelek lewirên dirinde û cureyên nebatan re jî peyde dibin.

Tiştê ku mirov ji heyberên din vediqetîne hestyarî û pejnkariya mirov e. Yanî tiştê ku mirovbûna mirov bi bîra mirov dixe, ne êş û jana bedenê ye; êş û jana ruh e. Êş û jana ruh, pîvana hestyarî û pejnkariya mirov e jî. Kesên ku dilê wan neêşe, ruhê wan nalebite. Kesên ku hestê wan ji bo zarokan di ser hev de nefûre, hestyariya wan qels; û kesên ku dilê wan ji bo mirovahiyê lê nede jî pejnkariya wan kêm e. Hestên mirov ji qasî tebût be, ruhê mirov jî ew qasî tebût; hestên mirov çi qasî qels be, ruhê mirov jî ew qasî qels dibe.

Li aliyê din, berpirsiyariya mirov çi qasî zêde be, pejnkariya mirov jî ew qasî zêde; berpirsiyariya mirov çi qasî kêm be, pejnkariya mirov jî ew qasî kêm dibe. Êş û jan bi hemû heyberên ruhber re peyde dibe. Belê ew êş û jan, tenê êş û jana bedenê ye. Ne ya ruh e. Ji ber ku heyberê herî hestyar û pejnkar mirov e, êş û jana herî giran jî di ruhê mirov de pêk tê. Heta ku ruh di mirov de hebe, ne mirov dikare dev ji ji êş û janê û ne jî êş û jan dikare dev ji mirov berde. Tu mirov nîn in ku êş û jan tehm nekiribin. Îcar hin caran bedena mirov ji ber êş û jana mirov û hin caran jî êş û jana mirov ji ber bedena mirov bêhnteng û bêzar dibe. Kîjan ezayê bedena mirov biêşe, ruhê (giyana) mirov di wir de ye. Her êşek, bandoreke giran li ser giyana mirov dihêle û tevê bedena mirov zivêr dike. Ji bo wê, meriv nikare bibêje êşek ji êşekê siviktir an jî girantir e.

Her nexweşî êş û janekê û her êş û janek jî nexweşiyekê dide giyan û jiyana mirov. Tiştê ku wateyê dide jiyanê ne hebûna bedenê ye. Peywira giyanê ye. Laş û beden bi her kesî re peyde dibe. Belê tiştê ku nirx û qîmetê li bedenê bar dike ruh û giyana hestyar û pejnkar e. Giyana mirovên hestyar û pejnkar, bedena mirov hişyar dikin û wan arasteyî liv û tevgerên mirovane dikin. Kîjan êş dibe bila bibe, tevahiya bedenê diêşîne. Beden û giyana hestyar be, ji bo hemû êşan bertek nîşan dide. Bedena ku tu êş û janê nehisîne pûç e, felc e û tevizî ye. Ruh, di bedeneke hestyar de êşê dihisîne. Bedeneke tevizî û mirî giyanê nahisîne.

Ruhekî tevizî û mirî, nikare xwe li qiramê jiyaneke birûmet bigire. Ji bo wê, êş û jan bi kêrî laşekî pûç û giyaneke bêhest jî bi kêrî laşekî zindî nayê. Îro êş û jana ku di giyana me de diçêre, êş û jana zarokên Kobanê ye. Ew bedena ku ji bo zarokên Kobanê nelebite, nikare êş û jana zarokên vê dinyayê bitebitîne. Ruhê ku êş û jana zarokên Kobanê nehisîne, nikare bîrînên bedena zarokên Filîstînê bikewîne. Çavê ku rewşa zarokên Kobanê nebîne nikare ji bo zarokên Etyopyayê hêstiran bibarîne. Mirovê/a ku êş û jana hemû zarokên vê dinyayê di dil û mêjiyê xwe de nehisîne, nikare ji derdê zarokên vê dinyayê re bibe melhema birînê.Ji bo vê yekê jî pêdivî bi bedeneke bijûn, giyaneke hestyar û dilekî pejnkar heye. Êş û jana ku di bedena mirovahiyê de pêk hatiye, êş û jana zarokên vê dinyayaê ye.

Heke mirovahiyê êş û jana zarokên Kobanê di dil û mêjiyê xwe de bihisanda, tu carî li hemberî şer û pevçûnên ku di dil û mêjiyê zarokan de rûxanên mezin pêk tîne, bêdeng nedima. Heke mirovahiya cîhanê do, êş û jana zarokên Erîtreyê di cest û giyana xwe de bihisanda dê îro karibûna dengê qîrîna zarokên Şengalê jî bitemiranda. Heke mirovahî bi qasî misqalê zer di aramî û aştiya cîhanê de bifikiriya, ev şer û pevçûnên ku xewn û xeyalên zarokan tarûmar dikin, tu carî rû nedidan. Heke mirov bi hestyarî û pejnkarî tevbigeriyana, îro li hemberî çek û bombeyên ku dibe sedema qitûtiya qûtê jiyanê, bêhis û bêdeng nediman. Zarokên şîrîn û delal! Hestyarî û pejnkarî, du bertekên mirovî ne. Belê ev herdu bertek her gav bi herkesî re peyde nabin.

Herkes nikare bi hestyarî û pejnkarî tevbigere. Kesên ku li hemberî bûyer û lêqewmînên rojane bêdeng dimînin, nikarin li hemberî şer û pevçûnên bêyom derkevin. Kesên ku pirsgirêkên mirovahiyê, wekî pirsgirêkên xwe nebînin, nikarin li hemberî xerabî û neyiniyên vê dinyayê helwest bigirin. Kesên ku hemû zarokên cîhanê wekî zarokên xwe nebînin, nikarin êş û jana zarokên Kobanê bitemirînin. Kesên ku bi heman hest û hizran nêzîkî zarokên cîhanê nebin, nikarin pirsgirêkên zarokên cîhanê çareser bikin. Ji bo wê, em dikarin bibêjin, kesên ku bi ruh û jana Kobanê tevnegerin, mixabin dê tu carî nikaribin bêhntengiya zarokên Kobanê û hemû zarokên vê dinyayê ji holê rakin.

azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply