Kovara Çandnameyê bi zimanê kurdî li jêr dirûşma “Li pey şopa bav û kalan” wek dijîtal derket û hilberîna bi zimanê Kurdî kiriye armanca xwe.
Kovara Çandnameyê bi zimanê kurdî tê weşandin. Ji bo ku niha bigiranî xizmeta Kurmancî dike kovar wê bi Kurdiya Kurmancî derkeve. Armanca kovarê hilberîna bi zimanê Kurdî zêdekirin e. Ji bo vê yekê hem ji nivîskarên bi tecrûbe hem jî ji nivîskarên nû yê dest binivîsê kirine Kovara Çandnameyê cih daye nivîsên wan.
Berpirsê Kovara Çandnameyê Firat Bawerî ji Rûdawê re diyar kir ku her çi qas zimanê kovarê bi zaraveyê Kurmancî be jî lê eger ji zaraveyên Soranî û Zazakî jî hin kes bixwazin tevlî vê xebatê bibin ji wan re jî derî vekiriye û got: “Di malpera me de hin nivîsên Tirki hene lê di kovarê de tenê nivîsên bi Kurdiya Kurmancî, Soranî û Zazakî wê bên weşandin.”
Firat Bawerî tekez kir ku kovara wan li ser çanda Kurdî disekinê wek di dirûşma li ser bergê wê hatiye nivîsîn “Li pey şopa bav û kalan” e lê bi reng û dengên jiyanê yanî ne tenê bi çanda kevin herwiha bi çanda modern ve jî eleqedar in.
Çima dijîtal
Derbarê armacên xwe de Bawerî wiha axifî: “Yek; em dixwazin ev xebat li sînoran neeliqe û di heman demê de li her derê dinyayê belav bibe û kengî Kurdek bixwaze xwe bi sê-çar pişkokên kompîtirê bigihîne vê xebatê. Dudo; wek tê zanîn xebatên Kurdî yên çapkirî bi zor û zehmet tên belavkirin û gelek caran jî mixabin weşangerên wan xebatan dikevin nav zirar û ziyanê. Ji ber vê yekê gelek xebatên Kurdan di nîvî de mane an jî piştî hejmara yekem derfet nedîtine ku hejmara duyem biweşînin. Ji ber van herdu sedeman me biryar da em wek dijîtal kovara xwe biweşînin.”
Bawerî da zanîk ku malpera Çadnnameyê ev 2 sal in xizmetê dide û wiha pê de çû:
“Heta niha tenê me ji ser malperê xizmet da. Me xwest pêşî xebatên me bikemilin. Li ser zemînekê sabît bibin. Pîştre me biryar da em derbasî gavê duyem bibin. Yeke din ji bo ku kovar nayê çapkirin zirarek ji me re tuneye. Tenê em keda xwe didin ev jî ji bo Kurdî helal be. Heta kurdînûsên me nivîsan ji me re bişînin em ê kedê bidin ji bo kovar berdewam be. Lê kengî Kurdan nivîs berda hingî em jî nikarin kovarê derxin. Yanî em bi Kurdên xwedî hemiyet ve girêdayî ne.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Bawerî ev yek jî da zanîn: “Ji bo çapkirinê ger raxbet çêbe û alikariyeke aborî jî bibînin wê demê dibe ku em derbasî çapê jî bibin lê ev heta niha îxtimalek e. Ya rast hevalekî ji bo çapê û her jimarê soza hin pereyan da lê mixabin ev pere ji bo berdewamiya kovareke çapkirî ne bes e. Ji ber ku kovargerî tenê bi çapê xilasnabe. Barkirin û veguhestin, depo kirin, belavkirin, pereyê kargoyê û mesrefên ku ne di planê de ne hene. Ji ber vê da ku kovar berdewam be niha em ê bi formata digital dewam bikin.”
Aydin BAYRAM
Rûdaw