Roviyê Fêlebaz -Adem Çoruh

Sibehekê dawiya payîzê de mêrikek diçe ser karê xwe. Merê dixe ser milê xwe û çend qederek rêkê diçe û  dibîne ku marek tê ber riya wî. Mar ji serma lê ketibû, bêhal û belengaz bû, dilê mêrikî ji  mari ve ma û  mêrik rabû mar ji dana ser devê mera xwe û rabû rêya xwe girt.

Mêrik çend qederekê çû, mar  jî ji  mirinê xilas bû û  hate ser hişê xwe, dema ku mar hate ser hişê xwe bi awayeke zû xwe li deskê merê da û xwe  merê aland, serê xwe bir binê guhê mêrikî. Dema ku marî serê xwe bir binê guhê mêrikî û gote mêrikî:

– Ez dê bi te vedem, Mêrikî gotê :

– Tu dê bo çi min vedey,  ma qey min ezap ji te re bir, min heqaret ji te re nekiriye, min zilm ji te re nekiriye dê bo çi min vedey

Mar jî got:

–  Belê, îllah ez dê te vedem

Mêrikî gotê:

–  Ka raweste, em dêçîne şîr’etê(Şerîet) ka dê şîr’et destê kîjan me ve dê çit

Rabûn mêrik û mar bi hev re qederekê çûn û dîtin kû gayek rê de diçe û digihîjin ga.

Mar, dibêje ga:

– Ez dê vî mirovî vedem?

Ga jî dibêje :

–  Pê vede, ev beyn adem e(merîv) zor zalim bû, ev beyn adem e, hin li me dixist, hin li me dixist, hin îş me da kir û diçû bizmar li serê darê dixist û pê wê darê li teniştên me dida

Mêrikî got:

– Na, ez jî vê şîr’etê qebulnakim em ê rabin biçin şîr’eteke din

Merik û mar dîsan bi hev re kevtin rê û qederekê çûn çûn, dibînin kû bizinek rê de ye.

Mêrik  û mar gihiştine bizinê

Marî gote bizinê:

– Ez dê vî mirovî vedem?

Bizinê, gote marî:

– Pê vede, pê vede gîrû neke, ev beynadem e zor zor zalim e, Xwedê ev mirove li pê darê hin li me dixe

Mêrikî, xwe aciz kir got:

– Xwedê ez li vir jî şîr’etê qebulnakim , em dê rabin biçin cîhekê din.

Ew û mar dîsan bi hev re ketin rê û çûn çûn, qederekê çûn, dibînin ku rovî rê de ye, mêrik û mar çûn gihîştin rovî.

Mari, gote rovî :

– Ez dê li vi mirovî vedem?

Rovî, gotê:

– Tu dê pê vedey?

Marî, got:

– Erê, ez dê pê vedem

Rovî ji gotê:

– Were, mêr û mêraniya xwe ji deskê merê berde, xwe bêxe erdî, êdî her ji te her ji wî kî li kî lêxe,

Marî xwe li deskê merê berda û xwe êxist erdî dema ku mar xwe êxist erdî mêrikî destê xwe avêt deskê merê û kete ser marî û marî perçe perçe dike.

Rovî dibêje:

– Hûn dibînin ku ez çi qas aqil û fêlebaz im.

 

Amadekar: ADEM ÇORUH-Çandname

 

Nîşe: Ev çîroke li bajarê Colemêrg di navçeya Şemzînan de ji devê Xaltiya Xecê de hatiye gotin

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply