Roşan Lezgîn: “Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”

Hevpeyvîn: Rojbîn Özkan

Ezbenî cenabê te bi xebatên xwe yên bi zazakî tê naskirin. Em dibêjin “zazakî”, lê ev zarava bi navên “kirdkî, kirmanckî û dimilî” jî tê nasîn. Sedemên van navên cuda çi ne?

Ne ku tenê em, gelek grûbên civakî, gelek milet û ziman hene ku bi çend navên cihê têne binavkirin, eybek têde tune ye. Mesela, soranên me ji bo kurmancî dibêjin “badînî”, em dibêjin “kirdasî”, li Urmîyê kurmanc bi xwe dibêjin “şikakî”. Ehmedê Xanî dibêje “Kurmancî ye sirf e, bêguman e /Zêr nîne bibên ku kêm’eyar e”. Dîsa, navê romana pêşîn ya kurmancî “Şivanê Kurmanca” ye. Lêbelê li van salên dawîn kurmancî kirine “kurdî” û kirdîya me jî bûye zazakî! Me bi xwe du nav li xwe kirine: kirdî û kirmanckî. Hema bibêje piranîya kirdên jêrê çemê Feratê ji bo xwe gotine “kird”, ji bo zimanê xwe “kirdî” û ji bo cografyaya xwe jî gotine “Kirdane”. Di nav grûbên civakî yên kurdan de em tekane grûb in ku xwe bi navê “kird” yanî “kurd” bi nav dikin. Ev bi belgeyan sabît e. Bo nimûne, di metnên herî pêşîn yên kirdî ku ji alîyê Peter Lerchî (1828-1884) ve di sala 1857 de hatine weşandin de ev nav derbas dibe. Dibêje “Ma pêrû canmirdêkirdan ê.” Navê kitêba pêşîn ya zazakî ku ji alîyê miftîyê Licê Ehmedê Xasî (1867-1951) ve hatiye nivîsîn û di sala 1899 de li Diyarbekir bi destûra wezareta mearîfê ya Usmanîyan hatiye weşandin “Mewlidê Kirdî” ye, nivîskarî bi xwe ev nav lê kiriye. Dibêje “Temam bû çêbûna Mewlidê Kirdî bi alîkarîya Xaliqî û feyz û bereketa pêxemberê me…” Ziya Gökalp (1876-1924) di raportên ku ji bo polîtîkayên dewleta tirkan amade kirine de dibêje “bi kesreya kafa erebî ji xwe re dibêjin kird, ji kurmancan re jî dibêjin kirdasî. Lê tirkan navê kurd ji bo kurmancan texsîs kiriye, dema ku dibêjin ‘filan meriv kurd e, yan jî zaza ye’ ji kurd qesda wan kurmanc e. Yên ku navê zaza li vana kirine, tirk bi xwe ne. Ne zaza ne jî kurmanc navê zaza bikar naînin.” Herwisa navê “kird” di tevayî zargotinê de; di kilam û stranên me de jî derbas dibe.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

2 Şîrove

  1. Hevpeyvîneke hêja û giranbuha ye. Siheta we xweş be. Divê ku ev hişmendîya Toşan Lezgînî di nav hemû nivîskar û xwendevanên kurd de belav bibe.

  2. Hevpeyvîneke hêja û giranbuha ye. Siheta we xweş be. Divê ku ev hişmendîya Roşan Lezgînî di nav hemû nivîskar û xwendevanên kurd de belav bibe.

Leave a Reply