Roşan Lezgîn: “Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”

Hinek kesên ku zazakî weke zimanekî serbixwe bi nav dikin û xwe kurd nabînin hene. Gelo bingeha vê nêrînê çi ye?

Eger kurd neteweyeka hukimran bûna, xwedî dewlet bûna, tiştên wisa nedibûn. Eger dewleta me hebûya, me ji van kesan re bigota hûn kurd nînin jî dê xwe bi zor bikirana kurd, bigotana kurdên resen em in. Yanî dema ku dewleta te nebe qîymeta te jî nîne. Berrû ji qaşil derketiye, pê razî nebûye! Hemî nirxên miletê bindest bêxwedî ne, her kes radibe xwe têde tetmîn dike. Nizane zazakî xeber bide lê li ser zazakî dibe lînguîst, dibe zimanzan!

Li Kurdistana Başûr hinek kurdên me yên êzidî jî hene dibêjin em kurd nînin, em tenê êzidî ne. Wan salan min camêrek li Silêmanîyê naskir, kovarek bi navê Horamanderdixist, wî jî digot “Joyce Blau dellê hewramî kurdî nîye” û xwe kurd nedidît. Lê rastî ev e ku hemî oryantalîstan di ser guherîna dengan re zimanê me tesnîf kirine. Zimanê me nizanin lê kategorîze kirine. Ev xeletîyeka gelek mezin e. Divê bala xwe bidin ser sîstema kurdî, hîn fikrê xwe bibêjin. Bo nimûne, Oscar Mannî dema navê “Dimilî” bihîstiye, di deftera xwe de not girtiye ku belkî ev peyv ji “Deylem” xirabûbe. Lê di rastîyê de tu pêwendîya peyva dimilî bi Deylemê ve nîne. Piştî ku ew miriye, îcar şagirdê wî Karl Haddankî notên wî wek kitêb weşandine. Ji bo nezanên me roj derketiye! Vê yekê ji xwe re dikin palgeh û dibêjin “Em ji Deylemê hatine.” De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike! Ji bo oryantalîstên ku zimanê me nizanin lê bi ser dengan re zimanê me kategorîze kirine re dibêjin “bilim adamları” û êdî ava kanîyan disekine.

Fikrên xelet di nav me kurdan de gelek zû cih digirin. Yanî, ji bo ku nebin “kurd”, dibin çepgîr, dibin rastgîr, dibin sosyalîst, dibin komunîst, dibin îslamîst, dibin daiş, dibin zaza, dibin her jehrek lê ji bo wan gelek zehmet e ku bibin kurd. Tirkan heta van salên dawîn gotin kurd tune ne, ev tirkên çiyayî ne. Paşê bala xwe dan ku roj nayê veşartin, îcar fikrên fitnetîyê xistin mejîyê hinek kesan yan jî hinek kes xistin nav fealîyetê. Ev fikra ku dibêje zaza kurd nînin, wek proje di salên 1970î de hêdî-hêdî pêş ve anîn lê piştî salên 1980yan êdî pratîze kirin. Tu delîlek yan argumanteka maqul nîşan nadin, tenê li ser zimanî hinde tehrîfatan dikin û bi terzê propagandayê dibêjin zazakî zimanekî serbixwe ye, lewre zaza kurd nînin.

Ez bibêjim di van rûdanan de hîç gunehê kurmancên me nîne, dê rast nebe. Kurmancên me çawa ji dil û can kurdên êzidî hembêz nakin, eynî wisa, derbarê kurdên zaza de jî, derbarê hewramîyan de jî xeletîyên cidî dikin. Di medyaya kurdî de têgehên gelek xelet têne bikaranîn, bo nimûne, şaredarîya Diyarbekirê di weşanên xwe de wek “Kürtçe û Zazaca…” dinivîsî. Min deh car ew hişyar kirin. Rojname, kovar, televîzyon, malperên înternetî û gelek ji xelkê sade jî vê xeletîyê dikin. Her carê ez wan hişyar dikim, dibêjim yan bibêjin “Kurmancî ve Zazakî” yan jî bibêjin “Kürtçe (Kurmancî ve Zazakî)”. Lê tu ji kê re dibêjî! Êy dema ku tu bibêjî “Kürtçe ve Zazaca…” hingê miletê sade jî dê bibêje “Em zaza ne, em kurd nînin.

Kird, yanî kurdên zaza ji mêj ve pêşengîya tevgera neteweyî ya kurdî dikin. Lêbelê çapemenîya kurdan di şûna ku behsa Kurdîzade Ehmed Ramîz bike, behsa Xelîl Xeyalî bike, behsa Saîd Elçî bike, behsa Necmedîn Buyukkaya bike, diçe û tê, ev çend kesên ku vir de wê de ji xwe re gevezetî dikin, dibêjin em kurd nînin derdixe pêş, li dora vê meseleyê diçin û tên. Carekê yekê ji xwe re li ser Facebookê “Zaza Halk Partisi” nivîsîbû, çapmenîya kurdan çend meh cih da wî, bi siyasetmedarên giregir yên kurdan re hevpeyvîn kirin, bi vî awayî propagandaya wî kirin. Di vê mijarê de halê çapemenîya kurdan sefalet e! Gelo medyaya kurdan rojek ji nava rojan bala xwe daye ser xebatên edebî yên kurdîya zazakî? Tiştê girîngtir, çapemenîya kurdan cih dide kurdîya zazakî? Here û were, me bi vê mijara çêkirî derdixin rojevê ku qaşo hinek zaza dibêjin em kurd nînin. Bi milyonan kurd hene li dijî kurdbûna xwe xizmeta tirkan dikin, xizmeta ereban dikin, xizmeta farisan dikin, hezar xirabî bi miletê xwe dikin. Ka em çi bikin?

Li Silêmanîyê peykerê Necmedîn Buyukkaya danîne. Çima? Dema ku mam Celal û Noşîrvan Mistefa û ew hîn pêşmerge ne, artêşa Îraqê wan li çiyayên Hewramanê muhasere dike. Çek û cebilxane di destê wan de nemaye, hindik maye tune bibin. Necoyê Sêwrekî yê dimilî diçe ji Lubnanê cebilxane û çekên giran di ser Sûrîyê re derbasî Tirkîyê dike, bi ser Makuyê re derbasî Îranê dike, dibe di rojavayê Sineyê re derbasî Başûr dike, li çiyayên Hewramanê digihê hawara mam Celalî wan. Ew jî bi wan çekan li ber xwe didin, bi vî awayî xwe ji îmhayê rizgar dikin. Dibêjin rojek em bibin xwedî statu em ê peykerê te çêkin. Wisa jî dikin. Ev tenê nimûneyek e. Ez dixwazim bibêjim, di roja teng de, di zehmet û xebatê de kurdên zaza hene, lê di firehîyê de tenê kurmancî û soranî heye! Eger behsa me bibe jî, tim bi pirsa hinek xwenezanên ku dibêjin em kurd nînin me tînin rojevê!

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

2 Şîrove

  1. Hevpeyvîneke hêja û giranbuha ye. Siheta we xweş be. Divê ku ev hişmendîya Toşan Lezgînî di nav hemû nivîskar û xwendevanên kurd de belav bibe.

  2. Hevpeyvîneke hêja û giranbuha ye. Siheta we xweş be. Divê ku ev hişmendîya Roşan Lezgînî di nav hemû nivîskar û xwendevanên kurd de belav bibe.

Leave a Reply