Roşan Lezgîn: “Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”

Xelkê alîyê Dêrsimê ji bo xwe gotine “kirmanc”, ji bo zimanê xwe “kirmanckî” û ji bo cografyaya xwe jî gotine “Kirmancîye”. Ev nav hemin ew nav e ku kurdên din jî wek “kurmanc” bikar tînin. Yanî di manaya tebeqeya jêr ya xelkê de. Te dî bajarîyên me yên Cizîrî dibêjin “Ma ez kirmancê babê te me!” Yanî “Ma ez paleyê bavê te me!

Heçî navê “dimilî (dimbilî)” ye, ev navê eşîreka kurdan e. Dimilî di hinek çavkanîyan de wek kurmanc jî derbas dibin, lê kurmancên me ji bo kirdan ev nav bikar anîne, lewma li Modkan, Çêrmûg û Sêwrekê kirdan jî êdî ji xwe re gotine dimilî.

Eger em werin ser navê zaza, cara pêşî di SeyahetnameyaEwlîya Çelebî (1611-1685) de derbas dibe. Ewlîya Çelebî peyva zaza ne ku wek navekî serbixwe, lê wek leqem bi hawayê îzafe bikar diîne, dibêje “Ewela Ekradi Zaza û Lolo û Îzolî û Êzidî û Xaldî û Çekvanî û Şikakî û Kîkî û Pisyanî û Modkî…” Ekradi Zaza yanî “kurdên zaza”. Dû re wek navê eşîrek bikar diîne dibêje “Eşîreti Zaza û Zêbarî û Lolo û eşîretên Îzolî û Şikakî û Kîkî tevayî wan du sed hezar ademi Ekrad û mîlyonek pez…” Berîya Ewlîya Çelebî di hinek berhemên erebî de peyvên “Zûzan”, “Zewazan” û “Zûzan el-Ekrad” derbas dibin, yanî di manaya “zozan” û “zozanên kurdan” de. Bo nimûne, Yaqût el-Hemewî (1179-1229) di kitêba xwe Mucemu’l-Buldan de behsa “Zewazan” dike û dibêje “Ev herêm di navbera çiyayên Ermenîye, Azerbaycan, Diyarbekir û Mûsilê de dimîne.” Ez wisa bawer im ku Ewlîya Çelebî peyva “zewazan” di metnên erebî de dîtiye û wek “zaza” nivîsîye. Jixwe dibêje “Ekradi Zaza”. Çawa ku Ziya Gökalp jî dibêje, navê zaza tirkan li me danîye. Zimanê tirkî ji mêj ve zimanê resmî ye, ji vê çendê, ev nav pêşî li nav tirkan belav bû, dû re ket metnên mîsyoneran jî. Li van pêncî salên dawîn bitaybetî li bajaran di nav me de jî bû meşhûr û ma. Êdî em nikarin xwe jê xilas bikin, em ê bikar biînin, tiştek nabe, lê rastîya wê jî ev e.

Ji van her çar navan “dimilî” hema bibêje ji navê hatiye hilanîn, êdî kes nabêje. Navê “kirmanc” jî winda bibû lê hinek zanayên (!) me li van salên dawîn rabûn vî navî pêş ve anîn. Eger wisa nekirana, tenê navê “kird” û “zaza” dima. Hasilî kelam, navê me kird e, navê zimanê me jî kirdî ye. Lê ji ber ku tirk bikar dînin, navê zaza bûye populer, digel ku navê etnîkî nebe jî. Wek ku Ewliya Çelebî gotiye, ji me re bibêjin kurdên zaza jî, bibêjin kird yan kirmanc jî hîç kêşeyek têde nîne, çimkî êdî her kes van navan dinase û dizane ku ji bo kê tên gotin.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

2 Şîrove

  1. Hevpeyvîneke hêja û giranbuha ye. Siheta we xweş be. Divê ku ev hişmendîya Toşan Lezgînî di nav hemû nivîskar û xwendevanên kurd de belav bibe.

  2. Hevpeyvîneke hêja û giranbuha ye. Siheta we xweş be. Divê ku ev hişmendîya Roşan Lezgînî di nav hemû nivîskar û xwendevanên kurd de belav bibe.

Leave a Reply