Ronakbîrekî jibîrkirî: Mehmed Mîhrî Hîlav

Di lîteratura ronakbîrîya kurd de kêmbûn/tunebûna bîyografîyên têrûtijî û berfireh yek ji kêmasîyên sereke ye. Bîyografî dikare rê bigre liber jibîrkirina kesayetên di dîroka neteweyekê de keda wan heye an li çand û dîroka neteweya xwe zêde kirine. Wek şaxeke zanîna dîrokî jî mirov dikare li bîyografîyan binêre. Jiber ku şexsîyetên navdar an berhemdar ligel qabilîyetên û zîrekbûna xwe berhemên peywenda çandî, sîyasî, aborî hwd. a dewra xwe ne jî. Mirov dikare di neynika jîyana şexsekî re bi giştî li serdemekê binêre, fam bike, liser bifikire û wê şîrove bike. Lewma dikare zanîna me ya derbarê rabirdûyê de kûrtir û berfirehtir bike.

Wek mînak mirovekî wek Celadet Alî Bedirxan ku belkî sîmayê zêdetirîn naskirî yê ronakbîrîya kurd e, agahîyên derbarê wî de hê jî ne liser hev in. Herwiha Şêx Seîdê ku ew jî yek ji navdartirîn şexsîyetê kurd ê sedsala 20an e, em ji berhemeke bi rêkûpêk liser jîyana wî bêpar in. Em nizanin ka şexsîyet û nasnameya wan a ku îro pê tên naskirin çawa şikil girt, çiqas jê bandora malbata wan bû an derdora wan a zaroktîyê bû, çiqas jê bandora perwerdeya wan, xwendinên wan, mamosteyên wan bû. Halûmercên wê dewra wan çawa berê jîyana wan guhert an ew bixwe di kîjan merhaleyan re derbas bûn? C. A. Bedirxanê em bi kovara Hawarê nas dikin û yê bîst sal berîya wê gelo çiqas dişibin hev? Di xortanîya xwe de, dema çavê wî li dinyayê vedibû di bin bandora kê de ma? Şêx Seîd berîya 1925a çi dikir? Zaroktî û xortanîya wî di derdoreke çawa de derbas bû? Bi kê re dida û distend? Ew di kîjan merheleyan re derbas bû heta ku bû pêşengê serhildaneke ewqas girîng? Pirs gelek in. Her çiqas bersiva hemû pirsan belkî wê tunebe jî, pirs û lêgerina bersivên wan bixwe jî dikare bi serê xwe asoya mirov firehtir bike. Helbet her bersivek wê bibe kevirek di hîmê zihna me ya derheqê rabirdûyê de.

Yek ji ronakbîrên kurd ên destpêka sedsala 20an e ku heta niha kêm hatîye naskirin Mehmed Mîhrî Hîlav e. Bi saya xebata Seîd Veroj (Mehmed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdistan, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2015) Hîlav ji kêm ronakbîrên kurd e ku êdî bîyografîya wî heye û agahîyên derbarê wî de di pirtûkekê de li ber dest in.

Mehmed Mîhrî Hîlav kî ye?

Hîlav bi eslê xwe ji Rojhilata Kurdistanê ye û di 1885an de li gundê Deşîyê ya bi ser bajarê Sinê ve hatîye dinyê. Di zaroktîya xwe de bi zîrektîya bal kişandîye û li bajarên Bêzar, Sinê, Serdeşt û Hewlêrê xwendina medreseyê temam kirîye û îcazeta melatîyê wergirtîye. Piştî vê jî rêwitîya wî naqede, tê demekê li Wan, Qers û Erziromê jî dimîne û sala 1911ê de derbasî Stenbolê dibe û carek din venagere Kurdistanê. Li vir digel Medreseya Fatihê, Fakulteya Hiqûqê jî xilas dike. Di heman medreseyê de dersên erebî, farisî, gramer û felsefeya dînî dide. Piştî sala 1921ê, wek yekemîn parêzerê dest bi parêzerêyê jî dike. Ji bilî zimanê xwe kurdî zimanên tirkî, erebî û farsî û edebîyata wan jî baş nas dike qasî ku li ser wan binivîsîne û mamostetî bike.

Li Stenbolê xemxur û ramangerekî kurd

Hîlav li Stenbolê ku destpêka sedsala 20an de gelek ronakbîr û xwendekarên kurd ên ji gelek deverên Kurdistanê li hev civîyane, di nav kar û xebatên çandî yên kurdan de cî digre. Di rojname û kovarên Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Hetawî Hewlêr û Kurdistanê de li ser babetên curbecur bi kurdî û tirkî dinivîsîne. Bixwe xwedîyê kovara Kurdistanê ye ku sala 1919an dest bi weşanê dike. Ji xeynî gotarên di kovar û rojnameyan de nivîskarê çar pirtûkan e ku bi zimanê tirkî hatine nivîsandin. Yek ji van Mukaddimet-ûl Îrfan e ku yek ji xebatên berdest ên ewilîn û sereke ye derbarê fonetîk û zaravayên kurdî ye. Piştî serhildana Şêx Seîd wek ronakbîr û çalakvanên din î kurd ji ber îstîbdada rejima komara nû-ava êdî di nav ti çalakîyan de xuya nake Mehmed Mîhrî. Piştî şer bi ronakbîrên wek Musa Anter, Seîdê Kurdî û xwendekarên ji nifşê nû dikeve têkilîyê. Di Dicle Kaynağı ya Musa Anter de dinivîsîne, alikarîya madî ya komeleyên xwendekarên kurd dike hwd. Di pirtûkê de dîyar e Mehmed Mîhrî bi taybetî di warê rewşa çand û zimanê kurdî de xemxurek e û her dem xwestîyê tevkarîya pêşketina kurdan bike. Derbarê ramanên wî, gotar û pirtûkên wî agahîyên berfireh hene di pirtûka Seîd Veroj de lê ya girîng dema mirov vê pirtûkê dixwîne rê li ber kîjan hest û ramanan vedike gelo?

Têkçûn, windabûn

Portreyê giştî yê Mehmed Mîhrî, ya rast, portreyeke giştî ya piranîya ronakbîrên kurd ên sed û pêncî salên dawî ye jî. Destpêkê de li Stenbolê wek kurdekî zîrek, bi hewes û serkeftî bi saya di nav şert û mercên dewra xwe de bi gelek meseleyên sîyasî û çandî yên derbarê kurdan re serê xwe diêşînî, dinivîsîne, weşangerî dike, dibe ramangerekî dewra xwe. Wek endamekî neteweya xwe di warê çandî de çi destê wî dike. Piştî avabûna Komara Tirkîyeyê bayê felekê li wan dixe ronakbîr û çalakvanên kurd ên li Stenbolê ji hev belav dike. Ji ber îstibdada rejima nû êdî bi her awayî cî ji xebatên çandî re û derbirîna kurdbûnê namîne; hin ji wan hemû hêza xwe didin xebatên sîyasî, serî hildidin, tên kuştin an sirgun dibin. Encam têkçûneke xedar e. Ên dimînin xwe bêdeng dikin, ji kurdabûna direvin an didin jibîrkirin. Wekî din ti çare nîne.

Mehmed Mîhrî ku li Stenbolê dimîne, herçiqas em ji têkilîyên wî yên salên 1950yan  derdixin ku kurdbûna xwe ji bîr nekirîye jî, ew di xwe de veşartîye, qet derbasî zarokên xwe nekirîye. Em dibînin zarokên wî heta piştî mirina wî jî haya wan ji nivîsên bavê wan î bi kurdî tuneye. Dema xalê bavê wan ji Kurdistanê tê û bi wî re dipeyive dengê kurdî dibihîzin. Bavê wan di 20 salîya xwe de fêrî tirkî bûye û lê zarokên wî peyvek kurdî nizanin. Ji kurtejîyana wan xuya dike Mehmed Mîhrî, ku ramangerekî kurd î navdar bû berîya salên 1920an,  ew wek tirk mezin kirine. Ji bilî kurdbûna xwe hemû zanyarîya xwe bi wan re parve kirîye ew û gelekî baş gihandine. Bi taybetî yek ji kurên wî Selahattin Hîlav wek doktorê felsefeyê dibe şexsekî naskirî di nav ronakbîrên tirk de. Bi berhemên xwe û wergera gelek berhemên sereke li ronakbîrîya tirka gelek tişt zêde kirîye. Kurê din Necmeddîn Hîlav, her çiqas berhemên wî nivîskî tunebin jî, ew wek bengînê xwendin û pirtûkan mirovekî naskirî bûye… Bi kurtasî, kok û hafizeya Mehmed Mîhrî ya kurdbûnê hişk dibe, derbasî nifşê nû nabe.

Mehmed Mîhrî mînakek e ku zîrektî û berhemdarîya mirovan çawa dikare bêyî îradeya wan ziwa bibe, li ber bayê biçe. Mirov difikire ger bi komara Tirkîyeyê re dewleteke kurd jî ava bibûya bi ihtimaleke mezin ew ê bibûya burokrat an ronakbîrekî mezin; ji alîyê nifşên îro jî bihata naskirin; berhemên wî di dibistanan de bihata xwendin. Ya girîngtirîn mîrata xwe ya çandî wê karibûya derbasî zarokên xwe jî bikira û bidaya dewamkirin. Wê îro tenê ji alîyê çend lêkolînerên kurd ve nehata naskirin. Zarokên wî tevî mîrata wî nedibûn milkê tirkan…

Sedsal berê û îro

Sedema ku serpêhatîya Mehmed Mîhrî îro dilê mirov diêşîne ew e ku rewşa ronakbîrên kurd pir zêde neguherîye. Rewşa sîyasî û çandî îro li bakurê Kurdistanê di nav têkçûneke din de ye. Gelek sazî û weşanên kurdî hatine girtin. Ji alîyê bîr û bawerî û hêvîyê serdemek e din e ku dibe sedema gumana ku ew kar û xebatên di du sê dehsalên dawî de hatine kirin bibin malê arşîvan; di civakê de cîyê xwe nebînin; derbasî nifşên nû nebin çawa ku Mehmed Mîhrî nikaribû çanda xwe derbasî zarokên xwe bike. Ronakbîr û nivîskarên kurd ew rîsk li pêşîya wan e ku dev ji xebatên xwe heta belkî dev ji hêvîyên xwe berdin bêyî ku rehên xwe berdin ziwa bibin.

Jixwe heta niha jî dema em li piranîya kesayetên naskirî yên di nav sîyaset û çanda kurdî de dinêrin, zarokên ew mezin dikin zêde ferqa wan ji zarokên tirk tunene, ne nivîskar û ronakbîrên kurd nas dikin, ne ji çanda kurdî haydar in ne jî jîyane xwe de pirtûkek kurdî kirîne û xwendine. Em ê bikaribin ji qedera ku Mehmed Mîhrî rûbirû mabû an ji çembera têkçûnan xilas bibin an nebin ne dîyar e.

Kovara Kurdistan û ermen

Nivîsên Mehmed Mîhrî dikare ji gelek alîyan ve bê şîrovekirin lê çend nivîsên di Kovara Kurdistan (1919) de bi taybetî divê liser bên sekinandin. Ji ber ku ev mesele hê jî neqedîyaye û her tim tê rojevê. Bo lêkolîneke derbarê dîroka têkilîyên ermen û kurd jî dikare bibe çavkanî. Ji ber ku di nav çarçoveya nîqaşên bo Prensîbên Wilson babeta serwerîya neteweyî yên ermen û kurdan nîqaşeke gur heye. Ev nîqaş bêtir di ser gelheya kurd û ermenan re tê kirin. Nivîseke Hîlav, wek bersiva rojnameya Orient News (r.240) bi vî awayî ye. Bi israr îdia dike gelheya kurdan li wan şeş wilayetan ji ya ermenan zêdetir e. Li hemberî aligirîya ermenan, ku bi heqaret û pêşdarazî qala kurdan dike, wan bi qirkirina ermenan sucdar dike û armanc dikin wan ji mafên neteweyî pêbar bihêlin, dikêve polemîkê û bersiv dide hemû îdiayên wan.

Di kovarê de nameya Sertîbê Dêrsimîyê (r.258) ji eşîra Kurmanc bixwe wek belgeyeke dîrokî ye tevî nameya xwînerekî din (r.261) û telgrafa ji Elezîzê bo Kurdistan Tealî Cemîyetî û bersiva wê (r. 265-67), dikare wek bersivek bo nivîsa di Orient News û îdiayên derbarê qirkirina ermenan de bê xwendin. Sertîbê Dêrsimî, behsa şahidîya xwe ya tehcîr û komkujîya ermenan dike û dibêje ev gotina rayedarên dewletê ber guhê wî ketîye “me yên dibêjin ‘zo’ xilas kirin, îjar dor hat ên dibêjin ‘lo’. Behsa tehcîr û komkujîya kurdan ku di 1916an de dest pê kirîye jî dike û gazinên xwe dike digel ku tehcîr û komkujîya ermenan her dem tê rojevê ya kurdan nakeve rojevê û nayê qalkirin. Ev gotina wî dike ku mirov dîsa bi îroya me re berawirdkirinekê bike. Îro jî piranîya sîyasetmedar û ronakbîrên kurd (û elbet yên tirk) nayê dîtin ku qala tehcîr û komkujîya kurdan a di Yekem Şerê Cîhanê de bikin. Bi ser de kurd hemû tawanbarkirinan dipejirînin û lêborîn dixwazin! Kurd çiqas tên sucdarkirin û heta tên bêqîmetkirin, ermen ewqas masûm, ji xeletîyan azade tên nîşandan û berzkirin. Hindik maye di vê meseleyê de tirk ji navberê derkevin an bên jibîrkirin û bi temamî bibe meseleyek navbera kurd û ermenan de.

Ronakbîrekî jibîrkirî:  Mehmed Mîhrî Hîlav

 Fexrîya Adsay / Heftenameya Bas

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply