Romatoîd Artrît

Romatoîd Artrît, nexweşiyeke bi kulbûnê xwe dide der. Ev nexweşî domdar e û sedemên wê nayên zanîn. Herî zêde bandorê li movikan dike lê di hinav û gelek lebatên mirov da jî dibe sedema kulbûnê. Kes vê nexweşiyê ji kesî venagire.

Romatoîd, ji peyva “rheumatos” û ji paşgira “oid” pêk tê. Ev bêje wateya “wekî ba/romatîzma” dide. Artrît/arthritis jî “kulbûna movikan” e.

Romatoîd Artrît dibe sedem ku pergala parastinê bi rêk û pêk kar neke. Piştî vê bêpergaliyê laş, êrîşî movik û lebatan dike.

Romatoîd herî zêde bandorê li movikan dike. Movikên tiliyên dest û nigan/lingan, enîşk, mil, çong/çok û hwd. Bi gelemperî bandora li ser movikan dualî ye. Movika aliyê çepê kul bûbe, bi giştî ya aliyê rastê jî kul dibe.

 

Nîşanên/Xuyaniyên Romatoîd Atrîtê

– Werm, kulbûn

– Germbûna movikan

– Hestyarî

– Êş

– Bêtevgerî, kêmtevgerî

– Kêmxwînî/Anemî

 

Romatîd Artrît, di serdema îro da mixabin bi giştî ji holê ranabe. Hewldan û rêbazên heyî dikarin nexweşiyê di astekê da rawestînin.

Bi rêbazên heyî êş û kulbûn kêm dibin, movik ji ber encamên giran tên parastin, rewşa nexweş xweştir dibe.

Bijîşkên nexweşiya Romatoîd Artrîtê “romatolog” in. Di bernameya başkirina nexweşiyê da bijîşk, fîzyoterapîst, perestar, derûnnas ciyên sereke digirin.

Romatoîd Artrît ne nexweşiyeke ku bê paşguh kirin. Li xwe bipirsin!

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply