Romannivîs Helîm Yûsiv : “Di kêlîkên nivîsandinê de ez rê li ber kanîya binhiş û kûrahîya gîyan û bîrmendîya xwe vedikim”

Nêzîkî sîh salan e ku di qada wêjeyê de berhemine bilind û hêja pêşkêş dike. Bi helwesteke modern, bi honaksazîyeke spehî û bi zimanekî petî û nerm berhemên xwe dinivîse. Romannivîs Helîm Yûsiv, helbest ne tê de, pirê celebên wêjeyî dinivîse û di rojname, kovar û malperên kurdî de, bi gotar û nivîsaran, nirxandinên xwe diweşîne.

Ji bo nirxandin û şîrovekirina hin mijaran, kovara Welat hevpeyvînek bi nivîskar Helîm Yûsiv re kir. Beşa pêşîn a hevpeyvînê di barê nirxandina berhemên Helîm Yûsiv de ye. Di beşa duyan de, Yûsiv şîrove û nihêrînên xwe li ser wêjeya kurdî bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, vedibêje. Herî dawî jî, mijara ragihandina kurdî û têkilîya wê bi wêjeyê re tê nîqaşkirin.

Helîm Yûsiv sala 1967an li devera Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ji dêya xwe bûye. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Mafnasîyê qedandîye. Ji destpêka salên 90î ve dinivîse û heta niha berhemên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ji sala 2000î ve çûye Almanyayê û hêj li wî welatî dijî.

Berhemên wî:

– Mêrê Avis (çîrok. 1991)

– Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)

– Mirî Ranazin (çîrok, 1996)

– Sobarto (roman, 1999)

– Memê BêZîn (çîrok, 2003)

– Tirsa Bêdiran (roman, 2006)

– Gava ku Masî Tî Dibin (roman, 2008)

– Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)

– Auslander Beg (çîrok, 2011)

– 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)

– Wehşê di Hundirê Min de (roman, 2018)

 

****

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

 

– Nivîskarîya te, encam û berhema destpêkeke çawa ye?

Ez jî baş nizanim çawa nivîskarîyê jîyana min bi temamî mîna qederekê bi xwe ve girê da. Meseleyê pir zû û bê plankirin dest pê kir. Xirecir û alozîyên vê axa ku ez li ser ji dayik bûme, zaroktîya min dor pêç kiribû û roj bi roj ben li qirika min teng dikir û bêhn li min diçikand. Yan divabû mirov bêdeng mirar here û xwe bisipêre jîyaneke bêwate; yan jî divabû mirov li çareyekê bigere û rihê xwe ji nav pencên mirinê rizgar bike. Ji bo min, nivîsandin ew oksîjen bû ya ku ji bo berdewamkirina jîyanê pêdivîya min pê hebû. Bi gotineke din, nivîsandin alternatîva bitenê ya mirinê bû.

– Babet û naveroka berhemên te, ji kû tên û çawa peyda dibin?

Sê jêderên sereke yên babetên berhemên min hene; yek jê jîyana min a takekesane û serborîyên min in, ya din cîhana xewn û xeyal û fantazîyên min in û ya dîtir jî paşxaneya min a ku ji xwendina wêjeya nivîskî û ji guhdarîkirina wêjeya devkî dagirtî ye. Ev hemû bi hev re naveroka berhemên min bi gewde dikin. Wisa jî çi li jîyanê hebe dikare ji berhemên min re bibe babet, tu sînor ji vê çavkanîyê re tune ne.

– Rengê derûnî di berhemên te de serdest e. Serdestîyeke wisa, bi zanebûn e yan jixweber e?

Bizava nivîsandinê bi xwe, li cem min, ji mejî û plankirinê bêhtir bi hestan ve girêdayî ye. Di kêlîkên nivîsandinê de ez rê li ber kanîya binhiş û kûrahîya gîyan û bîrmendîya xwe vedikim. Bi mijarên xwe re heta dawî dilsoz im û agirekî ku serê tilîyên min neşewitîne, ez nikarim li ser binivîsim. Nivîsandin dengê wan hestên kûr e, ewên ku di nav tarîya hiş û gîyanê mirov de veşartî ye. Dibe sedema ku dihêle rengê derûnî li pêş be ev be.

– Her çi qas babetên romanên te ji hev cuda bin jî, lê dîsa -heta astekê- xwî û bawerîne wekhev, lehengên te digihînin hev. Kesayeta Helîm Yûsiv, çi qasî desttêwerdanê di tevgerandina lehengan de dike?

Carinan kêm, carinan zêde, tiştekî min di hemû kesên sereke yên çîrok û romanên min de heye; ez beşek ji wan im û ew beşek ji gîyanê min in. Bi xemgînîya wan xemgîn dibim û bi kêfxweşîya wan dilê min şa dibe. Têkilîyeke gîyanî di nav min û wan de heye. Lê ev rê li ber wê yekê nagire ku ew ew in û ez ez im. Di her deqekî wêjeyî de mentiqek heye, tevineke hunerî heye, ji bo ew mentiq neyê şikenandin û ew tevin bi rêk û pêk bê honandin, ez ne ji dûr ne ji nêzîk desttêwerdana jîyana wan û rabûn û rûniştina wan nakim. Hinek ji wan hene ku ez ji xisletên wan ên xerab û bêhişîya wan pir zivêr û aciz im. Hinek jî hene ez ji taybetmendîyên wan hez dikim. Lê ji her du cureyan jî, weku nivîskar, ez bi mesafet im; navbereke berbiçav û pêwîst di navbera me de heye. Heta ji min tê ez karekter û kesên berhemên xwe serbest û azad dihêlim. Ew li gor xwe û li gor pêdivîya rola xwe û ne li gor daxwaza min di berhemên min de tevdigerin.

– Di roja îroj de, tu xerîkî çi xebatê yî, çi di nav destên te de heye?

Ji dema şerê Kobanê, ji 2014an ve, romanek li ser wî şerî di nav destên min de ye. Min bi alîkarîya hin kesên ku li Kobanê diman dest bi wê romanê kiribû. Gava DAIŞ kete Kobanê, di wê tevkujîya xedar de hin ji wan kesan bi xwe şehîd ketin. Ez neçar mam ku rawestim. Berî salekê careke din li wê romana xwe ya nîvcomayî vegerîyam û ew şehîd bi xwe bûn vebêjerên romanê. Min nivîsandina wê qedand û niha tê sererastkirin. Wê di sala pêşîya me de bê weşandin.

– “Çûna ber bi romanê ve ji bo min destpêkê wekî çûna bajêr bû.” Di nirxandina xwe de, te çîroknivîs bi gundîyan nimandine û romannivîs jî bi bajarîyan. Di qada wêjeyê de, nirxê romanê ji yê çîrokê bilindtir e?

Ez bawer dikim hinekî jihevfêmnekirin heye. Bajarîbûn û gundîbûna ez li vê derê behsa wan dikim girêdayî mezinbûn û biçûkbûnê ye û tu têkilîya wê bi nirxên bajarvanîyê û gundîtîyê ve tune ye. Ji hêla nirxên wêjeyî û hunerî ve tu cudayî di navbera romanê û çîrokê de nîne. Wêje nirxên xwe ji asta xwe ya hunerî digire, ne ji celebên xwe. Roman be, çîrok be, dikare wêjeyeke nirxbilind be, dibe jî bênirx û bêast be.

– Zimannas Bahoz Baran dibêje: “WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE, 99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ, AUSLANDER BEG, ji gelek alîyan ve û bi taybetî ji alîyê zimanî ve pirtûkên qels in…” Ji bo rexneya Baranî, tu çi dibêjî?

Ez tu qîmetê nadim “rexneyên” weha; ji ber ku ji rexneyê bêhtir nêzîkî dijûnan û biçûkxistinê ye.

Ez dixwazim li vir behsa hin xalên girêdayî vê mijarê bikim. Heta berî demekê, li Bakur dîyardeyeke weha hebû, hema kesekî pirtûkeke nû bi dest xwe ve digirt, dest bi zimên dikir. Ev hevok weha, ev peyv weha û dihat jibîrkirin ku ev pirtûk romaneke çawa ye yan çîrokeke çawa ye û her wisa her kesî şûrê standarta xwe li wê berhemê dikişand û dida ber derbên xedar. Ew dîyarde çû, dîyardeya zimanzan û zimannasan hat. Her demekê kesek derdikeve û xwe weku zimannas nîşan dide. Standarta wî devoka gundê wî ye û di nav gund de jî devoka pîrka wî ye û dest pê dike her kesî  û her berhemê li serrada pîrka xwe dixîne û li gor wê, li cem wî, berhem an qels an jî xurt derdikeve. Niha ev dîyarde jî hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe. Bê guman, ev hemû encamên tunebûna standarteke yekgirtî ji bo kurmancîya nivîskî ne.

Ji bo min, ji ber ku li Bakur pirtûkên min tên weşandin, heta ji min tê ez bi kurmancîyeke nêzîkî vê standarta ku hêdî hêdî jixwebere ji bo kurmancîya nivîskî çêdibe, dinîvisim. Wisa jî carekê û carinan zêdeyî carekê, berhemên min ji hêla weşanxaneyê ve têne sererastkirin.

Îcar, eger ku nêta wî ji van gotinan baş be, bila birêz Bahoz Baran kerem bike wê qelsîyê destnîşan bike, da ku em di çapên bê de, van berheman bê qelsî biweşînin.

– Di kurmancîyê de hêmana ku hema hema peyda nabe, ya ku nayê pejirandin, a ku dilmayîn û dubendîyê bi xwe re tîne: Rexne ye. Vekirina evê girêkê, çawa dikare pêk were?

Di bawerîya min de pirsgirêk ne di rexneyê de ye -wekî ku te di pirsa xwe de gotîye-, lê di tunebûna rexneyê de ye. Bi giştî, tiştê ku heye ev e; hin nirxandinên ku xwe disipêrin pîvanên ne wêjeyî û ne jî rexneyî. Bala xwe bidê, dema berhemeke nû derdikeve, hema hema hemû nirxandinên nivîskî û yên devkî jî xwe disipêrin pîvanên sîyasî yan jî civakî ku girêdayî têkilîyên takekesane ne. Ev pîvan di navbera du rengan tenê de diçin û tên, yan reş e yan jî sipî ye û di navbera her du rengan de nirxandin an pir kêm an jî tune ne. Ev perçebûna di navbera du rengan de, di van salên dawîyê de, di civaka me de li Rojava bi dubendîya sîyasî re kûrtir û xerabtir bû.

– Li Rojavayê Kurdistanê, dîyardeyeke tirsnak û birîsk xwe dide pêş; ne tenê peyrewên partî û rêxistinên sîyasî, lê “zimanhezên” ku di rojên qedexe û tirsê de dest jê zimanê xwe de bernedida, îro bi tundî şerê perwerdeya bi zimanê kurdî dikin. Li alîyê din, birêveberîya deverê (Rêveberîya Xweser) êdî biryarên radîkal ji bo sepandina branş û rêbazên dibistanan dide. Zimanê ku îroj dibe qurabnê nakokîyên sîyasî, paşerojeke çawa li bendê ye?

Di ezmûna Rojavayê Kurdistanê de, ji bo pêncî salên dawîyê dibêjim, du gavên dîrokî yên girîng hatin avêtin; yek jê avakirina hêzeke leşkerî ji bo kurdan e (YPG û YPJ), ya din perwerdekirina bi zimanê kurdî ye. Lidijderketina hin kurdan, behane çi dibe bela bibe, bo perwerdeya bi kurdî xwe disipêre alozîyeke kûr a civaka kurd ku ew jî tunebûna têgihiştina neteweyî û lawazbûna hestên neteweyî ye.

Heta niha û piştî derbasbûna zêdeyî du sed salî di ser qonaxa netewîbûnê û avakirina dewletên neteweyî re, hîna jî kurd nebûne xwedî têgihiştineke neteweyî ya hevbeş. Guherandina ku di zihnîyeta kurdî de bûye ew e ku eşîre, êl bi partîyê guherandîye û banê herî jor ji girêdanê re partî ye û ne netewe ye. Ji ber vê jî her dem berjewendîyên neteweyî dikin qurbana berjewendîyên partîyên xwe, wisa jî nirxên neteweya xwe dikin qurbana nirx û fermanên partî û alîyên xwe yên sîyasî. Tiştê li Rojava bû ev bû û tiştê ku heta roja îroj li Başûr jî dibe ev e û lihevnekirina Rojava û Başûr jî her ev e. Perwerdekirina kurdî qezenceke neteweyî ye û di xizmeta berjewendîyên neteweya kurd yên stratejîk de ye. Divabû kurd bi hemû partî û alîyên xwe yên sîyasî li vî karî xwedî derkevin.

– Tu rewşa wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Hindik maye bibe bîst sal ku ji Rojavayê Kurdistanê dûr ketime. Di barê berhemên ku di van salan de derketine ez ne zêde agahdar im. Ji ber vê, ez ê nikaribim baş rewşa wêjeyê li wê derê binirxînim. Tiştê min xemgîn dike ew e ku heta niha serdestîya zimanê erebî li van derûdoran desthilatdar e û zêde li nivîsandina bi kurdî xwedî dernakevin. Bawerîya min ew e ku pêdivîya hemû wêjekarên Rojavayê Kurdistanê bi wê yekê heye ku li xwe vegerin, kumên xwe deynin ber xwe û bifikirin. Eger em tiştekî ji zimanê xwe re û ji wêjeya xwe re nekin, kî yê bike?. Nivîsandina bi erebî tiştekî li wêjeya kurdî zêde nake. Wisa jî wêjekarên ereb ne bi hewceyî me ne ku em bên û wêjeya wan ji wan re li pêş bixînin. Ez doza wê yekê nakim ku dev ji nivîsîna bi erebî berdin, na, ew jî dikare hebe; lê berî her tiştî divê em li xwe, li rastîya xwe, li zimanê dayika xwe vegerin û pê binivîsin.

– Di civata nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de dengê gilî û gazinan bilind e. Ji bo nivîskarekî, tu gazinan çawa dibînî?

Her çendî nivîskar di gelek gazinên xwe de mafdar bin, lê dîsa jî ez vê dîyardeyê baş nabînim. Ji ber ku gazin tenê demwindakirin e. Tu yê gazinan ji kê bikî? Ne dewlet heye, ne sazîyên wêjeyî yên xwedîimkan hene, ne statuyeke sîyasî ya rewa heye. Tenê berxwedana ji bo mana li jîyanê li wê navê heye. Welatek dema şer lê hebe, kuştin hebe, dengê çekan lê bilind be, dengê gazinên nivîskaran dê neyê bihîstin. Li şûna gilî û gazinan kar divê û li şûna mijûlbûna bi bazdana li pey rewrewkan afirandin divê.

– Ji romalkirina nûçeyên sîyasî û bûyeran biwêdetir, ragihandina kurdî di milê wêjeyê de xwe gihandîye ku derê, xebateke çawa pêşkêş dike?

Alîyê wêjeyî ji ragihandina kurdî bi giştî nayê veqetandin. Nakokîyên sîyasî yên di navbera alîyan de sîya xwe davêjin ser karê wêjeyî jî. Ez dikarim ji ezmûna xwe ya dirêj di vî warî de mînakekê bidim; ji sala 2000î ve ku ji welêt derketime min dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyeke wêjeyî kir, destpêkê di Madya TV de, dû re Roj TV û niha jî Ronahî TV. Di van hejdeh salan de, ji bilî pirtûkan û mijarên çandî û wêjeyî behsa tiştekî nebûye. Lê tev wilo jî, hinek nivîskarên kurd, ji ber hesabên sîyasî, nedihatin beşdarî vê bernameya wêjeyî nedibûn, da ku bi kurdî behsa pirtûkên xwe  bikin. Ya balkêş ew bû, heman nivîskarên kurd dema TRTa kurdî vebû bi kêfxweşî diçûn bernameyên wan yên wêjeyî.

Ji vî alî de, li gor şopandina min, di ragihandina kurdî de derfeteke pir mezin ji wêjekaran re vekirî ye. Her nivîskarek jî bi dehên caran dibe mêvanê van dezgehên ragihandinê û behsa xwe û berhemên xwe dike. Ev bernameyên wêjeyî ku hene derfeteke baş in ji bo hevnaskirina wêjekarên kurd û wisa jî ji bo danasîna berhemên wêjeya kurdî. Her weha rêyeke baş e ji bo jiholêrakirina sînorên ku sîyasetê û zaravayan di nav kurdan de çêkirine.

Kovara Welat

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply