Romaneke ji dil-DILNAME-

Di romana kurdî de pêşketineke berbiçav heye. Gelek nivîskarên kurd ku berê helbest yan çîrok dinivîsî, paşê dest pê kirin roman nivîsîn. Lewre jî hejmara romanên kurdî her diçe zêde dibe. Di hêla naverok û cure mijarên ku têne rave kirin de jî pêşketinek heye, dewlemediyek heye.

Di sala 2019an de nivîskarê  kurd î berhemkar Newaf Mîro di saleke de sê roman nivîsî û weşand, ev jî şanazî û hêjayiyeke ji bo pêşveçûna romana kurdî.

Romana romannivîserê kurd Newaf Mîro “Dilname“ di nav weşanên “Lîs“ de li Amedê derketiye. Roman 89 rûpel e. Edîtorî û serrastkirina wê Dilyar Hoşê, derhênerê dîtbarî Şener Ozmen, wêneya bergê Lokman Ahmed, berg/rûpelsaziya wê Mîran Janbar çêkiriye. Newaf Mîro digel vê romanê du romanên din jî nivîsiye û weşandiye.

Romana Newaf Mîro “Dilname“ romaneke ku di naveroka xwe de bi hunereke edebî rewşa gelê kurd, têkiliyên civakî û konjuktura sîyasî radixe ber çavên xwendevanan.

Du lehengên sereke ên romanê Dildaro û Gulyar in. Serborî û serpêhatiyên wan û serencama wan bi zimanekî wêjeyî tê rave kirin. Gulyar evîndara Dildaro ye. Ew li Kurdistanê diçe çîya û beşdarê nav refên pêşmergeyan dibe. Dildaro jî diçe Almanyayê dibe penaber.

Roman bi sernavê “Nameya dil“ dest pê dike û hetanî dawiya romanê êdî tu beş yan jî sernivîs tune. Ji vê cure romanan re “Nameroman“ tê gotin. Di nav romanên kurdî de ev şêwe roman nû ye. Romannivîser Newaf Mîro bi teknîka nivîsîna nameromanê romana kurdî dewlemend kiriye.

Nameya ku Dildaro ji evîndara xwe Gulyar re nivîsiye nameyek bi derd û kul e, bi êş e. Dema mirov nameyê dixwîne dil û kezeb li mirov dişewite. Aşiqbûn/evîndarbûn di hêlek de gelek xweş e, coşîya jîyanê ye û di hêlek de derûkul e, êş e.

Di nameyê de diyar dibe ku Dildaro hêj biçûk bûye, ango wî ji biçûkîya xwe ve ji evîndara xwe hez kiriye. Û ew mezin dibin, hezkirina wî her didome. Dildaro ji wê re tim name dinivîse. Name xemxuriya wî parve dikin û xemên wî bi ber ba dixin.

Di romanê de derbarê evînê de taswîrên gelek baş û balkêş bi berferehî têne rave kirin. Divê xwendevanên kurd vê romana hêja bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply