Romanek ji êşistanê/Kurdistanê: Neynika Dilî

Ya birastî kesê ku bikare bêje ez Kurdekî baş im bêguman jiyana wî/ê bi êşan dimeşe. Ji ber ku bextê me Kurdan hê em nehatine dinê reş hatiye nivîsandin. Sedem û mijarên vê tiştî pir in lê niha hewce nake ku bê gotin.

Çend ro berê çavê min bi pirtûkekî ket ya birastî navê nivîskarê û navê min eynî bû, ji ber vê yekê jî pirtûk bala min kişand û min biryara xwe da ku ez vê pirtûkê bixwînim. Navê pirtûkê ‘Neynika Dilî’ ye. Rastî pirtûkek evqasî dikarî bibe neynika dilan, dilê me Kurdan. Zemanek dirêj neçû min xwendina pirtûkê xilas kir. Ev pirtûk ji yên rêzê cudatir bû ji ber ku di nav de evîn, şer, şahî, şîn, berxwedan, bawerî tev hebûn. Lê tiştê ku herî giran cih girtibû êş bû. Êşa me. Ji bo min taybetmendiyeke vê berhemê dîsa heye; ev pirtûk bi zimanekî şîretê nehatiye nivîsandin. Heqet mirov her ku dixwîne hîs dike, diêşe. Ji ber ku di vê berhemê de çûyînên bêveger, evînên nîvî mayî, çavên di rê de mayî, dilên şewitî hene. Ya birastî jî hevalno; ev hemû tiştên êşê ji jiyana me hatine wergirtin.

Ez niha dixwazim spasiyeke bêhempa ji nivîskar Omer Dilsoz re bikim ji ber ku ez bi xwendina pirtûkê êşiyam, êşiyam û bela bûm. Lê camêr hîs kiriye, jiyaye û nivîsiye. Dixwazim gotinên xwe beşek ji pirtûkê re bidawî bikim;

 

‘Her çûyîn e, her hêlan e

Mirin li dûv hemûyan e’

 

Ömer Faruk Özcan

Çandname

Derbar ziman

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply